Bû parçeyek ji welatê ku lê dijî

Mazlûm Dûman li nava gêrîla nasnavê Şerzan Kato radike. Li dijî dijminê ku zextê li malbat û gelê wî dike berxwedanek mezin raber dike û li Botanê tevlî karwanên şehîdan dibe.

Kurdistan erdnîgariyeke ku bi sedan sale rastî êrîşên zaliman hatiye, lê qet çong li ber dijmin ne daniye. Zarok li Kurdistanê ji ber ku bi guhdarkirina çîrokên qeheremanên Kurd ên li dijî vê zilma dijmin şerkirîn mezin bûne, ji ber wê bi berxwedanê mezin dibin û piştî demekê rastiyên ku guhdar kirîn dijîn. Li Kurdistanê zarok zû mezin dibin; li beramberî rastiya dijmin zû digehin û cihê xwe di nava çîrokên qehremanên ku guhdar kirîn de digrin. Yek ji kesên ku ev çîrok jiyan kirî Şerzan Kato ye.

Li Kurdistanê dîrokek teslîm nebûyî heye. Di firtineyên berfê de şopên berfînan didomînin û çîrokên gêrîlayan guhdar dikîn. Carna ku mirov nikare ji bo vegotina tiştên tên jiyîn peyvan bibîne, bîranînên ku rastiyên demekî dirêj vedibêjin di hindurê xwe de tovên pêşerojê dihewînin. Dîrok tê belge kirin. Vegotina bîranîna cîhana gêrîlayane ku bi çavkaniyan re tîne gel hev. Her kes dibe parçeyek ji welatê di nav de dijî, heta şehadetê jî…

Mazlûm Dûman ê bi êşên ku tê xwestin hebûna welatê wî bê tunekirin mezin bûyî; di sala 1993’an li Şirnexê tê cîhanê. Di encama şewitandin û talankirina gundên wan de ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve neçar dimîne bi malbata xwe re koçî Mêrdînê bike. Mazlûm ê ku bi hestên welatparêziyê hertim di nava çalakiyan de, ji bo li dijî hêzên faşîst ên birayê wî  girtin û ji bo li hember zilma li ser gelê Kurd tê kirin şer bike, sala 2012 tevlî nava refên gêrîla dibe. Bi hestên tolhildanek mezin li dijî tiştên hatîn jiyîn li lûtkeya azad a çiyayan, bi çeka di destê xwe de li dijî dijminê ku zilma li malbat û gelê wî hatî kirin berxwedaniyek mezin raber dike. Di nava gêrîla de navê Şerzan Kato radike. Di her xebat û erkê de weke rêbaz hertim li pêş cihê xwe diyar dike. Ji ber taybetmendiyên wî yên fedekarî û cesaretiyê her rêhevalê wî dixwaze bi wî re biçe li ser kar. Şerzanê ku ji bo kûrbûna di îdeolojiyê de piraniya demê xwe bi xwedina pirtûkên Rêber Apo ve derbas dike, tiştê ku fêrbûyî bi rêhevalên xwe re parve dike û ji bêy ku pirsgirêk jiyan bike li bersiva pirsa “pêwîste çawa bibe, çawa bê jiyîn” digere. Gêrîla Şerzan ê ku bi êşên gelê ku tê xwestin hebûna wê bê tunekirin hîs dike û ji bo tolê hilîne di nava têkoşînek mezin de, dema li Qada Botanê li ser erka xwe bû di sala 2019’an de tevlî nava karwanên şehîdan dibe.