'Bila dewlet dest ji me berde'

Dewleta Tirk, di çarçoveya hewldanên xwe yên hilweşandina Sûrê de, Fîskayayê weke 'herêma bi rîsk' ragihand û dixwaze talan bike. Sidika Alkan a 90 salî, ku li Fîskayayê dijî ji dewletê xwest, ku dest ji wan berde.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê, beşa destpêkê ya hilweşandinê ku 23'ê Gulanê bi navê 'veguherîna bajarvanî' de dest pê kir, ber bi dawiyê ve diçe. Li taxa ku bi bendan dor lê hatiye girtin, hilweşandina xaniyan qediya. Li vê herêma ku wê veguhere navenda rantê, niha jî hîmê avahiyan tê danîn. Şêniyên Sûrê jî bi endîşe, jiyana xwe didomînin. Beşên duyemîn û sêyemîn ên hilweşandinê, ku naveroka wan hê jî ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve nehatine eşkerekirin, wê di rojên pêş de dest pê bikin.

Di çarçoveya biryarnameya ku bi biryara Desteya Wezîran a 23'ê Adara 2016'an hate wergirtin de, hilweşandina xaniyên li taxên Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Cevat  Yilmaz, Alîpaşa û Lalebeyê, ku 82 ji sedî yê navçeya Sûrê ye, dewam dike. Ev karê hilweşandinê radestî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê û Şaredariya Yenîşehîrê hatiye kirin, ku bi destê qeyûm hatiye desteserkirin.

NIHA JÎ ÇAV BERDANE FÎSKAYAYÊ

Biryar hate dayin, ku herêma Fîskaya (taxên Dîcle û Ferîkoşk) a navçeya Yenîşehîrê, weke "qada bi rîsk" bê ragihandin û hilweşandin. Biryara li ser mijarê ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hate îmzekirin û 18'ê Tebaxê li Rojnameya Fermî hate weşandin. Bi vî rengî kete meriyetê. Tevî ku taxên Dîcle û Ferîtkoşkê di nava sînorên Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya ÛNESCO de cih digirin, weke "qada bi rîsk" hate ragihandin.

CIHEKÎ KU SIDIKA YA 90 SALÎ BIÇÊ NÎNE

Eger li her du taxên Fîskayayê yên hatine cemawerîkirin xanî bên hilweşandin, wê 12 hezar mirov ji cih û warên xwe bibin. Piraniya mirovên li van her du taxan dijîn, di salên 90'î de dema ku gund hatin şewitandin bi zora dewletê koç kirin û li vir bi cih bûn. Yek ji mirovên ku ev hilweşandin bandorê lê bike, Sidika Alkan a 90 salî ye ku bi tena serê xwe dijî. Alkan dibêje, ew ê mala xwe neterikîne. Alkan destnîşan dike ku cîrantiyeke xurt li taxê heye û bi alîkariya cîranan jiyana xwe didomîne. Alkan tîne ziman ku bi hilweşandina xaniyê wê re devereke ku ew biçê nîne û dibêje, "Ez bi tena serê xwe dijîm. Eger min ji vê derê derxînin, cihekî ez biçim mîne. Êdî bes e, welatê me şewitandin. Bila min li vir veşêrin, lê min ji vir dernexînin."

'DIXWAZIM HETA DAWIYA EMRÊ XWE LI VIR BIM'

Sidika Alkan destnîşan dike, ku zilma dewletê li ser serê wan kêm nebûye û wiha dewam dike: "Dewlet bi salan e zilmê li me dike. Beriya 27 salan piştî ku gundê me yê li Êlihê hate şewitandin, tevî hevserê xwe min koçî vir kir. Ji ber ku zarokên me tine ye, tenê hevserê min alîkarî dida min. Piştî ku hevserê min jiyana xwe ji dest da, li vir bi tena serê xwe mam. Piştî hevserê min, cîranên min bûn malbata min. Niha jî dewlet dixwaze me ji xaniyên me derxîne. Ez dixwazim li vir bimirim. Bi aramî, bêyî êşê bikişînim dixwazim li vir bimirim. Bila dewlet bes zilmê li me bike. Yê misilman be, nikare vê zilmê bike."