Bîlîcî: Desthilatdariyê darbe ji xwe kir firsend

Hevserokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir, AKP'ê ji bo tasfiyekirina mûxalîfan, hewldana darbeyê ji xwe re kir firsend û got, "Bi pêkanînên Rewşa Awarte re pêşî li darbeyê nayê girtin."

Kêm ma ye Rewşa Awarte, ku roja 20'ê Tîrmehê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ve hate ragihandin, saleke xwe dagire. Di nava salekê de AKP'ê îspat kir ku rewşa awarte li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan hatiye ragihandin. Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê û Alîkarê Hevserokên Giştî Racî Bîlîcî saleke Rewşa Awarte nirxand.

'DESTHILATDARIYÊ PÊŞÎ LI RÛDANA DARBEYÊ VEKIR'

Bîlîcî bibîr xist, ku Rewşa Awarte ji bo herêmê ne tiştekî xerîb e û anî ziman, yên ku hewl dan darbeyê bikin, li herêmê bi operasyonên xwe rê li ber binpêkirineke mezin a mafên mirovan vekiribûn û ev jî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve dihate parastin.

Bîlîcî da zanîn, ku ji bo polîs û leşker ji ber van kiryarên xwe neyên darizandin hikumetê qanûn derxist û got, "Desthilatdariya siyasî, welê kirin ku bi ti awayî kesî nekarî dest bi hêzên çekdar û cerdevanên li herêmê operasyon dikirin. Ev rewş dihate vê wateyê; 'Hûn derdikevin derveyî hiqûqê, ya jî mafên mirovan binpê dikin, ya jî mirovan dikujin, bikin. Ev qet ne pirsgirêk e. Zirxê we yê destnedanê heye'. Ji ber ku hêzên çekdar bi vî şertî hatin herêmê; 'Eger wê dest nedin me, hingî em ê operasyonan bikin'. Û demeke dirêj jî bi vî rengî tevgeriyan. Hemû derketin derveyî hiqûqê. Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Farqînê karên li derveyî hiqûqê kirin. Wê demê me bang li desthilatdariya siyasî kir.  Me jê re got, ku li vê derê hêzên ewlekariyê derdikevin derveyî hiqûqê û me xwest, li hemberî vê rewşê tiştek were kirin. Me got, yên derdikevin derveyî hiqûqê derxîni pêberî dadgeriyê. Me ragihand, ku şer jî xwedî pîvanekî ye, lê niha li qadên sivîl di asteke giran de mafên mirovan tên binpêkirin, bê pirs mirov tên kuştin, kiryarên nebaş zêde bûne û binçavkirin kêfî ne. Mixabin desthilatdariya siyasî destek da kiryarên li vê derê û bi vî awayî pêşî li darbeyê vekir."

'DESTHILATDARIYÊ DARBE JI BO XWE KIR FIRSEND'

Bîlîcî diyar kir, piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte hate ragihandin, ev yek di bin navê 'têkoşîna li dijî darbekaran' de hate kirin û got, "Lê mixabin desthilatdariya siyasî Rewşa Awarte ji xwe re weke firsendekê dît, kir firsend û bi vî rengî tevgeriya. Pratîka ku bi biryarnameyan kiriye, vê rastiyê radixe pêş çavan. Mirovên ku ti eleqeya xwe bi darbeyê re nîne, nepêkane ku di nava pêvajoya darbeyê de cih bigirin û emrê xwe bi têkoşîna li dijî darbeyan derbas kirine, niha li girtîgehê ne. Hatin binçavkirin, hatin deqkirin, ji kar harin derxistin, hatin girtin yan jî neçar hatin hiştin ku welêt biterikînin."

Bîlîcî da zanîn, desthilatdariya siyasî êrîşî her kesên mûxalîf kir û anî ziman, dest danî ser gelek weşanên çapemeniyê yên mûxalîf, weşana gelek ji wan bi rengekî kêfî sekinand, bi dehan rojnamevan girt û bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji kar derxist. Bîlîcî got, "Rewşa Awarte veguherî çoyekî desthilatdariya siyasî. Bi rêya vê yekê bi hêsanî biryarname derxistin û xistin meriyetê. Dadgerî, çapemenî-weşand, eşker û emniyet kontrol kirin û hewl dan dengê mûxalîf bibrin."

Bîlîcî destnîşan kir, ku îşkence di dema Rewşa Awarte de bi rengekî vekirî hate kirin û anî ziman, bi pêkanînên kefî yên Rewşa Awarte re hesab ji berpirsyaran nayê pirsîn.

'BI PÊKANÎNÊN REWŞA AWARTE RE PÊŞÎ LI DARBEYÊ NAYÊ GIRTIN'

Bîlîcî destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte re pêşî li darbeyan nayê girtin û wiha dewam kir: "Darbe bi vî rengî nayê astengkirin. Bi pêkanînên kêfî re hiqûq tê binpêkirin. Binpêkirin zêde bûye. Yên bi erka cemaweriyê li herêmê wezîfeyê dikirin, bi rengekî kêfî azadî û mafên bingehîn ên welatiyan mîna ku tiştekî normal be, asteng dikin. Dibin sedema mexdûriyetê. Ji ber vê yekê divê desthilatdariya siyasî dawî li Rewşa Awarte bîne. Bi dadgeriyeke serbixwe û bê alî, divê mexdûriyeta mirovan ji holê were rakirin û derkevin pêşberî dadgeriyê."

PÊWÎSTE HEVDÎTIN BI OCALAN RE BÊ KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Racî Bîlîcî ji bo qedandina kaosa heyî ev pêşniyar kir: "Li herêmê şer û operasyon hene. Hûn Rewşa Awarte rakin jî ranekin jî tiştek nayê guhertin. Ji ber vê yekê em dibêjin, divê şer biqede. Pêwîste hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ji nû ve dest pê bikin. Tecrîd bê rakirin. Lazim e bibînin ku bi dagirtina girtîgehan re çareserî nabe. Divê giraniyê bidin ser demokratîkbûnê û helwestek li ser bingeha mafên mirovan were nîşandan."