Bîrlîk: Bi Nobeda Wijdan û Edaletê li siberojê xwedî derbikevîn

Parlemetera HDP’ê Leyla Bîrlîk, li Wanê li Parka Mûsa Enter û Aşiyê ya ku polîsan dorpêç kirî bang li gel kir, xwedî li demokrasî, azadî û siberojê derbikevîn.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê tevî dopêça polîsan dewam dike. Piştî civîna komê serdana ji bo Nobeda Wijdan û Edaletê jî dewam dike. Girseya ku ji Bazîd û Giyadînê ya Agiriyê hatin, çûn serdana çalakgerên nobedê.

Hevdîtina parlemeterên HDP’ê ya li dijî dopêça zêde ya polîsan a bi Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû re pêk anî ti encam negirt.

‘EM BI BERXWEDANA GEL DIDOMÎNIN’

Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk roja yekem ji ANF’ê re nirxand. Bîrlîk bang kir ku her kesê xwedî wijdan divê xwedî li nobedê derbikeve û wiha pêde çû:

“Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku me li Amedê destpê kirî tevbî hemû astengiyan li Stenbolê dewam kir. Nobeda ku me ji Stenbolê dewir girt, îro li Wanê didin destpêkirin. Lê em li Wanê rastî astengiyên hê xurtir û mercên giran hatin. Din ava dorpêçê de ne. Vîna gel di nava tecrîdê de ye. Hişmendiya qedexeker û wijdana xwe winda kirî li vir jî hate pêşiya me. Ya di nava tecrîdê de gelê Wanê ye. Demek dirêj hatina me ya parkê hate astengkirin, ketan gel a parkê hate astengkirin, ketina çapemeniya azad hate astengkiri. Ji ber vê civîna me ya komê saetek û nîv direng destpê kir. Lê bi berxwedana gelê xwe û xwedîderketina wê em nobeda wijdan û edaletê dewam didomînin. Bê edaletî û bê wijdaniya herî mezin AKP’ê kir. Çi kir; li Cizîrê kir, li Roboskiyê kir, li Nûriye û Semîh kir”

 ‘EM LI BENDA HEMÛ GELÊ XWE NE’

Ji beriya hatina demokrasî û azadiyê divê wijdan li hev bicivin. Wê demê em dikarin li vî welatî qala aştî, demokrasî û azadiyê bikin. Ji vî alî ve ji bo gelê me xwedî li wijdan, edalet û siberojê derbikevin li Nobeda Wijdan û Edaletê li bendê ne.”