Biryar hat dayîn wekîla HDP'yî Yîgîtalp 'bi zorê were anîn'

Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Amedê biryar da, ku Parlamentera Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp bi zorê were anîn.

Li hemberî Parlamentera Amedê ya DBP'yî Yîgîtalp, ji ber xebatên wê yên siyasî, daxuyaniya çapemeniyê û beşdariya li meşan doz hate vekirin û tê xwestin, ji 11 heta 28 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rûniştina dozê li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Yîgîtalp bi îdîayên "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê", "tevlîbûna li meş û civînên neqanûnî", "sorkirina gel li dijî qanûnan" û "derxistina astengiyê li pêşiya bicihanîna wezîfeyê" tê sûcdarkirin.

Di rûniştinê de ku Yîgîtalp tevlî nebû, parêzer amade bûn. Parêzer Cîhan Aydin li vir axivî û diyar kir, ji ber xebatên qanûndanînê yên li meclîsê ûa madekariyên kongreya awarte ya HDP'ê nekarî tevlî rûniştinê bibe.

Parêzer Aydin xwest, ji ber vê hincetê rûnişt bê taloqkirin. Lê belê heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryar da ku Yîgîtalp bi zorê bê anîn û tevlî rûniştinê were kirin. Û doz heta meha Îlonê taloq kir.