Binpêkirinên di nava 6 mehan de li Kurdistanê hatine kirin

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê binpêkirinên di nava 6 mehan de li Kurdistanê hatî kirin, bi raporekê eşkere kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a Bakurê Kurdistanê ya 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an bi civîneke çapameniyê eşkera kir.

Rapor, li avahiya ÎHD’ê ya Amedê bi çapameniyê re hat parvekirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, Serokê Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn û rêveberên şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Guven beşdarî civînê bûn.

DARAZ N BÊALÎ YE

Beriya eşkerakirina raporê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray axaftinek kir û destnîşan kir ku li herêmê ji bo Pirsgirêka Kurd di polîtîkayên otorîter ku xwe dispêrên tundî û şer de tê israrkirin û ev jî di civakê de dibe sedema tabloyeke bi xof. Bataray, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya şer de û tundiya li ser jinê jî got ku bêalîbûna darazê nemaye.

TECRÎDA LI SER OCALAN

Bataray, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Girava Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê pêkanînên derveyî hiqûqê û binpêkirinên mafan didomin û ev tişt got: “Bi berdewamkirina tecrîdê re şerê ku nikarin bên telafkirin diqewimin. Ji bo careke din serî li bêşerî û diyalogê bê dayîn divê şertên ku Ocalan karibe vê misyona bigire ser xwe bên avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.”

RAPOR

Piştî Bataray Nûnerê ÎHD’ê yê Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Abdusselam Înceoren rapora binpêkirinên mafan ku amade kiribûn aşkera kir. Rapor bi hûrgiliyên xwe wiha ye:

“Bi hinceta ku li hişyariya raweste nesekinîne kesek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Li girtîgehan 2 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 leşker û polîs bi awayekÎ guman jiyana xwe ji dest dan. Rêveberekî partiyeke siyasî di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û 3 xebatkarên tenduristiyê di encama êrîşê de birîndar bûn. Di şer de 14 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 15 jê jî birîndar bûne. 78 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. Kesek sivîl jî di şer de jiyana we ji dest da. Di encama çalakiyên çekdar de 15 mirin û 23 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê endamên rêxistinê ve hat kuştin. Li ser sînor kesek hat kuştin. 13 kes jî qefilîn û mirin. Di encama teqîna mayînê de zarokek mir. 3 jê zarok, 12 jê jin û 4 jê zilam bi giştî 19 kes bi awayekî guman mirî hatin dîtin.

HERÊMÊN EWLEHIYA TAYBET Û QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Li herêmên şer lê hene, li bajaran di sînor ê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Cenazeyê endamekî rêxistinê bi PTT’ê ji malbata wî re şandin. 8 caran gorên endamên rêxistinên hatine hilweşandin.

20 JINAN ÎNTÎHAR KIR

Li herêmê 20 jinan întihar kir û jinek jî helw da întihar bike. 14 jin bi tundiya di nav malbatê de hatin kuştin û 13 jin ji bi tundiya ku li wan hat kirin birîndar bûn. Li jinekê destdirêjî hat kirin. 8 jin di encama êrîşê de hatin qetilkirin, 6 jin jî bi tundiyê birîndar bûn. Li 4 jinan êrîşa zayendî hat kirin û fihûş li jinekî hat ferzkirin. 3 zarokan întihar kir. Zarokek di encama tundiya nav malê hat qetilkirin. Di nav malbatê de li 2 zarokan tundiya zayendî hat kirin. 3 zarok di encama tundiya ku di nav civakê de li wan hat kirin mirin û 4 zarok jî birîndar bûn. Li 204 zarokan tundiya zayendî hat kirin. Li dibistanê jî tundî li 2 zarokan hat kirin.

441 GIRTÎ HATIN SIRGÛNKIRIN

61 kes li ne li cihê binçavkirin tundî li wan hat kirin. 22 girtî jî li girtîgehê êşkence û memeleya Erab li wan hat kirin. Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin. Mafê 35 girtiyan jî hatin binpêkirin.

769 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di mehên destpêkê de li herêmê 16 jê zarok 769 kes hatin destgîrkirin û ji vana jî 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.”