Bîlanço giran e, psîkolojiya leşkeran têk çûye -Analîz

Dewlet Tirk fort dikir û digot, "Heta bihara sala 2017'an em ê gerîla biqedînin." Li hemberî vê yekê, gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd nahêlin ku artêşa Tirk a faşîst-dagirker xwe bilivîne.

Bi mehan e em ji têkçûna artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê re şahidiyê dikin.

Dewleta Tirk, operasyonên xwe yên dagirkeriyê, ku sala 2015'an bi navê "Plana Têkbirinê" da destpêkirin, sala 2017'an derxist asta herî bilind. Rayedarên dewleta Tirk û baronên şer digotin, "Em ê di biharê de biqedînin, wê kes êdî qala PKK'ê neke". Lê di dema dawî de deng ji van rayedaran nema tê. Ev bêdengî ji ber performansa gerîla ya li qada têkoşînê ye. Artêşa Tirk a dagirker, ku tevî hemû teknîka xwe bi mehan e li qadên gerîla operasyonên dagirkeriyê dike, li pêşberî berxwedana gerîla gelek kuştî da û neçar ma xwe vekişîne.

Bi mehan e em şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dişopînin. Agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî û gerîla girt û çavdêriyên me bi xwe, rastiya şer bi zelalî radixin pêş çavan. Ligel propaganda reşkirinê û medya dewleta AKP'ê jî, şerê li Kurdistanê bi însiyatîfa gerîla dimeşe.

Artêşa Tirk a dagirker, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Serhed, Dersim, Garzan, Amed, Botan û hemû herêmên gerîla lê ne, tevî bi hezaran leşker û teknîka xurt, operasyonên dagirkeriyê dike. Lê belê planên li ser maseyê diyar kirine û hêviya ku ji van operasyonan dikin, li ser rûyê erdê bi cih nayên. Tevî ku hewl didin vê rastiyê ji raya giştî veşêrin jî, bi rêya nûçegihanên li qada gerîla û Gerîla TV rastî derdikeve holê. Artêşa Tirk li gel teknîk û teknolojiya xwe jî li pêşberî rêbaza tevgerê û hunera şer a gerîla gelek kuştiyan dide.

Artêşa Tirk ku di destpêka biharê de li herêma Tendurekê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, li pêşberî berxwedana gerîla zêdeyî 80 kuştî da û xwe vekişand. Her çend di medya xwe de xwe serketî nîşan da jî dîmenên ku ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin, careke din nîşan da ku serketin a gerîla ye. Ji xwe artêşa Tirk a dagirker ji ber ku li Tendurekê bi ser neket, vê carê li dijî keleha gerîla Botan û Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Lê di van operasyonan de bi ser neket û mîna têkçûna 2008'an a li Zapê, vê carê jî gelek kuştî da û bi bayê bezê neçar ma bireve. Helîkoptera ku li Botanê hate xistin, hêza operasyonê şikand û leşkerên Tirk li pêşberî çalakiyên gerîla li herêmê ketiye nava tirs û fikareke mezin. Di nava travma psîkolojîk de ne. Artêş û dewleta Tirk ku nekarî di van operasyonan de bi ser bikevin, vê carê bi gotina "Em ê di pêvajoya bicihbûnê de gerîla biqedînin" a klasîk hewl da atmosfereke xapandinê (ji bo neteweperestan) biafirîne. Bi vê yekê re li herêma Xeregol a Zapê û herêma Barzan a Zagrosê dest bi operasyona dagirkirinê kir. Lê li gorî çavdêriyên me yên li herêmê, ev operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk jî wê têk biçe.

ARMANCA OPERAYSONA DAGIRKIRINÊ?

Zagros ew çiya ne ku gerîlayên Kurdistanê ti carî dest jê bernadin. Ji roja destpêkirina berxwedana gerîla, berxwedana çekdarî û vir ve ev çiya bûye cih û war ji gerîla re. Herêm gelekî dijwar e, newalên wê kûr e. Mîna generalên niha operasyonê dimeşînin, yên wextekê li vî çiyayî operasyon kirin gotin, "Deşt û newalên welê hene, ku dikarin bi hezaran leşkerî daqurtînin". Gerîla ku bi erdnîgariyeke bi vî rengî re bûye yek, têkoşîna azadiyê bi rengekî bê navber gihandiye serdema heyî. Û gerîla di vê erdnîgariya dijwar de di her firsendê de derbên giran li operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dixe. Gerîlayên azadiyê yên Kurd bi çalakî û operasyonên xwe, dikin ku artêşa Tirk gelek kuştiyan bibe. Ev yek jî di nava leşkeran dibe sedem ku tirs, pirsgirêkên psîkolojîk û travmayên giran der bibin.

Bi rêya operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a 27'ê Îlonê re ku li herêma Barzanê dest pê kir, hat xwestin ku li cih û warên gerîla li Zagrosan pêşî li liv û tevgera gerîla were girtin. Ya li Xeregolê tê kirin jî operasyoneke bi vî rengî ye. Gotina "Di biharê de wê gerîla biqede, wê kes nema navê gerîla bilêv bike" li ku ma? Ev gotin û rewşa li ser rûyê erdê li hev nayên. Raya giştî vê yekê çawa dibîne nizanim, lê rewşa li çiyayên Kurdistanê bi vî rengî ye.

Operasyonên ku niha artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê dimeşîne, eger gotin di cih de be, 'ji bo rizgarkirina namûsa dewletê ye'. Yanî dixwazin bêjin, 'me nekarî biqedînin, qet nebe em bi gotinên; me derbên giran lê dan, derdorên neteweperest, şovenîst ên li nava civaka Tirkiyeyê bixapînin'. Dixwaze sezonê bi rizgarkirina gotinên Suleyman Soylû ku tevlî gelek bûyerên bi xwîn bûye û rizgarikrina namûsê bigirin. Lê belê rewşa li ser rûyê erdê ewçend hêsan nîne. Artêşa Tirk li pêşberî her çalakiyên gerîla têk diçe. Rayedarên dewleta Tirk ku ji vê rewşê aciz in, çi sivîl çi jî gerîla êrîşî her ferdekî Kurd dikin. Komkujiyên ku dewleta Tirk li herêmên Zagros û Zapê li dijî gelê sivîl kir, nîşaneya şênber a vê yekê ye.

LEŞKERÊN TIRK GELEK KUŞTIYAN DIDE

Artêşa Tirk tevî teknolojiya pêşketî, bi obus, hawan, tank, ÎHA, SÎHA û balafirên şer herêmê timî bombe dike. Ligel vê bomberdûman û operasyonên leşkerî jî, gerîlayên HPG û YJA Starê bê navber çalakiyan li dar dixin û artêşa TC ji ber van çalakiyan gelek kuştiyan dide. Mîna ku ji daxuyaniyên rojane yên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê tê fêhmkirin bîlanço gelekî giran e. Bêguman hejmara kuştiyên leşkeran roj bi roj zêde dibe. Herçend hewl didin ji raya giştî veşêrin jî, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, psîkolojiya leşkeran têk çûye.

Di van rojan de ku mehên dawî yên sala 2017'an e, operasyonên artêşa Tirk ên girtina sezonê bi xwarina derbên giran diqedin. Xuya ye, di sala 2018'an de berxwedan û moralê gerîla wê bi berxwedaneke mezintir bê dîtin.