Bîlançoya êrîşa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê hate eşkerekirin

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên pêşmerge û gerîla yên li Kerkûkê kirin. Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin. 2 pêşmereyan jiyana xwe ji dest dan, 6 pêşmerge jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî navenda pêşmergeyan a li herêma Keywan a Kerkûkê kirin. Êrîş nîvê şevê saet di 03:00 de hate kirin. Ji ber êrîşê gerîlayên HPG û YJA Starê hêzên xwe şandin herêmê û li vê derê şerekî dijwar qewimî. Şer heta saet 05:00 dewam kir.

Di şer de 2 çeteyên DAIŞ'ê yên xwekuj, bombeyên li ser xwe pêçandibûn teqandin. 3 çete jî hatin kuştin. Li vê derê bi giştî 5 çete hatin kuştin. 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 6 pêşmerge jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'e kincê pêşmergeyan li xwe kiribûn û bi vî rengî êrîş kirin.

Fermandarê Pêşmergeyan Lîwa Hîwa Abdullah piştî êrîşê li herêma şer bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir, çeteyên êrîş kirine 'hêzên veşartî' yên DAIŞ'ê ne. Abdullah got, "Kincê pêşmerge li xwe kirine û bi vî rengî êrîş kirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin. 2 pêşmerge şehîd bûn, 5 pêşmerge jî birîndar bûn."

Abdullah bibîr xist, ku navçeya Hewîce ya Kerkûkê hê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin û got, "Heta ku DAIŞ li Hewîceyê hebe, wê gefa li ser Kerkûkê dewam bike."

Çavkaniyên HPG'ê jî diyar kirin, di şer de tiştek bi gerîla nehatiye.