Botan ê HDP’yî 'ji ber ku axivî' 18 sal ceza xwar

18 sal cezayê girtîgehê dane Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan.

Doza ku li ser parlamenterên HDP’ê Lezgin Botan û Adem Geveri vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2. Hate dîtin. Beriya niha dadgehê biryar dabû ku Botan û Geveri ‘bi darê zorê’ bînin dadgehê, Botan û Geveri li dadgehê ne hazir bûn, li şûn wan parêzerên wan hazir bûn.

Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê biryar da û ji ber axaftinên wî, bi hinceta ku ‘yekîtiya dewlet û welêt xira kiriye’ ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye, ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘sûc teşwîq kiriye’ 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birin.

Dadgehê li ser Botan ‘şertê kontrola edlî’ da, Adem Geveri yê ku bi heman îdîayan bû ji dozê bereat bû.