Bi sedan Êzidî bi dilê xwe vegeriyan Şengalê

292 Êzidiyên li kampên Duhokê diman, bi dilê xwe vegeriyan Şengalê. Wezareta Koçberiyê û Koçberan a Iraqê got ku ji bo Êzidî vegerin wê bixebite.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 292 koçberên din yên Êzidî bi dilê xwe ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq di daxuyaniyekê de ragihand ku 292 koçberên din yên Êzidî bi dilê xwe ji kampên koçberan ên li Duhokê vegeriyane ser cih û warên xwe Şengalê.

Di daxuyaniya Wezîra Koç û Koçberan ku bi destên Rojnews’ê ketiye de 292 koçberên Êzidî bi dilê xwe ji kampên koçberan yên li Duhokê vegeriyane ser cih û warê xwe Şengalê. Herwiha Wezîrê ferman  daye ku hemû aliyên peywendîdar ku hêsankariyê û pêdiviyên jiyanî û sereke ji koçberên ku vegeriyane Şengalê re dabîn bikin.

Herwiha di daxuyaniya wezîrê de hate gotin ku vegerîna koçberên Êzidî di çarçoveya plana wezareta wan ya li ser bingehê bidawîkirina dosyaya koçberan li Iraqê li gel bernameya hikûmetê û bi hevahengiya hêzên ewlekariyê û hikûmetên xwecihî û wiha hate gotin; “Em weke wezaret li xebatên xwe yên tomarkirina koçberên ku dixwazin vegerin ser cih û warên xwe dewam dikin.”