'Bi yekbûna gel û gerîlayan tecrîd wê têk biçe!'

"Heta fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo hebe em mîlîtanên Rêber Apo wê li ber xwe bidin û şer bikin."

Gerîlayên HPG'ê /YJA-STAR'ê Botan Mêrdîn, Şêro Serhed û Çiya Rûken li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

'SEROK APO HEBÛN Û NEBÛNA ME YE'

Gerîlayê HPG'ê Şêro Serhed bal kişand ser tevgera bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û got: "Serok Apo hebûn û nebûna me ye. Dema ku mirov li dîrokê dinerin dibînin ku li Başûrê Kurdistanê bi Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ve dest pê kiriye, li Bakurê Kurdistan Serhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza, li Rojhilatê Kurdistanê Komara Mehabad, herî dawî jî li Rojava Serhildana Amûdê û Qamişlo pêk hatine. Ev serhildan ji ber ku yan heremî yan eşîrî, malbatî û olî bûn encama ku dihate xwestin negirtin. Lê Serok Apo ji van hemûyan cudatir bi ruhê neteweyî ji bo gelê Kurd û gelê bindest hemûyan serî hilda. Lewma Rêber Apo ji bo gelê bindest nexasim ji bo gelê Kurd hebûn û nebûn e. Em dizanin Rêber Apo ne ji bo eşîrî ne ji bo malbatî ye, ji bo Kurdan hemûyan, ji bo gelê bindest serî hildaye."

'FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO PLANÊN DAGIRKERAN TÊK BIR'

Gerîla Şêro Serhed li ser tecrîdkirina Ocalan got, "Îro em dibînin Rêber Apo 20 sal in di zindana Îmraliyê de li ber xwe dide. Berxwedana PKK'ê ya heta niha nîşaneya hebûna wî ye. Îro kes nîne bi şêwazê Rêber Apo artêşek weke PKK'ê ava kiriye. Îro kes nîne navê Kurdan der û berê cîhanê daye belavkirin. Îro kes wek Rêber Apo nîne ku gelên bindest bi hêz kiriye û ev kesên bindest êdî dikarin ji desthilatdaran re bêjin 'Êdî Bes e'. Ji ber wê em dibêjin Rêber Apo hebûn û nebûna me ye. Ji bo wê em dibêjin Rêber Apo nasnameya me ye. Ji bo wê em dibêjin Rêber Apo parêzvanê xaka Kurdistanê ye. Em şervanê Rêber Apo, şagirtên Egîdan, Zîlanan, Bêrîtanan eger ku li çiya li ber xwe didin, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Dijmin jî bi vê yekê baş dizane. Îro li çar parçeyên Kurdistan û derveyê welat eger ku hêzek derketibe û dijmin nikare wisa hêsan êrîş bike ev yek bi saya Rêber Apo ye. Lewma dijmin li dijî Rêber Apo tecrîdê giran dike. Dewleta Tirk bi vê tecrîdê dixwaze gelê Kurd û yên bindest ji xwe re bike xulam. Lê belê fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo vê planê têk dibe. Hêzeke weke PKK derxist holê. Em jî dibêjin ji nokeriyê re 'Êdî Bes e', ji xulamiyê re 'Êdî Bes e'. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku ji ber Rêber Apo ew nikare ji xwe re xizmetkar û xulaman bibîne. Ji ber ku fikir, felsefe û paradîgamaya Rêber Apo li dijî nokeriyê, xizmetkariyê, xulamiyê ye. Rêber Apo dibêje; 'Divê her kes yek be.' Bîr û baweriya Rêber Apo çar parçeyên Kurdistan û derveyê welat belav bûye. Niha di nava tevgera Rêber Apo de çima her cûre mirov beşdarî PKK'ê dibe? Ji ber ku fikir felsefeya Rêber Apo ji bo gelên bindest çareseriyek derxistiye holê. Hêzên dagirker ji ber ku Rêber Apo li hemberî wan alternatîf ava kir, di tecrîdkirina Rêber Apo de israr dikin. Ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê bindest û gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê jî em dibêjin heta fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo hebe em mîlîtanên Rêber Apo li ber xwe bidin û şer bikin."

'JI BER KU JI FIKRÊN RÊBER APO DITIRSIN, DI TECRÎDÊ DE ISRAR DIKIN'

Gerîlayê HPG'ê Botan Mêrdîn jî bal kişand têkçûna dewleta Tirk û girankirina tecrîdê û got: "Hêzên navdewletî bi vê tecrîdê dixwazin di navbera gelê bindest, gelê Kurd û Rêber Apo de bendek çêbikin. Gel û Rêber Apo ji hev qût bikin. Dewleta Tirk xwest gel, gerîla ji hev qut bikin, lê vê polîtîkayê encam negirt. Ji ber ku fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo heqîqet e. Ji ber vê yekê jî hêzên emperyal, dagirker û kapitalîst vê fikra Rêber Apo qebûl nakin. Ji ber ku qebûl nakin, di tecrîdê de israr dikin. Lê hêza wan têrê nake. Ji ber ku têk diçin vê polîtîkayê dimeşînin. Heta niha diyar bûye ku xwe li hember vê fikra Rêber Apo nikarin bigrin. Roj bi roj têk diçin, lewma tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin. Ez bawerim ev tecrîd wê di demeke kin de têk biçe. Bi yekbûna gel û gerîla ev tecrîd wê têk biçe. Bila hêzên dagirker vê yekê baş bizanibin; heta yek ji me li ser van çiyan bimîne, nikarin me ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bikin. Bila hêzên desthilatdar hemû baş bizanibin kes nikare pêşî li PKK'ê bigre û wê serketin ya me be."

'EM HER TIM BI RÊBER APO RE NE'

Gerîlaya YJA-STAR'ê Çiya Rûbar got, dibe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedîtibe lê hezkirin û dilsoziya bi wî re cudaye û wiha axivî: "Dema ku Rêbertî bi komploya navdewletî hate girtin, temenê min 2 salî bû. Min ji hêla fîzîkî ve Rêbertî nedîtiye û ez bi wî re nemame. Lê niha armanca min a jiyanê; ez dixwazim li ser esasê felsefeya Rêbertî vê têkoşînê bi ser bixînim. Ez dixwazim di vê rêyê de hinek rol bilîzim û kedê bidim. Gotinek Rêbertî heye, dibêje; 'Xwe gihandina hev di heman mekanê de ji gel hev bûn nîne, di heman demê û kêliyê de jiyîna heman evînê ye'. Ji ber vê jî, em her tim bi Rêbertî re ne. Dibe ku em ji hêla fîzîkî ve ne li gel hev bin, eger ew evîna ku em dide jiyîn evîna azadiyê be, evîndarbûna felsefeya Rêbertî be, wê demê mirov her kêliyê li gel hev in. Zêde girîngiya navbera ku mirov tişta bide windakirin nîne. Gotineke nivîskarekî heye dibêje; 'Navber an jî rêya herî dirêj ne rêya ku diçe Efrîkayê an jî Emerîkayê, navbera herî dirêj navbera du mirovên ku hevdu fêhm nakin e'. Ji aliyê fîzîkî ve her çend dûrahî hebe jî di mejî û dil de, jiyaneke di xeta Rêbertî de eger ku hebe, jiyaneke ku li ser heman armanc û evînê tê meşandin hebe, li wir wateya dûrbûnê nemaye û navber hatiye rakirin, bêwate bûye. Ji ber ku ya mirovan tîne gel hev evîn û armancên wê/î ne.

'TECRÎD GIRAN BIBE WÊ ZIYAN BIDE TIRKIYEYÊ'

Ji bo azadiya Rêberê xwe em jin ji her demê û ji her şerî re amade ne. Em amade ne erk û berpirsyariyên xwe pêk bînîn. Wê bi têkoşîn û kedê tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe. Çiqas dijmin di vê tecrîd û dûrxistina Rêbertî ya ji me de israr bike em ê bi hêrs û kîneke hê mezintir bi ser dijmin de biçin. Her ku tecrîd dirêj bibe ziyan wê li Tirkiyeyê bibe. Ji bo vê wê êrîşên me yên li ser dijmin wê hê xurtir bibin. Tecrîd wê bi encama ku dijmin dixwaze nebe. Ji bo şikandina vê jî em ji her demê zêdetir niha amade ne. Dewleta Tirk wê bi agirê tecrîdê ku geş dike bişewite."