Bomberdûman û şewata li Cûdî berfireh dibe

Bomberdûmana artêşa Tirk a li ser çiyayê Cûdî dewam dike. Şewata ji ber bomberdûmanê li herêmê derket, dorfireh dibe.

Herêma Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê, ev du roj in ji aliyê Tabûra Komando ya Jendermeyan a Tirk, ku li bajarokê Bespinê ye, bi topan tê bombekirin. Ji ber vê topbaranê, duh li qadên Deriyê Cibraîl û Sefîne şewat derket. Ev şewat gihîşt qadên Sorbîtme û Girê Çolya. Ji ber şewatê bi sedan dar şewitîn. Berê agir li gundê Hesena ye.

Ji bo vemirandinê, tiştek nehatiye kirin. Dûyê ji ber şewatê derket, asîmanê herêmê tarî kiriye. Topbarana ku ji qereqolê tê kirin hê dewam dike.