Boykota kasibkar û esnafan a li Rojhilat 5 roj in dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiya boykotê ya esnaf û kasibkaran 5 roj in dewam dike. Çalakger dibêjin, heta ku encamekê bi dest bibxin wê çalakiya boykotê bidomînin.

Çalakiya boykotê ya esnaf û kasibkaran ku li dijî kiryarên rejîma Îranê tê kirin, berbelav dibe. Esnafên bajarên Ciwanro, Bane, Merîwan, Seqîz, Serdeşt û Pîranşarê 5 roj in boykotê dikin.

Sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Seîd Celîlî duh li mizgefta mezin a li Banê axivî û ji esnafan xwest ku dawî li boykotê bînin. Esnaf piştî axaftina Celîlî ber bi avahiya qeymeqamtiya Banê ve meşiyan.

Li Ciwanro jî, esnaf danê vê sibehê li ber avahiya qeymeqamtiyê li hev civiyan.

Esnafên Banê û Merîwanê jî diyar kirin ku rejîma Îranê dixwaze bi destê hêzên ewlekariyê dor li sûk û bazarê bigirin û ji bo şermezarkirina kiryarên rejîmê dikanên xwe venekirin.

Tê gotin, boykot wê rojên pêş hê berfireh bibe.