'Bicihanîna armancên şehîdan ji bo me wezîfeyeke pîroz e'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Bicihanîna armancên mezin ên şehîdên meha Gulanê ji bo me fermaneke pîroz e. Berpirsyariya me ye ku xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand.

Ronahî Serhad anî ziman ku rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku PKK weke partiyeke şehîdan ava kir, rastiya xwedîderketina li mîrate û dilsoziya rast a bi şehîdan re ye û got, "Rastiya şehîdan wate û armanca têkoşînê bi rengekî zelal destnîşan dike. Weke çêkerên dîrokê, wezîfeyan şênber dikin û xeta serketinê ispat dikin. Di rastiya şehîdan de em biryardariya mezin a şer û pêşketinên bi vê biryardariyê dibînin. Hestên berpirsyariyê yên li pêşberî mirovahiyê û rêbazên têkoşîn û jiyanê ji bo me milîtanan û gelê me manîfestoya jiyanê ye. Wan canê xwe feda kirin, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û rêya azadiyê ronî kirin."

Ronahî Serhad bi vê wesîleyê di şexsê Hakî Karer, Îbrahîm Bîlgîn, Mehmet Karasûngûr, Denîz Gezmîş û hevalên wî, Halîl Çavgûn, Îbrahîm Kaypakkaya, Gûrbet Aydin û Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ên li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li zindana Amedê bedena xwe dan ber agir û xeta berxwedanê temsîl kirin, şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

Ronahî Serhad got, "Şehîdên me yên meha Gulanê bêsînoriya îradeya azad destnîşan kirin. Di têgihiştin û pêkanînê de ew lêgerînerên bêqisûr bûn" û wiha dewam kir, "Fêhmkirina rastiya şehîdan, berxwedan, şerkirin û serketina li ser xeta şehîdan e. Bicihanîna wezîfeyên şoreşgerî yên rojane ye ku şoreşê bi ser bixîne."

'SERXISTINA ARMANCÊN MEZIN ÊN ŞEHÎDAN WEZÎFEYEKE PÎROZ E'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad bi dewamî got, "Biserxistina armancên mezin ên ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirine, fermaneke pîroz e ku li pêşiya me ye. Em ji nêzîkatiya Rêberê xwe ya li rastiya şehîdan zanin ku tenê bi bîranînê nayê pêşwazîkirin. Di nava şert û mercên şerê cîhanê yê 3'emîn de ji bo pêkanîna şoreşa jinê û Kurdistanê, ji bo parastina şoreşê û pêşîvekirina li paşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn îsal wê bibe ew sal ku em ê li ser xeta şehîdan şer bikin û bi hêza ji mîrateya wan wergirtî têbikoşin."

SALA 2021'Ê YA TÊKOŞÎNÊ

Têkildarî têkoşîna sala 2021'ê jî Ronahî Serhad wiha axivî, "Dîlgirtina li Îmraliyê ji bo fêhmkirina polîtîkaya her hêzê ya têkildarî pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn navendeke diyarker e. Komploya navneteweyî ya bi biryara NATO'yê pêk hat, kiryarên li girtîgeha Îmraliyê kûrtir û girantir dibin. Ev kiryar ne tenê dijminatiyeke ji rêzê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a li dijî Kurdan e. Pêwendiya xwe bi polîtîka û biryarên DYE û hêzên hegemonîk heye ku di şerê parvekirinê yê emperyalîst ê 3'emîn ê cîhanê de ku li ser Rojhilata Navîn bi taybetî Kurdistanê tê meşandin, serkêşiyê dikin."

Ronahî Serhad diyar kir ku bi Şerê Cîhanê yê 3'emîn re pirsgirêka Kurdistanê û Rojhilata Navîn hîn bêhtir bandorê li hev dikin û got, "Li aliyekî Qirkirina Ermenan yekemcar jia liyê Serokê DYE'yê bi rengekî fermî hate bilêvkirin, li aliyê din jî piştî daxuyaniya têkildarî biryara îmhakirinê ya li dijî sê hevalên rêveber ên tevgera me, di 23'ê Nîsanê de destûr ji desthilatdariya AKP-MHP'ê re hate dayin ku li dijî qadên gerîla dest bi operasyoneke berfireh bike. Ev hemû nîşan didin ku di îmhakirinê de israr dikin. PDK bi rengekî eşkere tevlî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Başûr dibe. Operasyonên dagirkeriyê yên ku ji sala 2010'an ve tên meşandin, parçe bi parçe hatin berfirehkirin, dixwazin gerîla tune bikin, bi vî rengî PDK'ê bikin yekane hêza muxatab û di şerê herêmî de bi kar bînin.

'TIRKIYE BI DESTÊ NATO'YÊ JI BO DESTWERDANA LI ÎRANÊ TÊ AMADEKIRIN'

Di dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê de li gel hewldana ji bo tasfiyekirina PKK'ê, yek ji armancên plana qonax bi qonax tê meşandin, amadekariya destwerdana leşkerî ya li Îranê ye. Tirkiye ji aliyê NATO'yê ve ji bo destwerdana li Îranê tê amadekirin. Li seranserê sînorên Îran-Iraqê, hêzên artêşa Tirk hîn bêhtir bi cih bûne, ku ev ketina çeperê ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Her wiha tunekirina Başûrê Kurdistanê, tunekirina xweseriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de nexşeyên herêmî ji nû ve tên amadekirin. Desthilatdariya Erdogan a faşîst vê rastiyê dibîne û hewl dide firsendekê bi dest bixe. Hewl dide ku Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên emperyalîst de bide bikaranîn, bi vî rengî di qirkirina Kurdan de heta dawiyê piştgiriyê werbigire û li ser desthilatdariyê bimîne."

Ronahî Serhad bi bîr xist ku di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de Erdogan ê faşîst timî qala armanca 2023'an dike û got, "Ji bo hevsengiyên cîhanê yên sedsala 21'ê bêyî Kurdan bên danîn, weke siyaseta îmha-înkarê plana qirkirinê li çar parçeyên Kurdistanê bi berfirehî bi cih tîne. Piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn dema ku nexşeya siyasî ya cîhanê hate destnîşankirin, Kurd tune hatin hesibandin. Piştre her serhildana azadiyê ya Kurdan bi xwînxwarî hate tepisandin. Bi Tevgera PKK'ê ya Rêber Apo re rêya guhertina vê çarenûsê hate destnîşankirin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê di dawiya axaftina xwe de 1'ê Gulanê li gelan, jinan, karker û kedkaran, li hemû mirovahiyê pîroz kir.