Buldan: Bi şer û înkarê hûn nikarin vî welatî bi rê ve bibin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Newroza Amedê axivî û ji hikumeta Tirk re got, "Hûn nikarin bi şer û înkarê vî welatî bi rê ve bibin."

Li Newroz Amedê bi sed hezaran kes li hev civiyan. Pîrozbahî dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan derkete ser dikê û bi gotina, "Silav ji Amed, Efrîn, Hewlêr û Mehabadê re" dest bi axaftina xwe kir.

Pervin Buldan êrîşên li ser gelê Kurd şermezar kir û got, "Ti kes nikare daxwazên milyonan Kurdan ên aştî, azadî, demokrasiyê yên li qadên Newrozê kom bûne tine bike. Kurd bi salan e têkoşîna aştî, wekhevî û demokrasiyê dimeşîne. Tevî hemû zext zordarî û tundiyê têkoşîna xwe dewam dikin."
 
JI AŞTIYÊ DITIRSIN
 
Buldan êrîşên li ser kurdan şermezar kir û wiha dewam kir: "Ji Kawayê Hemdem ditirsin. Ew ji gelê ku hatine vir aştiyê dixwazin ditirsin. Ew ji aştî, azadiyê ditirsin. Ew ditirsin ku azadî û aşti bi ser bikevin. Lê tu carî ev gel dest ji daxwazên aştî, wekhevî, azadî, demokrasiyê bernadin. Tevî her tiştî dê bi înat di van daxwazen xwe de israr bikin. Îro gelê Kurd li hemû erdnîgariyê rastî komkujiyê tên. Wekî komkujiya Agirî, Dersim, Roboskê îro gelê Efrînê jî rastî komkujiyê hatin. Yên axa Efrînê dagirker gelê Efrînê ji nava axa wan derxistin. Gelê Efrînê birayên gelê kurdên Colemêrg, Sêrt, Amed, Êlih, Amed û Agiriyê ne. Guleya ku li Kurdên Efrînê ketiye, li Kurdên vir ketiye. Yên ketin Efrinê talankar û wêrankar in. 
 
EFRÎN BAJARÊ AŞTÎ Û BIRATIYA GELAN E
 
Efrîn bajarê Aştî, aramî û wekheviyê bû. Efrîn li Sûriye bajarê ku ereb kurd, suryan û tirkmen bi hevre dijiya bû. Em ti carî vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em bawer dikin ku gelê Efrînê wê dîsa bi rûmet û serbilindî li axa xwe vegere. 
 
YÊN OCALAN TECRÎD KIRIN DIYALOG Û DEMOKRASÎ RED KIRIN

 
Buldan anî ziman ku ev qad bû şahidê gelek Newrozan û wiha lê zêde kir: "Bû şahidê milyonan. Lê şahidiya herî mezin di 2013'an e bû. Ji ber ku di Newroza 2013'an de Peyama Birêz Ocalan hat xwendin û vê qadê şahidiya xwendina peyamê kir. Birêz Ocalan di 2013'an de ji bo gelê Amedê name şand û qala aştiyê dikir. Ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata navîn bahsa demorasî, biratî û aştiyê dikir. Digot êdî çek dê rawestin û diyalog û demokrasî bi axive. Birêz Ocalan 2 salin di bin tecrîd herî giran de dijî. Yên Ocalan tecrîd dikin diyalog, aştî, wekhevî, demokrasî red kirin. Lê ev qat îro nîşan dide ku gelê kurd tu cari dest ji van daxwazên xwe bernade." 
 
AŞTÎXWAZ HATINE GIRTIN
 
Buldan di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Em dîsa bang dikin. Li vî welatî kesên ku siyaseta demokratîk û aştiyê dikin we ew dîl girtin û xistin zindanan. Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken, Kişanak û hemû siyasetmedarên kurd yên aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk dixwazin we ew dîl girt û xist girtîgehan. Ji bo birêz Yuksekdag û Demîrtaş dîsa têkeve nava me em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê WÊ WINDA BIKE
 
Buldan bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê û wiha got: "Yên vî welatî bi koalîsyona MHP û AKP'ê bi rê ve dibin, kurdan qebûl nakin vîna kurdan qebûl nakin. Dijminantiya kurdan dikin. Şer dixwazin. Li dijî vê polîtîkayê li vir milyon kes Amedî dîsa vîna xwe nîşan dan û gotin em dîsa livir in. Bila tu kes bê nevî nebîne. Bila her kes baş zanibe yên yekperestî, zilm û zordariyê bispêre gel, dê winda bikin. Koalîsyona AKP MHP dê winda bike. Yên înkar û îmha dikin dersa ku em bidin wan sindoqên hilbijartinê ne. Ev hilbijartin wê bibe dîroka ku em wan ji vê axê bişînin. Têkoşîna me ya aştî, azadî, demokrasî û biratiyê dê her tem berdewam bike. 
 
DU RÊYÊN ÇARESERIYÊ 
 
Buldan bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha bi dawî kir: "Divê em tu carî vê yekê asteng nekin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî kurd bibin yek û bi hevre bin. Kurd divê li her derê bibin yek û bi hevre bin. Divê ji niha de Konferansa Neteweya Yekîtiya kurd dest pê bike. Ger ku kurd bibin yek tu hêz nikarin bi kurdan.  
 
DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN
 
Rêya duyemîn rêya aştî, diyalog û demokrasiyê ye. Hûn nikarin bi girtin, înkar, îmhayê û şer vî welatî bi rêve bibin. Tenê rêyek heye divê hûn dest ji polîtîkayê şer înkar û îmhayê berdin. Divê bi lezgîn hûn hevdîtinê bi Îmraliyê re bikin. Divê hûn deriyê îmraliyê vekin. Bi Ocalan re hevdîtin bikin. Hevditina bi Ocalan re ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan, ji bo Rojhilata Navîn dê deriyê aştî, demokrasî û çaresiryê vekin. Beriya hûn têkevin Efrînê we bi Birêz Ocalan re hevdîtin kiribûya hûn îro nediketin nava vî şerî."