'Bi ruhê Newrozê ber bi serketinê ve'

Gerîlayan anîn ziman ku konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk tê zanîn, gel jî li gorî vê yekê li ber xwe dide û gotin, "Em ê jî bi ruhê Newrozê vî şerî bi ser bixînin."

Gerîlayên HPG'ê Serhed Giravî, Baz Mêrdîn û Cesûr Roboskî li ser Cejna Newrozê ji ANF'ê re axivîn.

Serhed Giravî: Newrozê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê me yê welatparêz, hevrêyên li çeperan li ber xwe didin, bi taybetî jî li hevalên ku li zindanan li ber xwe didin pîroz dikim. Em gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê Newrozê bi coş û kelecan pêşwazî dikin. Berxwedana ku di sala 2021'ê de hate kirin, ji bo me rêyeke rast bû û sala 2022'an em ê li ser vê bingehê dewam bikin. Konsepta qirker a dijminê dagirker tê zanîn. Gelê me êdî haya xw eji her tiştî heye û li her qadê li ber xwe dide. Em ê jî bi ruhê Newrozê vî şerî bi ser bixînin. Bi taybetî banga me li jin û ciwanan e; ji bo şikandina dijmin û xwegihandina azadiyê bila têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên gerîla bibin.

Baz Mêrdîn: Rêber Apo beriya 49 salan di rojeke Newrozê de bi fikrekî nû tevger ava kir û gihand vê rojê. Newroz her tim bûye wesîleya pêngavên nû. Di heman demê de civakîbûnê xurtir dike. Newroz tê wateya jinûve avakirina xwe li dora agirê Newrozê. Newroza îsal Newroza sala 50'î ya tevgera me ye. Sala 50'î wê ji bo me bibe sala serketinê. Dirûşma tevgera me jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye. Di nava 50 salî de gelê Kurd têkoşîneke mezin meşand, berdêlên giran da. Sala 50'î wê êdî bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala azadiya gelên Rojhilata Navîn. Armanca me wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em Newrozê li Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz dikin.

Cesûr Roboskî: Em bi ruhê Newrozê şer dikin. Bi vî ruhî em ê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Eger gelê me jî bi xurtî tevlî bibe, gel û gerîla wê bi hev re dawî li dagirkeriyê bîne. Em Newrozê li Rêber Apo, hevrêyên li zindanan û gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bi xurtî tevlî bibe û peyameke xurt bide dijmin. Bi vî rengî em ê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê.