Bi rêya sînemayê tu dikare bandorê li her jiyanê bike

"Şerê herî mezin ew şer e ku di oxira rastiyê de hatiye dayin. Li devera ku dinyayê çavên xwe li rastiyê girtiye, tu dikare bi rêya sînemayê her tiştên ku ji nedîtî ve tên nîşanî wan bide."

Beşa sêyemîn û dawî ya hevpeyvîna bi derhêner Dersim Zêrevan re...

Di 'Rûpelên Sor' de Nûjiyan Erhan lîstikvana sereke bû. Nûjiyan hem li çiyayên Kurdistanê hem jî li Şengalê û Rojava rojnamevantî kir. Gelo ji ber vê taybetmendiya xwe bû lîstikvana sereke ya fîlm, yan jî sedemeke xwe ya cuda jî hebû?

Nûjiyan ne tenê di Rûpelên Sor de lîst. Her wiha endama tîma dokûmantera SARA bû. Tevlî karê senaryoyê û kişandina dîmenên wê jî bû. Dostaniya me, parvekirina me di karê dokûmanterê de zêde bû. Devereke ku em bi hev re neçûn, êşa ku me bi hev re nekişand, fikrê me bi hev re parvenekir nebû. Dostaniya me bi dokûmantera SARA dest pê kir. Ji ber dilnizmiya xwe, ji ber karakterê xwe yê mîna pembo nerm ku mirov nediêşand, ji ber dilê xwe yê mîna yê zarokan, ji ber dostaniya xwe min ew kir lîstikvana sereke. Min gelekî israr kir ku bibe lîstikvana sereke. Min jê xwest ku 2 mehan karê xwe plan bike û bê. Li ser pêşniyar û israra me qebûl kir. Naxwe tercîha wê nebû, jê hebû ku wê di lîstikvaniyê de neserketî be.

Nûjiyan lîstikvana sereke bû, lê belê di fîlm de hem senarîst bû, hem çay çêdikir, hem jî alîkara tîma teknîkê bû. Bi kurtasî li ku pêwîstî hebû ew li wir bû, bi dil û can dixebitî. Bi tîm hemû re eleqedar bû.

Mesela lîstikvanekî me yê şervan bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû. Nûjiyan karê kişandina fîlm heta nîvê şevê bidomiya jî dersên jê re didoman. Ji xwe re kiribû dert ku hînî xwendin û nivîsandinê bike. Ji ber nêzîkatiyên xwe yên bi vî rengî hemû endamên komê pê ve hatibûn girêdan. Bi şehadeta wê re gelekî êşiyan.

Ji ber vê yekê hevrêtî gelekî girîng bû. Li ku dibû bila bibe Nûjiyan cihê xwe di dilê her kesî de digirt û ew dibû beşek ji kar.

Min bi xwe gelekî israr kir ku bê, ji ber ku pê re xebitîm gelekî kêfxweş im.

JI TÎMA FÎLM 5 KES ŞEHÎD BÛN

Piştî ku fîlm qediya ne tenê Nûjiyan 5 lîstikvan şehîd bûn. Şervanê mêr Hîwa Sine jî wê bi rola sereke bilîsta. Em pê re axivîbûn û pejirandibû. Beriya fîlm dest pê bike di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû. Piştî du mehan mixabin şehîd bû. Hîwa Sine hem endamekî tîma me bû hem jî me fîlm diyarî wî kir.

Nûjiyan tevî ku nexwest lîstikvanî kir. Lîstikvaniya wê çawa bû?

Rojekê ez gelekî hêrs bûm û min jê re got, "Ji bilî lîstikvaniya xwe tu bi her kesî re eleqedar dibe, her tiştî re eleqedar dibe." Ew jî çû derengiya şevê hat. Min jê re got, "Nûjiyan eger tu difikire ku beriya bidawîbûna fîlm biçe, hîn em di nîvê fîlm de ne, bêje." Wê jî bi ken got, "Na, ne niha, di roja gala ya fîlm de ez ê biçim."

Çi bi fîlm bû? Ji bo bikeve vîzyonê amade ye? Dikarî der barê fîlm de detayên teknîkî bide? Bi vî rengî em hinekî bidin naskirin...

Di destpêka fîlm de ez û Çîgdem Roj demeke dirêj bi tenê bûn. Ji bo wê qadeke nû bû, tecrûbeya xwe tine bû, lê belê bi hemû hêza xwe tevlî bû. Hem tevlî nîqaşên senaryoyê bû, hem jî di produksiyonê de cih girt, alîkariya kamera kir. Komuna Fîlm a Rojava nû ava bûbû. Ji wir jî du heval tevlî bûn. Kameramanê me Komaz Suleyman Faqî bû. Berê li setên sînemayê cih girtibû. Di dema seferberiyê de hatibû Rojava. Hevalê me yê ku ji deng fêhm dikir ji bo tevlî şoreşa Rojava bibe, ji bo kedekê pêşkêş bike hatibû. Karên din jî ji aliyê lîstikvanên me ve hatin kirin. Piştre ji Ewropayê Serhat Hulaku tevlî tîma me bû. Tecrûbeya wî hinekî hebû. Tîma fîlm hemû ev bû. Bi giştî 10-12 kes bûn. Ji bilî sê kesên ji derve tevlî bûn hemû mirovên wê derê bû, şervan û kedkarên wê derê bûn... Û ji ber ku qala çîroka wê xakê dikir her kesên li derdora me bi berpirsyarî tevgeriyan, alîkariya ji dest hat dan.

Bingeha madî ya fîlm, sponsor û hwd...

Bi rengê "Ez kameraman im, wezîfedarê setê me, lîstikvan im, pere dixwazim" nebû rojeva me. Bi budçeyeke biçûk me fîlm temam kir. Bİ piştgiriya Komuna Fîlm a Rojava û Rêveberiya Xweser me çêkir. Budçeyeke taybet jê re nehate veqetandin. Ya esas dilxwazî bû, kombûna ji bo armanca hevpar bû. Xizmet ji şoreşê re dihate kirin, her kesî ya ji dest hat kir. Çi derfet hebû hate bikaranîn. Pirsgirêka me ya elektrîk û wesayitê hebû. Ji bo peydakirina van seferber bûn.

LÎSTIKVAN-DERHÊNER DIKARIN CIH BIGUHERÎNIN

Fîlm heta kengî dewam kir? Piştî ku we dest pê kir di senaryoyê de guhertin çêbû, şert û merc hatin guhertin?

Bêguman. Gelek tişt lê hate zêdekirin. Şervanên li wir hîn bêhtir ji mijarê fêhm dikirin. Yek ji lîstikvan û şervanên me got, "Wê demê me ev wesayit bi kar neanî. Ev piştre derketin" û tiştekî li gorî demê pêşniyar kir. Carna li şûna derhêner nêrîn û pêşniyar dikirin, digotin "Şêweyê vê çeperê divê bi vî rengî be, kamera ji vir dikare bikişîne". Di rewşeke wiha de lîstikvan-derhêner dikarin cih biguherînin. Xwezaya kar bi vî rengî ye.

Dor hatiye fîlmê dawî. Piştî sînemaya çiyê, lehengên Şoreşa Rojava... Piştre bi projeya Şengalê dewam kir. Hûn dikarin hinekî qala fîlmê li ser Komkujiya Êzidiyan a li Şengalê bikin?

Eger berê we li sînemayê be hingî derdekî we heye. Hûn dixwazin li dijî neheqiyan hemûyan bi nêrîn û mejiyê jinê têbikoşin. Li ku dibe bila bibe, şert û merc çi dibin bila bibe, ji bo hûn rastiya ku dane pey bînin ziman çi pêwîst be hûn wê dikin. Belê ez ji sînemayê hez dikim. Ev hezkirin min bi hêz dike, ji bo bilêvkirina wê jî rê û rêbazên xwe her tim hene.

Rûpelên Sor ji bo min tecrûbeyeke girîng bû. Piştî tîma li çiyê, me tîmeke nû ava kiribû, di nava şert û mercên nû de em hînî gelek tiştan bûbûn. Ji xwe ji bo tu karibe dest bi projeyeke nû bike divê projeya li ber destê te hêzê bide te. Li gel min jî rewş bi vî rengî bû. Projeya nû ya wê Kobanê bûya ya jî Şengal. Her du jî qadên bêhempa yên berxwedanê bûn. Hem bi êşên xwe hem jî bi serketinên xwe cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girtin.

DIVIYABÛ ŞAHIDAN QALA ŞENGALÊ KIRIBÛNA

Ji bo Şengalê gelek proje hatin kirin, gelek bingeh jî hatin danîn, hinekan jî hewl dan sûdê jê werbigirin. Hin fîlmên ji derve hatin çêkirin mîna Reşeba, Keçên Rojê û Xwişka Çekan. Ti ji wan giranî nedan ser ya esasî. Şengal bi şahidên esasî bi çavên gelê wê venegotin.

Me şahidî ji bûyeran re kirin. Eger wê Şengal bihata vegotin diviyabû ji aliyê gelê wê ve, ji aliyê şahidên lehengiyên wê ve bihata vegotin. Em bi vî rengî fikirîn. Bi hezaran jin hatibûn revandin, bi sedan zarok û extiyar ji ber tîbûnê miribûn di rêya koçberiyê de. Trajediyeke mirovahiyê qewimî bû, ji ber baweriya xwe gelek caran hatibûn qirkirin, ferman lê rabû bûn. Ji ber vê yekê berê me li Şengalê bû. Hem ji bo rexnedayina xwe hem jî ji bo vegotina rastiyê. Ji ber ku me dît her fîlmên hatin kişandin rastî berevajî kirin. Kê li ber xwe da, kê şer kir, nasnameya wan çi bû? Ev ji nedîtî ve hatibûn, hatibûn veşartin, ji bo xwe paqij nîşan bidin fîlm hatibû kişandin. Halbûkî hêzên ku ev fîlm dan kişandin para wan di wê komkujiyê de hebû. Ji ber vê yekê wezîfeya me bû ku me rastî vebigota.

ÊŞ LI HER CIHÎ TEZE BÛ!

Şengal pir pir zehmet bû. Ji kişandina fîlm wêdetir guhdarîkirinal i çîrokan, gera li cihên komkujî lê bû, şopandina şopên hovîtiyê... Êş li her cihî teze bû! Ewqasî jî bi rîsk bû. Di her kêliyê de dibe ku mayinek biteqiya. Herêmên ku şer lê qewimî û DAÎŞ'ê weke baregeh bi kar anîn, hîn ji mayinan nehatibûn paqijkirin. Û hîn qadeke şerê germ bû, êrişên nû dikarîbûn bihatina kirin. Şengal bi dîtina min ji aliyê dîrokê ve li cihê ku Kurdan winda kirin dîrok berevajî kirin.

FÎLMÊ ŞENGALÊ HIM DEYN E Û HIM JÎ XWEREXNEKIRINE

Şengal birîneke germ e… Di vê sedsalê de yek ji travmaya herî mezin a mirovayetiyê ye. Ne kesî xwerexnedayin dan û ne jî ligel ku berpirsên qetlîamê dihate zanîn di warê qada navneteweyî de hesap nehate pirsîn. Çêkirina vî fîlmî jî ma cesaret jê re ne hewce ye?

Heke em li pey heqîqetekê ne, divê me ev neheqiya zelal nîşan bida. Ji ber vê jî ya me him deynek e û him jî xwerexnekirin e. Ev jî heye, ji bo ku mirov li wê derê fîlmekî bikişîne divê civaka wê derê bi mirov bawer be. Ev gelekî girîng bû. Ji ber ku kesên berjewendiya wan hebû, dixwestin tiştekî ji wir werbigirin. Kî nêzî wan bû, îxanet li wan kirine. Tiştekî xerab anîn serê wan. Ji ber vê jî ev civak zû bi zû bawer nabe.

ME XWEST EM BIBIN HEVRÊYÊN BIRÎNÊN WAN

Gelekî mêvanperwer in. Dikarin deriyê xwe ji te re vekin lê razên xwe nabêjin, tu nikarî bibî keseke ji nav wan. Armanc ne ev e ku em razên wan werbigirin, êşa wan di dilê de me de bû û me dixwest em hevrêtiya birînên wan bikin. Ji bo vî tiştî me gelek hewl da. Rastiyên dîrokî hene. Koka baweriyên Kurdan di vir de hene. Kelepora me û şîfreyên me yên dîrokî ji vê derê tên. Sermesela Çarşema Sor li cem me jî heye. Pîrozbûna rojê û yekbûna bi xwezayê ev nirxên me yên hevpar in. Dema em li wir bûn min koka xwe baş hîs kir. Ez difikirîm ku min xeleqa winda li wir dîtiye.

ME SENARYOYA XWE JI NÛ VE AVA KIR

Ne zehmet bû ku we tevî kesên ev trajedî hatiye serê wan fîlm bikişînin. Ji aliyekî divê wisa be, lê ji aliyê din ve jî ji bo wan gelekî zehmet e…

Di navbera me de bawerî çêbû. Wan şertên xwe gotin. Me jî senaryoya xwe li gorî şertên wan ava kir. Ji ber ku me yê rastiya wan ji xwe re bikira esas. Wan gotin ku heke di fîlm de hûn cih nedin îxaneta PDK’ê em qebûl nakin. Ne bi tenê êrîşeke fîzîkî bû, li dijî baweriya wan jî êrîşek hebû. Gotin “Cihên me yên îbadetê hatin bomberdûmankirin, divê hûn van tiştan têxin fîlm” me jî hin sahneyên xwe li gorî van tiştan nû kir. Di warê cil û bergan de, em baş li ser nesekinibûn wan diyar kirin ku hin reng ji ber hesasiyeta wan a baweriyê divê neyê bikaranîn.

Sahneyên me gelekî giran û bi êş bû. Mesela dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir’ Dilê mirovan ranedikir. Ji ber ku em ev tişt bi wan da jiyîn, me gelek caran lêborîna xwe xwest. Mirov ew kêlîk dijiyan. Dema çav bi kesên rola çeteyên DAÎŞ’ê diketin ji êşan dilê wan li hev diket û tansiyona wan diket. Ji ber wê jî bi rastî jî kesên dişibiya çeteyan, me neanî. Dema çav bi cilên reş diketin, ew dem dihate bîra wan. Ji ber vê jî li gundekî biçûk ku zêde kes lê tune, me kişand. Êşa wan hê didomiya û tehamula wan a cil û bergan jî tunebû.

‘DI QETLÎAMÊ DE EZ ÇAWA PÊXWAS MEŞIYABIM..’

Dayikek hebû ku rola we jî roleke sereke bû. Meşa wê ya bi pêyê xwas, dilê min parçe kiribû. Min got, tu dikarî şimikê têxî pê lê wê got “Na. Di dema qetlîamê de ez çawa pêxwas meşiyabim, ez ê niha jî wisa bimeşim”. Min got “Rola te gelekî zêde ye, kevir û dirîk hene” lê wê got, “Di dema fermanê de ez çawa pêxwaz meşiyabim û min êş kişandibe, ji bo ku her kes vê rastiyê bibîne, ez ê niha jî wisa bimeşim.”

EM LI GORÎ RASTIYÊ TEVGERIYAN

Beriya senaryoyan hûn lêkolînan dikin an na?

Ez ne keseke dûrî rastiya siyasî û civakî ya Kurdan im. Ez dizanim ku çi dixwazim. Li çiyayan jî wisa bû, di nav civakîbûna bajêr de jî wisa ye. Dema em senaryoya xwe ava dikin, em lêkolîna xwe dikin. Derbarê jiyana qehremanan, li cihên ku ev bûyer lê pêk hatine.

Mesele ev e ku em zêde li gorî rastiyê tevdigerin. Hinek kes zêde tiştên xeyalî lê zêde dikin. Lê tiştên ku hatine serê Kurdan nedihat xeyalê tu kesan. Ji ber vê jî divê em li gorî vî tiştî tevbigerin.

EM JI BO NASNAMEYA XWE SÎNEMAYÊ DIKIN

Sînemaya Kurdan û ya dinyayê ji hev cihê ye. Wekî ku te gotî, cihê fanteziyê tune. Ji ber ku rastî fanteziyê derbas dike. Di vê rewşê de gelek çîrok hene. Tercîha te kîjan e?

Erê çîrokên me gelek fanteziyên sînemaya cîhanê derbas dike. Tişta ku em nîşan didin, ne çarîka vî tiştî ye. Bêtecrubetiya me û ji ber ku em ne hakimê meseleyê ne, ev jî qisûra me ye. Dema ku mirov qels bike jî tê wateya ku mirov nikare heqê wê bide.

Hinek kes sînemayê ji bo sînemayê ango hunerê ji bo hunerê dikin. Hinek jê bazirganiya wê dikin. Em Kurd jî dozeke me ya nasnameyê heye. Di her fîlmî de, em dixwazin em nasnameya xwe bidin nîşandan. Sermesele çeteyên DAÎŞ’ê di nav çend saetan de bajar bi dest xist. Tu kes derneketin pêşiya wan, dewlet jî! Lê şervanên YPG û YPJ’ê li ser navê mirovayetiyê şer kirin û li ber xwe dan. Bi felsefeya fedaîbûnê divê ev dijminên mirovayetiyê bihatina sekinandin. Wisa jî hate kirin. Divê ev tişt bihata vegotin.

HINEK KES TIŞTA RASTÎ WEKÎ MUBALAXAYÊ DIBÎNIN!

Divê derhêner piçekî fanteziyê li fîlma xwe zêde bike ne wisa…

Erê lê sadiqbûna rastiyê ji bo me berpirsyariyeke exlaqî ye. Ligel vê jî hin rexne tên û dibêjin ‘Ev dîmen zêde Emerîkanwarî ye’. Hinek kes rastiyê wekî mubalaxa dibînin. Lê gelek tiştên dûrî aqilan hatine jiyîn, em bi tenê beşekê didin nîşandan. Em çiqasî xeyal û fanteziyê lê zêde bikin jî, em beşekê vedibêjin.

JINÊN KURD BI TÊKOŞÎNA XWE, XWE AVA KIRIN

Bêrîtan, Sara, Hêsirên Zapê û Rûpelên Sor. Di van de jî qehreman jin e. Gelo ev tesaduf e?

Na. Di Şoreşa Kurdistanê de cihê jinan gelekî diyar e. Di dîroka Kurdan de û di nav civaka Kurdan de ev tişt wisa ye. Jinên Kurd di şertê herî dijwar de li eniyên pêş têkoşiyaye. Qîmeta xwe ji têkoşîna xwe ya di dîrokê de wergirtiye. Qebûl nekiriye ku ji nav civakê were dûrxistin. Ne bi tenê di şoreşa Rojava û Tevgera Azaadiyê ya Kurdistanê de di dîrokê de jî jinên Kurd di serhildanan de li ber xwe dane.

Ez jineke Kurd im û dema fîlmekî çêdikim, zû xwe digihînim tiştên kêm û xeyalan. Ji ber vê jî xeyal nêzî mirovan dibe. Ji ber vê jî sînema bêtir nêzî ruhê jinê û dinyaya wê ya xeyalan e. Di deman demê de ji bo derbirîna xeyalan jî zemînek e.

EGER JIN BE, DIVÊ DESTPÊKÊ XWE ISBAT BIKE!

Sînema pir zor e!

Erê. Tevlî dibim. Lê dubare dikim; pir nêzî jinê ye. Ji ber ku jin, tim ji zoriyê xwe xuliqandiye. Zorbûna wê nabe ku jin xwe ji sînamayê bide paş. Bi tirsnake, metirsîdar e. Ji ber ku berî fîlmekê bikişîn, destpêkê ji bo xwe bide qebûlkirin, divê di rêyên pir zor û zehmet de derbas bibin. Yanî ‘Ez jî dikarim bikim’ neçarî îsbatkirina vê dibe. Nimûne kêrhatîbûna mêrekî ya di vê qadê de, yan jî xwe isbat bike yan jî neke mijara dawî ye. Nakokiyeke wiha jî kes nabîne. Ev ji bo me jinan zor e. Lê me ev te jiya.

Di çavê sîstemê de jin amûreke ku divê tim lê bê meyzandin. Ne weke xwediyê raman û afirandinê! belkû tenê li pêşiya kamereyê be. Di hişê mêr de jî ev heye, di hişê civakê de jî ev heye. Ev nêzîkatiyeke li ber jinê sîstematîk e. Nikare kamereyê bikar bîne, nikare bi rê ve bibe û seneryo binivsîne. Em rû bi rûyê van hatin. Dema ku dihate gotin ku ‘kê/î ye derhênerê we’, ‘Ev hevrêya jin e’ nêzîkatiyeke wila ya ‘Ma dikare tiştekî bike?’ dihate raberkirin. Ji bo kirina karekî wiha di rastî de divê pir û pir bi hêz be.

Heta gihiştina 2000’î navê derhênerên jin derneketibûn pêş? em ev nedît…

Na. Ne ku nebûn. Derhênerên pir bi nirx û girîng hebûn û berhem jî zêde hebû. Tenê nedixwest bê dîtin, bi zanabûn.

Hişmendiya mêr a serwer ketiye her qada jiyanê. Dixwazin sînemayê weke qadeke ya mêr bidin nîşandan. Bi rêya hinek derhêneran xwestin ji bo mirovan bidin nîşandan ku jin ne tenê weke jin, amûra herî bêkêr a xweza, nerserketî, bê kêr e. Alfred Hîtchcock yek ji kesên ku xizmeta vê kir.

ŞERÊ HERÎ MEZIN ŞERÊ JI BO HEQÎQETÊ TÊ KIRINE

Ji bo derhênerên jin ên ciwan hûn dixwazin çi bêjin? rêyeke çawa bişopînin?

Min sînema nexwendiye. Ji ber ku hê di temenê biçûk de min dest bi karê aktîvîstiyê kir, min pir zêde dibistan jî nexwend. Lê dikarim bêjim min jiyan pir baş xwend. Yanî jiyan ku niha dijîm. Dema vê jinê dijîm, bi êş, xweşî yan jî ihtimala rû bi rû bûna rastiya ku ruhê xwe feda bike re lê zêde dikim dibêjim; bê dudilî vê jiyanê tercîh dikim. Ev di aliyekê de nîşa min da ku ji kû destpê bikim. Ev girîng bû. Mirov tim di nava şoreşekê de ye. Xeyal dike, hildiberîne, dike, hildiweşîne. Hemû jî ji bo hê baştir bike.

Guh didî dengê axê, civakê, mirovan, jinê, zaroka, xweza û êşê. Lêgerînê te zêde dibin, li vir pirsa ‘Ez ê hê baştir çawa bikim’ derdikeve. Heskirina min a sînema; li dorî vê rastiyê, weke têkoşîna ji bo gihandina vê qêrînê şekil girt. Şerê herî mezin şerê ji bo heqîqetê tê kirine. Li ser vê rastiyê ketim ser rê. Di wê fikrê de me ku divê tim şer bê mezinkirin. Li cihê ku hemû cîhanê çavê xwe ji rastiyê girtî, her tişên ji nedîtî ve tê wê bi sînemayê dana nîşandan. Nasnameya hunerê pir xurt e. Bi rehetî dikare li her kesî bide hîskirin.

Şopandina rêyeke wiha û tercihkirina têkoşîneke wiha ji bo min gelek bi nirx e.

NE TENÊ SÎNEMAYA ME, WELATÊ ME JÎ QEDEXEYE!

Ya bi dilê xwe ketî vê rêyê, dixwazim ji bo jinên ciwanên ku dilê wan li ser vê rêyê heyî bibêjim, “Ji xwe bawer bin. Bi wêrek bin. Ger gavekê bi avêjin, tiştek zor nîne.” Rêyek bi zehmete, em jî pir ketîn û rabûyîn di dirêjahiya vê rêyê de. Demên wisan çêbûn ku; teknîkên di destê me de têra xeyalên me ne dikir.

Em girêdayî civakek wisane ku ne tenê sînemaya me, welatê me jî qedexe ye! Pêwîste em vê rastiyê ti caran ji aqilê xwe dernexin. Ji bo em bi bîra mirovan bînîn rêya herî rast sînema ye. Bi ceribandinê em dixwazîn mirovên nû qezanc bikîn. Lê belê şerek yê civaka Kurd heye. Li gel vî şerî jî em fîlîman dikêşîn, her çiqas be bi navê ku bikare piçekê bibêje. Pêwîste bê dibe ku kamereman, dengsaz û leyîstikvan ku ket di ber wê fîlmê de dayî hêj fîlîm temaşe ne kirî şehîd jî bikeve. Ji ber vê yekê, pêwîste rewşa sînemayê bê xurt kirin.

Dibe ku amator be, ji xwe ruhê amator yê herî afirînere. Amatorî, dema ku nû di keve nava kar de pêwîste li pêşiya wî ti asteng nebe. Bi dilnizmin, rewşa wan jî zelale. Ji bi pey xeyalên xwe ketinê ne tirsin.

Ji xwe di nava fîlmê ku jinên ciwan ku temaşe bike de, ji vê dema zihniyate zilam ya tê jiyîn wê xwe çawa biparêzin, bi çi şêweyî têbikoşin û çawa bikaribin li ser lingên xwe rawestin, li ser van gelek şêwe hene.

Bazara sînemayê vebûye, qepanek heye. Ji bo nekeve bi zelalî mebest gelek girînge. Ne pêwîste ku dest bi çêkirina fîlmên gelek mezin bikin. Li gorî ya hatî jiyîn pir zêde tecrûbe hene. Ya bê temaşekirin pêwîste bi nirx bin. Bi zelalî rêgez û mebest wê di hawirdûra bazirganiyê de jî mirov biparêze.

-DAWÎ-

* Lîstikvana serekî ya fîlma Rûpelên Sor (Kizil Sayfalar) Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz), li Şengalê di dema şopandina nûçeyan de 3’ê Adara 2017’an ji aliyê hêzên girêdayî KDP’ê ve ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Rakirin Nexweşxaneya Hesekê, di 22’ê Agarê de şehîd bû.