Birayê Servet Tûrgût: Bila dilê wan jî bişewite

Leşkerên dewleta Tirk Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtibû û Tûrgût jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Naîf Tûrgût got ku, “Çawa dilê me şewitî, bila yê wan jî bişewite.”

Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê Îlonê de Servet Tûrgût û Osman Şîban piştî ku hatibûn destgîrkirin ji helîkopterê hatibûn avêtin. Servet Tûrgût ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Birayê wî Naîf Tûrgût di şînê de axivî û got, “Em bang li hemû dinyayê dikin, bila ev bêhiqûqî li tu kesî neyê kirin.”

Tûrgût wiha doman: “Zilmeke mezin li me hate kirin. Ev kes ji mala xwe derket û kîsên gihayê didirût. Ev kesekî hejar bû, ne kesekî zalim bû. Zilmekek mezin li vî kesî hate kirin. Bila Xwedê vê hovîtiyê qebûl neke. Çawa dilê me şewitî, bila yê wan jî bişewite. Ev kes ji helîkopterê avêtin û ew qetil kirin. Em bang li hemû dinyayê dikin, bila vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin.”