Biryara piştgiriyê nehat dayîn, Goranê rûniştin terk kir

Ji ber ku di rûniştina Parlamentoyê de biryara piştgirîdayîna Efrînê derneket, Tevgera Goranê rûniştin terk kir.

Tevgera Goran rûniştina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya ji bo rojeva Efrînê terk kir. Hat hînbûn ku Koma Goran ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê rûniştina parlementoya bi sedema nebûna helwest û biryareke piştgiriyê ji bo Efrînê, rûniştin terk kir.

‘DIVÊ HIKÛMET PIŞTGIRIYÊ BIDE EFRÎNÊ’

Serokê Koma Tevgera Goran a Parlamentoyê Bîrzo Mecîd ev daxuyanî da; “Ji ber ku parlementoyê biryareke siyasî, dîplomatîk, lojîstîk ya ji bo piştgiriya Efrînê neda, me rûniştin boykot kir. Her wiha daxwaza me ya sereke ew bû ku Parlementoya Herêmê zextê li Hikumeta Herêmê bike ku artêşa Tirk ji Başûr were derxistin, derîyên sînor yê navbera Başûr û Rojava de were vekirin. Me xwest hikumet di asta siyasî, dîplomasî û lojîstîk de piştgiriyê bide Efrînê.”