Qada Perwerdeyê jî yek ji wan qadan bû ku ji ambargoya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser hatî danîn, bandor bû. Lê tevî vê yekê jî Qada Perwerdeyê bi rêxistinkirin û girtina tedbîrên xwe, li ber ambargoyê rabû. Hevberdevkê Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Xelîl Bîlen, têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.
PDK DERFETÊN XWENDINA ZANKOYÊ YA LI HEWLÊRÊ ASTENG DIKE!
Mamoste Xelîl Bîlen da zanîn ku ew di sala 1998’ê de ji Nînova ji ber zilma dewleta Tirk û PDK’ê hatin Mexmûrê û got: “Li gorî demê berê rewşek ji bo çûyîna zanîngehê tune bû. Piştî ku hikûmeta Sadam ket, perwerdeya Mexmûr girêdayî Herêma Kurdistanê bû. Wê demê bi taybet rewşa xwendina Mexmûrê û rewşa girêbestên mamostayan, endamên şaredarî û tenduristiyê ketin rojevê û wê demê hatin pejirandin.
Bi taybetî di sala 2005’an de êdî girêbest hatin çêkirin. Piştî ku girêbest hatin çêkirin xwendekar bi ezmûnekî giştî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbasî Hewlêrê dibûn. Heta niha zêdeyî 1000 xwendekarên me ji zankoyên Hewlêr û zankoyên din ên Kurdistanê mezûn bûne, lê ji vê rojê heta niha ti xwendekarên me ne hatin damezrandin. Bi taybet di sala 2017’an de bi hatina Hijdî Şehbî re rewş hinek hat guhertin, piştî referandumê rewşa perwerdeya Mexmûrê jî hat guhertin. Ji ber ku herêma Mexmûr ket di bin destê hikûmeta navendî ya Iraqê de. Lê wê demê xwendin nehat astengkirin, girêbestên me hatin çêkirin. Bi taybet piştî 2019 û pê ve hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK’ê nehişt xwendevanên me biçin Hewlerê, 2018 jî xwendekarên me tevlî ezmûnan bûn encamên wan hatin, lê nehiştin biçin zankoyên Herêma Kurdistanê û heta îro jî ev astengî didome.”
‘PERWERDEYA LI MEXMÛRÊ, TEVÎ HER ZORÎ Û ZEHMETIYAN DIDOME’
Bîlen ragihand ku piraniya xwendevanan bi xeyalên zankoyê dibistanê dixwîne û wiha pêde çû: “Dibe ku ji bo mirovekî xwedî pîşe xwendina zanko ne şert be, lê her kes dixwaze bibe xwedî dîplomeya zankoyê. Lê xwendekarên Mexmûrê ji mafê xwendinê bê par dimînin. Di heman demê de ev yek bandorê li mamostayan jî dike. Ji ber ku ev 3-4 sal in girêbestên mamostayên me nehatin nûkirin, xwebexşane kar dikin. Li ti derê cîhanê tiştek welê tune ye. Heta pênûsekî jî ti alîkarî ji bo perwerdeya Mexmûrê nayê kirin. Hemû bi îmkan û derfetên xwe pêk tînin. Tevî her tiştî jî xwendina li Mexmûrê dewam dike.”
HEWLDANA AVAKIRINA BINGEHEKE ZIMAN A JI BO SEDSALAN
Mamoste di dewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Dema ku destpêkê perwerdeya Mexmûrê hat astengkirin, Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê ji hemû hevalên xwe xwest ku heta niha kar û xebatên hatine kirin divê du qat zêde bibin, heta niha çi hêviyên wan hebe ew hêviyên wan bibin du qat. Armanca wan bi ambargoyê ew bû ku di perwerdeyê de xemsarî û dudilî bidin çêkirin û ciwanên vê derê teşwîqê tiştên ne baş bikin. Em di ferqa vê hewldanên wan de bûn, ji ber vê me ji hevalên xwe yên mamostayan xwest ku di xwendekaran de bê hêvîtî nedin çêkirin û bi wan re hîn zêdetir eleqeder bibin. Me li ser vê esasê gelek hevdîtin, civîn û komxebat pêk anîn. Ji bo ku em vê rewşa heyî derbas bikin, em bi şandeyên ji derve û Iraqê re di nava têkiliyê de ne. Em bi hêvîne çi dibe bila bibe, derî li ser me bên girtin, derdorên me dorpêç jî bikin em dest ji xwendina vê derê na berdin. Ji ber ku em vê karê xwe ne tenê ji bo îro û sibê dikin. Em dixwazin bingehekî ava bikin û ev bingeh bi sedsalan bidome û li seranserê Kurdistanê zimanê Kurdî yê li Mexmûrê tê dayîn, bibe zimanekî netewî.
Li wargehê 13 dibistanên me hene. Di dibistanên me de keç û kur bi hev re dixwînin, di giştî Iraqê de di dibistanên navîn û amadeyî de tenê hemû xwendekarên me bi hev re dixwînin. Heta di Rojhilata Navîn de di kêm welatan de ev tişt heye. Li gor nêrînên min rewşa perwerde hem di aliyê mamosta û hem jî di aliyê xwendekaran de hîn baştir e.”
‘BÊHÊVÎTÎ DI PERWERDE Û MAMOSTEYÊN ME DE TUNE YE’
Mamoste Bîlen bilêv kir eger ku xwendevanên wan nikaribin biçin Hewlêrê, divê bikaribin li herêmên di bin destê YNK’ê û Iraqê de bixwînin û wiha got: “Me bi Wezîrê Perwedeya Iraqê re hevdîtin pêk anî, lê dibêjin Mexmûr di aliyê perwerdeyê de tenê girêdayî Hewlêrê ye. Ji ber vê ne Mûsil û ne jî Kerkûk xwendevanên me nagirin. Daxwaza me jî ew e ku xwendevanên me biçin Silêmanî û li vir bixwînin. Lê ji bo vê piştgirî nayên dayîn. Ji be vê yekê divê em xwe hinek tiştan biafirînin. Nimûne mirov dikare li wargehê beşên mobîlya, elektîrîk, aluminyûm, marangoz, atolyeyên wêne û muzîkê bidin çêkirin ku berê xwendevanan bidin pîşeyekî. Hewldan û projeyên me hene, lê em hinek di aliyê madî de pirsgirêkan dijîn. Lê hemû hevalên me yên komîteya perwerdeyê di dewamkirina perwerdê de bibiryar in. Bêhêvîtî di perwerde û mamosteyên me de tune ye.”
‘EM DIXWAZIN PERWERDEYA LI MEXMÛRÊ, BIGIHÎNIN ASTA HERÎ JOR’
Hevberdevkê Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Xelîl Bîlen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Madem ku herêma PDK’ê xwendina xwenkarên me ya zanîngehê qebûl nake, bila herêma Silêmaniyê qebûl bike. 6 zanîngeh di bin destê YNK’ê de hene. Divê xelkê Başûr bi taybet xelkê Silêmaniyê eger dibêjin em gelekî rewşenbîr in, divê ew jî di aliyê xwendinê de piştgiriyê bidin Mexmûrê. Em dixwazin perwerdeya li Mexmûrê, bigihînin asta herî jor.”