Brûsk Amed: Bi ruhê Newrozê xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin

Brûsk Amed bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Erkê her kesî ye ku bi ruhê Newrozê xwedî li Rêber Apo derkeve. Lewma divê em sala nû bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Brûsk Amed li ser Newrozê ji ANF'ê re axivî.

Fermandar Brûsk Amed Newroza 2722 a Kurdewarî û sala 50'emîn a Tevgera Apoyî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, gelên Îranê û gerîlayên têkoşîna azadiyê pîroz kir.

Brûsk Amed diyar kir ku wateya Newrozê bi wateya roja nû, jiyana nû ye û got, "Rabûna li ber kevneperestî, dagirkerî û zilmê ye. Ji bo afirandina jiyaneke nû serîrakirina li dijî zaliman, têkoşîna li dijî dagirkeran e. Newroz bi wateya giştî, berxwedan e."

Fermandar Brûsk Amed bi vê çarçoveyê bi bîr xist ku dagirkeran di dîroka Kurdistanê bi her cûreyî êrişî gelê Kurd kiriye û wiha dewam kir, "Gelê me jî di dirêjahiya dîrokê de li hemberî dagirkeran bedel daye, şehîd daye, li ber xwe daye, teslîm nebûye, jiyana kevn û kevneperestî qebûl nekiriye. Îro li Kurdistanê bi pêşengiya fikr û ramanên Rêber Apo têkoşîna azadiyê li dijî dagirkeran tê meşandin. Li hemberî zaliman têkoşîneke pir bi wate û bi nirx tê kirin."

Fermandarê YRK'ê Brûsk Amed diyar kir ku gelê Kurd ji destpêka dîrokê heta niha her tim li ser esasê Newrozê têkoşiya ye û got, "Gelek rêxistin derketin holê, gelek şehî dane, lê belê her ku çû li Kurdistanê roja Newrozê yanî têkoşîna azadiyê lawaz kirin. Lê belê bi derketina Rêber Apo li Kurdistanê li ser esasê fikrên Rêber Apo têkoşîna azadiyê xurtir bû, hîn bêhtir bi nirx û bi wate bû. Tevgera Apoyî ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên Kurdistanê, gelên herêmê û mirovahiyê têkoşiye."

Brûsk Amed ragihand ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi têkoşîna xwe dixwazin li Kurdistanê jiyaneke nû ava bikin, kesayetiyekî nû yê civakê biafirîne, ji bo vê jî berdêl divê. Brûsk Amed got, "Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li ser esasê ruhê Newrozê, ji bo her salê bike sala serketinê têkoşînê mezintir dikin. Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo kesayetekî nû ava bike, her tişt bexşî mirovahiyê kiriye."

Brûsk Amed bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Erkê her kesî ye ku bi ruhê Newrozê xwedî li Rêber Apo derkeve. Lewma divê em sala nû bikin sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Fermandarê YRK'ê Brûsk Amed diyar kir ku îro li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî bi pêşengiya gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê li dijî zîhniyeta dagirker a Îranê têkoşîn tê meşandin û got, "Ji bo jiyaneke nû neyê afirandin, bi her cûreyî êrişî civakê tê kirin. Em gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê jî li ser fikir û ramanên Rêber Apo li ber xwe didin, têdikoşin û pêşengiyê dikin. Ji bo fikir û ramanên Rêber Apo bigihêje tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelên Îranê bi her şêwazî em têdikoşin. Fikrên Rêber Apo ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê îlham, hêz û moraleke."

Fermandar Brûsk Amed anî ziman ku gelê Kurd û gelên Îranê her sal Newrozê bi rengekî cuda pîroz dikin û got, "Banga me li gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ew e ku Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Bi ruhê Newrozê her roja salê pêşwazî bikin, li dijî zîhniyeta dagirker a Îranê têbikoşin û ji bo civakeke exlaqî xwedî li Newrozê derkevin. Ji bo sala 2022'an bibe sala azadiya Rêber Apo banga me li gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ew e ku xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin. Bi vê biryardariyê weke gerîlayên azadiyê yên Rojhilatê Kurdistanê em bi biryariyeke mezin sala nû pêşwazî dikin ku bikin sala azadiya Rêber Apo."