Bîrlik: Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî pergala jiyana nû ye

Endama Dîwanê ya Hevserokatiya KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlik diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê û Rojava li dijî pergala jiyana nû ye û got: “Bi çekên NATO’yê bi rojane, sivîl têne kuştin û NATO li hemberî kuştina Kurdan bêdeng e.”

Êrîşên dewleta Tirk ya li dijî gelê Efrînê di roja 18'an de berdewam dike. Endama Dîwanê ya Hevserokatiya KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlik êrîşên li ser gelê Efrînê ji ANF’ê re nirxand.

‘KURDAN DÎROK JI NÛ VE NIVÎSANDIN’

Bîrlik anî ziman ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi rengê xwe yê berxwedanê dîrok ji nû ve nivîsand û wiha axivî: “Bêguman êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kantona Efrînê ji pirsgirêka Kurdistan, gelê Kurd, Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ji siyaseta Tirkiyê, ne cuda ye û bi hev ve girêdayî ye. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser gelê Efrînê di roja 18’an de berdewam dike. Bi milyonan Efrînî ji bo jiyana xwe ya nû li ser lingan  in û xwedî li axa xwe derdikevin. Berî çend rojan me dît, gelê Efrînê bi ciwan, jin, mêr, kal û zarokan ve li ser lingan bûn û dengên xwe bilind kirin. Efrîniyan bi rengê xwe yê xwedîderketinê careke din aşkera kir ku gel li Efrînê ye û xwediyê Efrînê jî gel e. Sê sal e kî ne li dijî çeteyên hov DAIŞ’ê şer dikin û axa Sûriyeyê diparêzin? Tevahiya cîhanê jî şahîdî ji berxwedana Kurdan re kir û Kurdan li Rojava, Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn dîrok ji nû ve nivîsand. Îro ev dîrok xwe li Efrînê dubare dike.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ PERGALA KURDAN E’

Bîrlik da zanîn ku gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê li dijî çeteyên hov yên DAIŞ’ê şerê rûmetê kirin û wiha pê de çû: “Li Efrînê çi hat guhertin ku îro Tirkiye êrîş dike, çima ji beriya niha dema çeteyên DAIŞ’ê li ser sînorên Kilîs û Hatayê bûn, êrîş nedikirin? Bi daxuyaniyên wezîrê karê hundir û waliyê Hatayê sedema sereke ya êrîşan tê xuyakirin. Hê ji niha ve ji bo Efrînê ketine nava hewldana tayînkirina Mamoste û Qeymeqam an. Ev êrîş û daxuyiyên wiha bi ti awayî nayên şîrove kirin, ev tenê dagirkirin e. Ev êrîşeke li dijî destkeftiyên 40 salan û li dijî avakirina pergala Kurdan e.”

‘BI ÇEKÊN NATOYÊ SIVIL TÊNE KUŞTIN’

Bîrlik destnîşan kir ku Tirkiye bi tanq, top û çekên NATO’yê welatiyên sivîl dikuje  û got, li hemberî vê kuştinÊ NATO û tevahiya cîhanê bêdeng e. Bîrlik bilêv kir her roj zêdetirî 70 welatiyên sivîl têne kuştin û wiha dom kir: “18 roj e bi tanq, top û balefiran gelê Efrînê tê qetilkirin. Ev komkujî jî bi çekên NATO’yê pêk tên û li hemberî vê jî NATO bêdeng e. Bi van êrîşan qaşo dê Efrinê bi demokrasiyê dîzayn bike. Her kes sedema sereke ya van êrîşan dizane, sedema sereke ya vê êrîşê jî li dijî vîna Kurdan a dixwaze xwe bi xwe bi rêve birinê ye.”

‘LI CIZÎRÊ JÎ SIVÎL KUŞTIN Û NIHA JÎ EFRÎNÊ SIVÎLAN DIKUJIN’

Bîrlik derbirî çawan li Cizîrê mirov bi zindî hatin şewitandin û qetilkirin, niha li Efrînê jî sivîl têne qetilkirin û cîhan ji vê yekê re bêdenge. Bîrlik bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: “Li kijan herêmê û cihê dema Kurd daxwaza statuyê û daxwaza pergala jiyanek nû bike rastî êrîş, qetilkirin û komkujiyan tê. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê jî di dema ‘Rêveberiyên Xweser’ de jî bi sedan sivîl hatin qetilkirin û raya giştî li hemberî vê bêdeng ma. Li cihên ‘Rêveberiyên Xweser’ jî bi tanq, top  û çekên herî giran êrîş kirin û sivîl bi zindî di jêrzemînan de qetilkirin. Niha tenê Ferqa Efrînê bi balefiran êrîş dikin û sivîlan qetil dikin. Her welat ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî li dijî qetilkirina sivîlan bêdeng in. Li Efînê jî Cizîra duyemîn tê jiyîn.”