Bombe li çeperên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê dibarin
Çeperên DAIŞ'ê yên li başûrê Kerkûkê ji aliyê balafiran ve tên bombekirin.
Çeperên DAIŞ'ê yên li başûrê Kerkûkê ji aliyê balafiran ve tên bombekirin.
Çeperên DAIŞ'ê yên li gundên Muccamma Seddam, Westan û Mucamma Şehîdan ên li herêma Tilwerdeyê, ku bi 30 kîlometreyî dûrî navenda Kerkûkê ye, ji saet 10:00 û vir ve ji aliyê balafirên Hêzên Koalîsyonê ve tên bombekirin.
Li gorî agahiyan, bomberdûman hê jî dewam dike.
Ji fermandarên HPG'ê Mervan Reşo ji ajansa me re axivî û got, "Çeteyên DAIŞ'ê di dema dawî de, ji bo şert û mercên zivistanê bi kar bînin ketine nava liv û tevgerê. Ji ber vê jî car carna şer diqewime."