Bila dengê çivîkan jî nebihîze! -25

Bi sala 2008’an re dewleta Tirk rêbazên êşkenceyê yên dûrî ji aqil, li Îmraliyê xiste meriyetê. Porê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zorê kur kirin, ji bo çivîk xwe li se danînin û deng dernexînin, darên li derdora hucreyê hatin birîn.

Li rejîma Îmraliyê ji 2006’an û pê de cezayên hicreyê ku jê re ‘êşkenceya spî’ tê gotin wê bibûya kirineke jirêzê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12’ê Tîrmeha 2016’an dema bi parêzerê xwe re axivî ji bo ku gotibû, ‘’Ji bo çareseriyê û aştiyê divê rêya siyaseta demokratîk lê were vekirin’’ radyoya wî, rojname /pirtûkên li odeya wî jê hatine standin. Nehiştine ku derkeve cihê ku hewayê lê distîne, cezayê hicreyê yê 20 rojan lê hate birin. Ocalan ê ku jixwe di hicreya yek kesî de dihate girtin, carekê jî ji bo 20 roajn wê bi dîwarê spî re bi serê xwe bimaya.

Ocalan di parastina xwe de ya ku li dijî cezayê ji Lijneya Disîplînê ya Girtîgehê re nivîsîbû, radigihand ew ê fikrên xwe yên li ser çareseriya demokratîk bi domdarî vebêje.

‘’Di axaftinên min de ya ku herî pir bêhna min teng dike ew e ku herdu alî jî rewşa min a zehmet ji bo xwe weke avangtajekê bi kar tînin. Ez hewl didim bi lêrawestînî vebêjim ku vê rast nabînim. Ez vê hem ji bo PKK’ê û hem jî ji bo dewletê dibêjim, ku hesabên şaş dikin. Heke ti rêyeke jêderketinê, çareseriyê neyên îşandan, bi hezaran mirovên li çiyayan wê çi bikin? Tespîteke objektîkf e ku rêyê çareseriyê yên bi yasayan bixitimin şer wê giran bibe, pirsgirên giran ên girseyan wê veguherin ser teqînan. Ev ne talimat e. Ez careke dî diyar dikim, ji bo ku şaş neyê fêhmkirin, hişyarî û pêşniyazên xwe yên ji bo derkeve ez ê dîsavebêjim, bi girîngiyeke dîrokî ye derdorên pêwendîdar bi berpirsyarî tevbigerin û bibin xwedî helwest, tercîha min a sereke ye ku peywirên xwe yên derheqê aştî û çareseriya demokratîk de bi cih bînim.’’

BI MILYONAN MIROV: OCALAN VÎNA MIN A SIYASÎ YE

Wan rojan ku rejîma êşkenceyê ya dewleta Tirk danî ji hedê xwe derketibû Kurdan Jî dewreya pêşî ya kampanyaya dîrokî ku ev 10 meh bû didomandin, temam dikirin. Encamên kampanyaya Tevgera Welatiyên Azad ku di navbeyna 2005-2006’an li Tirkiyê û Kurdistanê bi navê ‘’Kampanyaya Ocalan Vîna Min a Siyasî ye’’ dabû destpêkirin, 20’ê Cotmeha 2006’an bi civînekê çaemeniyê li Enqerê hate eşerekirin. Li gel ku bi sed hezaran aktivîsên kampanyayê ji hêla polîsên Tirk ve hatine destgîrkirin jî 2 milyon û 243 hezar kes gotibû, ‘’Ez Kurdistaniyek im û Abdullah Ocalan li Kurdistanê weke vîna siyasî dibinim û qebûl dikim’’ û îmze kiribû. Ji van îmzeyan 1 milyon û 200 hezar jî li Ewropayê hatibûn komkirin.

Ev kampanya ku salên din yên ku îmze avêtin wê ji 10 milyonî bibihuriye bêguman ne cara pêşî bû, beriya wê jî, bi navên cüda ji bo tecrîda li ser Îmraliyê were şikandin, ji bo başkirina şertên tendiristî û jiyanê ya Ocalan û ya herî girîng jî ji bo azadkirina Ocalan du kampanyayên girseyî hatibûn kirin.

*Girtiyên li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê 10’ê Kanûna 2001’ê bi navê ‘’Kampanyaya Xwedîderketina li Rêbertî û Parastina Rêbertî’’ starta kampanyaya pêşî dan. Girtiyan bi çarçoweya kampanyayê girêvên birçîbûnê yên dorveger, derneketinya hevdîtinên vekirî û revîran çalaki kirin. Kampanyaya ku li girtîgehan dest pê kirî û di demeke kurt de li bajarên Kurdistanê, piştre li Tirkiyê û Ewropayê bi meşen mezin û daxuyaniyên çapemeniyê domand. Kampanya 15’ê Sibata 2003’an qediya.

*Kampanyaya ‘’Ji Rêbertî re azadî’’ ku Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) pêşengiya wê kirî û 1’ê Sibata 2004’an dest pê kirî heta 1’ê Gulana 2004’an dom kir. Bi kampanyayê re bi sed hezaran imzeyên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin komkirin teslîmî Meclîsa Tirkiyê hatin kirin.

RÊBAZÊN NÛ HATIN SAZKARKIRIN

Piştî ku vîna Ocalan bi ti rêbzên êşkence û tecrîdê nehate şikandin, bi milyona kes li dorê kom bûn, dewleta Tirk li Îmraliyê wê dest bi ceribandina rêbazên nû bikira. Li ser îhtîmala dibe ku Ocalan hatibe jehrdan, 2007’an mînakên ji pora wî hatibûn standin li Italya û Swêdê li du laboratuvaran hatin lêkolan. Mûyên ji pora Rêberê Gelê Kurd dibû ku derheqê tendiristiya Ocalan agahiyên teqez bidana. Daxuyaniya ku raya giştî ya Kurd bi meraq li bende bû, 1’ê Adara 2007’an li paytexta Italyayê Romayê hate kirin, ku Rêberê Gelê Kurd 66 rojan lê mabû.

FÎRMAYA MHP’YÎ ODEYA OCALAN BOYAX KIR

Li gorî raporan ku îmzeya şandeya pisporan li ser bû, di mûyên pora Ocalan de rêjeya krom û elementa stronsiyûmê li gorî ya giştî zêdetir bû û vê jî rîseke cidî ji bo tendiristiyê dianî. Bi kurtasî ji mûyên pora Ocalan hatibû tespîtkirin ku hatiye jehrdan. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Romayê aliyê Kurdan li pey hev daxuyanî didan. Murat Karayilan ji raya giştî re ragihand, dibe ku Rêberê Gelê Kurd ji boyaxa odeya wî jehrî bûbe, îhaleya boyaxkirina odeyê dane derdoreke MHP’yî û di destê wn de agahî hene ku vê fîrmeyê madeyên jehrî tevlî nav boyaxê kirine.

TENDIRISTIYA OCALAN TENDIRISTIYA ME YE!

Dengê, ‘’Bila şandeyeke bêalî biçe Îmraliyê lêkolînan bike’’ ya ji nav raya giştî ya Kurd bilind dibû, li nav rejîma Enqerê rê li helwesta ku dihate payin venedikir. Li ser vê di serî de li Ewroapyê li gelek welatên cîhanê û Kurdistanê bi sed hezaran mirovn derketin kuçeyan û bi gotina, ‘’Tendiristiya Ocalan tendiristiya me ye’’ li dijî jehranda Ocalan xwestin ku tevbigerin. Piştî ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafê Miorvan guh neda xwepêşandan, meş û çalakiyên bêîtîatiya sivîl a Kurdan, li Strasboûrgê ya Fransayê 11’ê Nîsana 2007’an 18 siyasetmedarên Kurd û aktivîst dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

BI JIYANÊ LI BER XWE BIDIN!

Ew girêva birçîbûnê ku 500 kesî jî bi dorvegerî destek didanê, di roja 39’an de, piştî peyama, Rêberê Gelê Kurd a ‘’Bi jiyanê li ber xwe bidin’’ bi dawî bû. Her wiha eynî demê 8 parlamenterên endamê Parlamentoya Ewropayê ji bo ku şandeyeke serbixwe Ocalan tedawî bike kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo vê kampanyayê di heftiyekê de 103 hezra û 417 îmze kom kiribûn, 11’ê Gulana 2007’an îmze dabûne Lijneya Rêveber a CPT’yê, CPT’yê li ser vê biryar dabû ku şandeyê bişîne Îmraliyê.

Şandeya CPT’yê ku di navbeyna 19-22’yê Gulana 2007’an de çûyî Îmraliyê derheqê têkiliya Rêberê Gelê Kurd a bi dinyaya derve û tendiristiya wî pêşniyazî da. Dewleta Tirk careke dî jî wê guh nedaya CPT’yê û li Îmraliyê wê tecrîd û konsepta ‘’mirina li zemên berbelavkirî’’ wê bidomanda. Wan roan wê geşedaneke girîng a 2007’an rûbidaya. Lijneya Giştî ya 5’An a KONGRA-GEL di navbeyan 16-22’yê Gulanê komî ser hev bûbû guherandina modêla rêxistiniyê ya Tevgera Azdiya Kurd li ber xwe danîbû.

AVAKIRINA KCK’Ê

Li Desteya Giştî ya ku bi tevlîbûna 213 delegeyên ku nûnerên Kurdên li çar parçeyên Kurdistan û dîasporayê dijî, Koma Komelên Kurdistan (KKK) a di çarçoveya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêzkiribû de bi navê Koma Civakên Kurdistan (KCK) hate guhertin. KCK ji KKK’ê cudatir, weke partiya sêwan a hemû nûnerên parçeyên kar bike. Ocalan dema rojên ku îlana KCK’ê dihate kirin ev gotibû: “Sîstema KCK’ê, sîstemeke diyalektîk a civakî ya demokratîk e. Kurdên ku li her parçeyekê, divê bi dewletan re diyalog û rêbazeke demokratîk pêş bixin. Ev ne li dijî hev reş û spî ye. Mimûne, Kurd û bi dewletên li herêmê re bi hev re dijîn, bi hev re têkoşîn dikin, lê divê yek wek reş û spî nebîne û hevdû îmha neke.

Bi taybet divê Kurd bi hişmendiya netewa demokratîk têkoşînê bike. Ji bo vê KCK hemû Kurdan temsîl dike, li her parçeyê li ser navê Kurdan polîtîkayê dike. KCK li Îranê, Tirkiye, Sûriye û heta Iraqê jî dikare li ser navê Kurdan hevdîtinê bike, dikare bi wan re diyalogên demokrtîk pêş bixe. Tirkiye eger ku bixwaze pirsgirêkê bi min re çareser bike, ez ê bi sifetê Serokê KCK’ê hevdîtin bikim û baxivim.

Xwe dispêre Xweseriya Demokratîk, siyaseta demokratîk, civaka demokratîk û komara demokratîk. Sîstema ku ez jêre dibêjim KCK, şeklê ku li Kurdan hatî ye. Ne polîtîkayên faşîst ên netewî û ne jî Îslama siyasî dikare pirsa Kurd çareser bike. Di vê mijarê de ti projeyeke wan tine. Xweseriya Demokratîk çareseriya herî maqûl û bê pêkanîne. Min ev di parêznameyên xwe yên nû de bi detayan nivîsand, dizanim ku federasyon jî dikare çareseriyê bîne.”

ÎLANA KCD (DTK)

Yek ji lingê din ê rêxistinkirinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiribû, 20’ê Cotmeha 2007’an li Amedê hate îlankirin. Wê rojê Tevgera Civak Demokratîk, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a hemû rêxistinên civaka sivîl di bin yek sêwanê de kom kir, îlan kir. Di belavoka KCD de ji bo Ocalan îfadeya ‘Rêberê Gelê Kurd’ hate bikaranî, hate xwestin ku Ocalan ji Îmraliyê ji bo cihek din bê veguhestin û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê bên çareserkirin, li ser bingehê etnîk û axê daxwaza Xweseriya Demokratîk û meclîsên herêmî kirin.

ÊDÎ BES E!

Di vê navberê de li Îmraliyê li ser hev cezayên hucreyê dihatin dayîn, rewşa Ocalan û tenduristiya wî zeng lê dida. Her ku diçû xirabûna rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanîna cezayê hucreyê yên li ser hev, cezayê disiplînê yê 5 caran, rojeva KONGREYA GEL a di navbera 11-16’ê Îlona 2007’an de hate kirin bû.

Delegeyên ku têkildarî tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike gotin; ‘Êdî bes e!’ demxeya xwe li kongreyê da. Ji ber vê di kongreyê de biryarek bi dirûşma ‘Êdî Bes e, Rêberê bijî bide jiyîn’ dest bi kampanyayeke ya ku milyonan li xwe bigire derket. Têkildarî kampanyayê ev hate gotin: “Kampanya me heta ku jiyana Rêber Apo bixe garantiyê, ji Girtîgeha Îmraliyê veguhêzin cihekî din wê bi biryardarî bidome.”

HEVDÎTINA BÛSH-ERDOGAN

Şerê li Kurdistanê bi gihiştina peyîza 2007’an hê zêdetir bû. Serdegirtina hêzên gerîla ya şeva 21’ê Cotmehê ya li ser tabûreke komando ya artêşa Tirk a li Oremarê, di carekê de rê li ber wê vekir ku Tirkiye û hêzên kurewî berê xwe vegerînin Kurdistanê. Ji ber vê yekê 5’ê Mijdarê li Washîngtonê di rojeva Serokwezîrê Tirk ê li gel Serokê DYE’yê yê Demê Bûsh de ‘Têkoşîna bi PKK’ê’ re hebû. Piştî hevdîtinê ji bo tesfiyekirina PKK’ê di asta cîhanî de pêvajoyek nû destpê dikir, li Îmraliyê jî dewleta Tirk êşkence û tecrîd di asta herî jor de xiste dewreyê.

RÊBAZÊN NÛ YÊN ÊŞKENCEYÊ

Dewleta Tirk sala 2008’an dest bi pêkanîna rêbazên êşkenceyê yên ku neyê hişê kesê li Îmraliyê xiste meryetê. Dewleta Tirk Hezîrana 2008’an bi zorê porên Ocalan qusandin. Ocalan di hevdîtina xwe ya 2’yê Tîrmeha 2008’an ya li gel parêzerên xwe li ser mijarê ev gotibû: “Porê min qusandin. Dewletê bi vê ‘Em kengê bixwazin dikarin te bixin kontrolê, em çi bixwazin dikarin bikin, tu di destê me de yî, 24 saetan di bin kontrola me de yî’ peyam da.Di destê min de rêbazên Îmralî hene, rêbazên li girtîgehên din hene. Qusandina porê li dijî vê yekê ye. Gotin divê em vê bikin. Wan jî gotin; ‘Em neçarin porên te biqûsînin’.”

‘Cezayên disiplînê’ yên weke amûrek tehdît û tolhilînê jî di mehên havîna 2008’an de wê di asta herî bêwijdanî de bihata pêkanîn. Di navbera mehên Gulan û Hezîranê de bi navbera rojekê cezayê hûcreyê yê 50 rojî hatin pêkanîn. Di hevdîtina parêzeran a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ya 23’yê Tîrmeha 2008’ê hate diyar kir ku piştî bidawîbûna cezayê hucryeyê ya 50 rojî û şûnde Rêveberiya Girtîgeha Îmralî ji bo wî gotiye; ‘Te 50 roj qedan, 50 roj din li pey tên’. Porên Ocalan li ber çavê wî hatin şewitandin, ji aliyê personelê girtîgeha hucreyê ve wê mazgala deriyê wê tim bihata vekirin û girtin, dîsa rê nehata dayîn ku pirtûk bê xwendin. Rêberê Gelê Kurd di vê hevdîtinê de li ser vê yekê vê dibêje: “Duh jî li ser mijara derketinê pirsgirêkek derket. Midûr bê ku hewce bike, dengê xwe bilind kir û hişyariya ku dem qediya ye kir. Dikarîbû vê yekê nazik jî bikira. Dema ku ew bi zimaneke xweş îfade dikin, ez spasiya wan dikim. Lê çima wiha dikin, hê min tam wateyek nedaye vê. Armanca wan bi derûnî min xistin û vîna min şikandin e, min ev yek ji bo midûr got; ‘Bi tiştên wiha biçin bi ser min de neyên’. Çek derbixin û guleyek biteqînin dengê xwe nakim, lê bi tiştên wiha biçûk bi ser min de neyên. Têkildarî vê mijarê min gilînameyek da.”

Pêkanînên dermirovî yên rejîma tecrîdê ya li Îmralî yên ketin dîrokê wê bi vê re sînordar nemaba. Darên ku li derdorî hucreya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima, ji bo çûk nevedin ser û nexwînin hatin birîn. Di hevdîtina 19’ê Mijdara 2008’ê de ya ku der hişmê mirovan ne Ocalan ev tişt got: “Li vir, du darên ku ji pencereya odeya ez lê bûn dixuya, niha tine. Berî du rojan ew birîn. Min nedixwest bê bêjim, lê ezê êdî bêjim. Çima ev dar birîn? Çûkan vedidan ser van daran, çûkan dixwendin, li ber bayê dihejiyan, şîn bûn, ev naxwazin ez hebûnên zindî bibînim. Ji ber vê dar birîn, dema lê dinêrim êdî daran nabînim. Tehemûla wan nînin ku darekê jî bibînim. Dîsa roja borî odeya min serobin kirin. Hemû kaxet û nameyên min belav kirin. Tayek jî nehiştin ku ez nameyên xwe pê girêbidim, hemû parçe kirin. Heta ku min sererast kirin, pir westiyam. Dema ku teslîm bibûma ma wê rewş wiha ba.”

SIBE: Pêvajoya Xabûr û qedexeya parêzera