Boltan: Em ê nehêlin ku rastî di nava tarîtiyê de bimîne

Berdevkê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan ragihand ku zext û zordariya li rojnamevanan roj bi roj zêde dibe û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî ji bo rastî di nava tarîtiyê de nemîne wê her binivîsînin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê êrişên li hember rojnamevanan didomin. Berdevkê Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan li ser êrîşên li ser rojnamevanan axivî û da zanîn ku  her roj li binçavkirin, girtin û cezakirina rojnamevanan rojnamevanên nû zêde dibin û got, hikûmet ji bo kiryarên dike naxwaze ji aliyê civakê ve bê dîtin, êrîşî li ser rojnamevanan dike.

Boltan anî ziman ku hikûmet medya kiriye hawizekî mezin, saziyên çapemeniyê yên ku propaxandaya wan nake, asteng dike û rêya xebatê li pêş wan digire. Boltan destnîşan kir ku rojnamevanên muxalîf di hedefê de ne û wiha axivî: “Her roj li binçavkirin, girtin û cezakirina rojnamevanan rojnamevanên nû zêde dibin. Dema ku em li zext û êrîşên li ser çapemeniyê dinêrîn dibînin ku hedef destpêkê xebatkarên çapmeniya azad in. Ji ber ku rojnamevanên têne binçavkirin hemû jî endamên ÎRA’yê ne. Bi awayek vekirî mirov dikare bibêje ev êrîş tenê li ser çapemeniya azad in. Sedema van êrîşan jî hikûmet dixwaze polîtîkayên xwe yên nû bixe dewrê de û ev polîtîka jî ji aliyê raya giştî ve neyê zanîn. Ji bo vê yekê jî êrîşî li ser çapmeniya azad dikin. Berî 25 salan û weke duh avahiya Rojnameya Ozgur Ulke jî hate bombebaran kirin. Êrîşên berî 25 salan û êrîşên roja îro bi hevdû re girêdayîn e. Êrîşên li ser xebatkarên çapemeniya azad pilan kirine û girêdayî siyaseta dewletê ye.”

‘ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD BI RÊK Û PÊK IN’

Boltan destnîşan kir ku hikûmet ji bo bigihêje armanca xwe, polîsên ku xwedî erka parastina rojnamevanan e, ji bo xwe dike amûr û li dijî rojnamevanan bikar tîne. Boltan bilêv kir ku di rojên dawî de 4 rojnager bi awayek bê hiqûqî hatin binçavkirin û wiha pê de çû: “Weke ÎRA bi tu awayî em van êrîşan qebûl nakin û divê demildest rojnamevanên hatine binçavkirin bên berdan. Êrîşên li ser çapmeniya azad demdirêj, sistematîk û polîtîkayên hikûmetê ne. Em jî weke çapmeniya azad em ê herdemê ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne binvîsin. Ji ber ku em xwedî kevneşopîn e û çi dibe bila bibe em ê nûçeyan binvîsin û dê rastî di tarîtiyê de nemîn e. Bi van êrîşan tu carê çapemeniya azad gavan paş de na avêje û li ser heqîqetê dê bimeşe. Ji ber ku çapeniya azad xwedî bingehekî civakê ye. Ev êrîş xizmetê ji bo tu civakê nake û tenê tê xwestin qirêjiyê biparêz in. Divê dozên rojnamevanan bên betal kirin û rojnamevanên di binçavan de ne demildest bên berdan.”

‘TIRKIYE VEGUHERIYE GIRTÎGEHA ROJNAMEVANAN’

Boltan bal kişand li ser rewşa penaberên hatin koçberkirin û yên di girtîgehan de ne û wiha got: “Hejmara rojnamevanên tên darizandin gelek zêdeye û bi sedan rojnamevan neçar mane ku koçî welatên din bikin. Dîsan 140 rojnamevan di girtîgehê de tên girtin. Her roj li ser malên rojnamevanan de tên girtin û di kolan de tên şopandin. Hikûmet bi zextan derfetê çêkirina nûçeyan ji holê radike û rojanmevanan tengezar dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê de heta niha 140 rojanmevan hene û ji vanan tu kesê ji derveyî rojnamevaniyê tu sûç nekirine. Hemû jî rojnamevanin û ji bo nûçeyan tên darizandin. Em carek din bi rêya we bang dikin û dibêjin, rojnamevanî ne sûçe. Kesên ku rojnamevaniyê sûç dibîne, ew bi xwe sûçê dîrokê dikin. Niha Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan. Em ê weke ÎRA heta dawiyê li pey mafê rojnamevanan bigerin û sûçên li dijî rojnamevanan tên kirin bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin.”