'Bila Êzdî li rêz û rêçikên xwe yên berê xwedî derkevin'

Yadê Hezar Neso ya Êzdî bang li civaka xwe kir ku li rêz û rêçikên xwe yên berê xwedî derkevin, heke ew karibin nêzîkî bahweriya xwe bibin, ew ê hewceyî kesekî dî nemînin.

Di dînê Êzdiyan de bi xwe baweriyê kiriye ku ji parastinê heta bi çareseriya nexweşiyên fizîkî bi diya û xwezayê bêne dermankirin. Dayika bi navê Hezar bang li Êzdiyan dike ku li rêz û rêçikên xwe xwedî derkevin û pişta xwe bi kesî germ nekin, di dîrokê de ew bi xwezayê re jiyane.

Ji rêz û rêçikên Êzdiyan ku heta niha li herêmên Êzdiyan mane, di çîrok, dia û qesîdeyên dînî de mane, têkiliya Êzdiyan a bi xwezayê û piştgirîdana wan, dide diyarkirin ku di her milî de ew xwe rê ve dibin. Çi qasî Êzdiyan ji bo parastin û jiyanê serî li rêbazên cuda ne, di hemû milên jiyanê de hewl dane ku hemû hewcehiyên ji bo civakê bi cih bînin, ji nav xwe afirandine. Ji bo ku civak bikaribe li çanda xwe xwedî derkeve, yek ji mijara esasî baweriye. Gelek caran di nava Êzdiyan de tê gotin, ''Heke bahweriya te bi keviran, an jî bi daran were, ew kevir, dar wê bahweriya te neşkîne.'' Bi vê gotinê her demê Êzdiyan bahweriyeke emzin dane çiya, deşt, mizregh û nîşanên xwe yên pîroz.

Êzdiyan pir baweriya xwe bi diayan tînin. Di dînê Êzdiyan de sibehan û êvaran ji bo hemû miletan xêr, xweşî û aştî tê xwestin, piştre ji bo xwe vê dixwazin. Dema ku rojên teng bi ser Êzdiyan de hatine, alimên Êzdiyan bi civakê re berê xwe dana mizargehên xwe yên pîroz û bi gotina, ''Ya Xweda û Tawizî Melek tu me bi destê kesî ve nespêrî'' gotine, bi maneya ku desthilata kesî li ser wan neyê ferzkirin.

Çawa ku ji bo parastina xwe ev rêbaz danîbin û bahwerî pê anîbin, her wiha ji bo nexweşiyên fizîkî, weke serêşî, dilêşî û hwd. jî carinan dia li keviran, daran, axa cibgekî baqiq kirine. Hê jî gel bi vê hêviyê nêzîkatî li xwezayê dike. Yek ji sedema vê jî ew e ku Êzdî li şûna ku serdana bajar û welatên dereke bikin, hem ji ber zextên dijminan ên li ser dînê wan, hewl dane ku xwe bi xwe çaresriya her tiştî bibînin.

Ji van rêz û rêçikên Êzdiyan em ê behsa 'Dara Kevirê Şêxmend' bikin. Li Geliyê Şêxmend ku dikeve Bakurê Çiyayê Şengalê, kevirek heye û li kêleka kêvir dara kizwanan heye. Gelek terîş bi darê ve hene. Ev terîş bi rengê Hêlanên Zarokan pê ve hatine girêdan. Ji bo ku em rastiya wê xweştir fêhm bikin em çûne cem Yadê Hezar Neso, ku ji malbata Micêwirê Quba Şêxmend e. Yadê Hezar wiha behsa Dara Şêxmend dike: ''Di dîrokê de civaka me her demê li çiya maye, ji bo ku berê xwe nede derve û ji cihê xwe dûr nekeve, her wiha ji bo ku li nav civaka me bijî bijîk nebû, kesê ku bahweriya xwe jidil bi vê darê hebû, dibû xwezî zarok. Me gelek caran dîtiye, dayikên ku bi salan li hêviya zarokekî bûn lê zarok ji wan re çênedibûn, piştî ku bi dilekî paqij berê xwe dane vir û ji Şêxmeng hêvî kirine bibin xwedî zarok, ji wan re zarok çêbûne.''

 Dayê Hezar dide zanîna  ku ne tenê ji Şengalê belkû ji gelek cihên derve jî û hemû gund  û nafçeyên Şengalê jin berê xwe didin vir û ji bo zarok ji wan re çê bibin dua dikin.

Berê ji niha bêhtir bahweriya gel bi dia û nîşanên pîroz dihat lê zeman guheriye, gel êdî zêde bahweriya xwe bi van tiştan nayîne. Kesên ku serdana van cihan dikin  kêm bûne.  Heke nexweşiyeke wan biçûk jî hebe heban bi kar tînin, ev jî hemû ziyan e.

Yadê Hezar Naso ji bo xwedîderketina li rêz û rêçikan bang li Êzdiyan kir û got, ''Bila gelê me pişta xwe bi kesî girênede .Bab û bapîrên me çawa jiyabin divê em jî wiha bijîn. Werin em li dîroka xwe xwedî derkevin Her dem em nikarin bi doktoran nexweşiyên xwe derman bikin. Pêwist e civaka me dîsa bahweriya xwe bi dîroka xwe bîne. Ji bo hemû nexweşiyan dermanên xwezayî hene û bi bahwerî dema ku em nêzî dînê xwe bibin, em ê karibin hewceyî derve nebin.''