Boykota li Rojhilata berbelav dibe

Piştî ku Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bazirganiya sînor qedexe kir boykota ku şêniyên Rojhilat dayî destpêkirin berbelav dibe. Li Merîwan, Saqiz, Mahabat û Serdeştê jî boykot heye.

Şêniyên Bane û Ciwanro ku piraniya wan debara xwe bi kolberiyê dikin ji bo ku qedexeya bazirganiya ser sînor a rejim Îranê qedexe bikin beriya bi 4 rojan dirabeyên dikanên xwe anîn xwarê. Boykot îro li Merwîan, Saqiz, Mehabat û Serdeştê jî berbelav bû û dikandaran dirabanên xwe yên anîn xwarê.

‘WÊ LI HEMÛ ROJHILAR BERBELAV BIBE’

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Fransayê ye, di daxuyaniya xwe de diyar kir şêniyên ku boykotê dikin ku ji bo ku problem çareser bibe bi rayedarên hikûmetê re rûdidin lê ti encam nestandine.

Rêxistinê diyar kir heta ku dikandar û esnaf encamekê bistînin wê boykotê bidomînin û diyar kir heke çareseriyek peyda nebe wê boykot li tevahiya Rojhilat berbelav bibe.