Bihara li stargehên azad

Weke ku bihar li benda gerîla ye, gerîla jî benda hatina biharê ye. Ya rast li stargehên gerîla, bihar bi gerîla bedewtir dibe. Ji xwe bihar bi bedewiya gerîlayan xwe dixemlîne.

Bihar zindîbûn e, mizgîna nûbûnê ye. Di biharê de her tişt dibişkive û bedewiya xwe nîşanî didin. Ruhê mirovan di biharê de ji nava sînorên xwe derdikeve. Dîtinên çav bi rengbûna biharê re çirûskên xwe yên jiyanê zêdetir tûj dike. Bi taybetî, dema ku bihar li çiyê be, li cih û warê gerîla be. Bihar û gerîla... Çiqasî li hev tên. Her du jî nûbûyînê diwelidînin di hembêza xwe de. Weke ku bihar li benda gerîla ye, gerîla jî benda hatina biharê ye. Ya rast li stargehên gerîla, bihar bi gerîla bedewtir dibe. Ji xwe bihar bi bedewiya gerîlayan xwe dixemlîne.