Botan: Îdîayên pêvajoya çareseriyê operasyonên çêkirina têgihînê ne

Wekîlê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan diyar kir îdîayên pêvajoya çareseriyê operasyona çêkirina têgihînê ne.

Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan li ser îdîayên pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re axivî û got, ev îdîa bi temamî operasyona çêkirina têgihînê ne. Botan bang li gel kir ku li dijî van spekulasyonan hişyar bin.

Wekîlê HDP’ê Lezîn Botan li ser wan îdîayên ku di çapemeniya Tirk de cih digirin ku amaje pê dikin wê pêvajoyeke nû ya çareseriyê çêbibe wiha got:

ÎDÎAYÊN PÊVAJOYA NÛ YA ÇARESERIYÊ OPERASYONÊN TÊGIHÎNÊ NE

 ‘’Li hêlekê hûn ê Şengalê bombe bikin, li dijî Kurdan ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer dikin hûn ê şer ragihînin û behsa pêvajoya çareseriyê bikin. Birêz Barzanî nûnerê 5 milyon Kurd e,  em hurmetê didine vê lê ji bilî hurmetdayinê çi giraniya Birêz Barzanî li Bakurê Kurdistanê heye? Çi qasî serwextî kêşeyên Kurdên Bakur e. Dikare navbeynkariyê bike, hêsanker be lê divê mirov rasteqînparêz be.  Di rewşeke wiha de ku tekanê muxatabê kêşeyê Birêz Ocalan li wir e, HDP a ku 6 milyon deng standî li meclîsê ye, lêgerîna li muxatabên dî xewn û xeyal e. Di rewşeke wiha de ku çek di destê PKK’ê de ye, birêz Barzanî wê çi, çawa bide rawestandin?

Em jî meraq dikin. Barzanî dikare bibe muxatab. Em jixwe di parlamentoyê de ne. Heke AKP jidil be em vîna ku 6 milyon deng standî li wir in. Heke destê xwe dirêj bikin wê destê wan bigihije me. Di van şertan de AKP bi MHP-Ergenekonê re tifaq daniye û li Rojava ji paş ve li Kurdan dixe. Hêviya çareseriyê ya ji van, neheqîkirina li Kurdan e û polîtîkaya çareseriyê ya erzan e ku bi gotinên pûç gelê me diawiqînin. Kêşe bi muxatabên wan re têne çareserkirin. Bi wekîlên AKP’ê yê herêmê re dixwazin ji nû ve hêviyekê çêbikin. Ev operasyona çêkirina têgihînê ye.
Di rewşek wiha de ehmeqiyek e ku mirov behsa çareseriyê bike. Di rewşeke wiha de ku mirov faktora Birêz Ocalan û PKK ji nedîtî ve were, li şûna HDP ya ku 6 milyon deng standî rûniştina bi HUDA-PAR’ê re pûç e û tevlîhevkirina hiş e, ne tiştekî dî. Hêviya aştî û çareseriyê Birêz Ocalan e. Bila li Dolmabahçe û YE’yê vegerin.’’