‘Bi rizgarkirina Hewîcê re kêm jî be wê ewlekariya Kerkûkê bi dawî bibe'

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, çû serdana Fermandariya Leşkerî ya Keywanê ya ku duh çeteyan DAIŞ’ê êrîş lidar xistibû.

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm li Fermandariya Keywan, serdana eniya 4'emîn ya hêzên pêşmergeyan kir. Li wir ji aliyê Fermandarê Eniya 4'emîn ve hate pêşwazî kirin. Piştre jî Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyekê armanca serdana xwe eşkere kir.

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di civîna çapemeniyê de wiha got; "Armanca serdana me, ya li vê eniyê, spasiya van hêzên xak û niştîman diparêzin bikîne. Ji ber, bi rastî qehremanên me karî parastinê bikin û nehêlin çete bigihêjin armancên xwe. Ji ber ku her bi vê rêjeya kêm, terorîst çûne Tikrîtê û nêzî 20 polîs û hêzên ewlehiyê şehîd kirine. Lê hêzên pêşmergeyan karîn parastinê bikin û wan terorîstan ji holê rabikin. Mixabin di vê êrîşê de 2 pêşmerge şehîd bû û nêzî 6 pêşmerge jî birîndar bûn. Em ji birîdaran re şifayê dixwazin."

Kerîm axaftina xwe wiha domand: "Wê bi rizgarkirina navçeya Hewîce re rewşa Kerkûkê hinekê aram bibe. Lê wê pirsgirêkên Iraqê, bi rizgarkirina Hewîce, Mûsil û cihên din ên Iraqê bi dawî nebe. Ji ber ku DAIŞ'ê dest bi van planan kirine, dibe şaneyên razayî bin. Ev êrîş netenê li ser hêzên pêşmergeyane. Li ser hêzên koalîsyonê ji bû. Bi xwe ji dizanin, ez li vêderê daxwazê dikim ku li warê çek de alîkariya zêdetir bi pêşmergeyan re bikin. Ji ber ku heya niha herî zêde êrîş kirine li ser Kerkûkê. Lê ji ber ewlehiyê, hêzên pêşmerge û ew hêzên din ên parastina Kerkûkê dikin, terorîstan nekarî ne bigihîn armancên xwe."

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm herî dawî wiha got; "Divê li her cihê ku koçber têre derbasî Kerkûkê dibin, lêgerînekî baş were kirin. Ji ber ku roj nîne di nava van wergehan de kesên ji aliyê dadgehê ve daxwaz kirine neyên girtin. Li yek ji wargehan li yek rojê de 64 terorîst girtin ku navê wan di lîsta terorîstan de hebû."