'Li dijî gelê Kurd careke din şer ragihandine'

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, bi desteserkirina şaredariyan re careke din li dijî Kurdan şer hate ragihandin û got, Kurd her tim li dijî êrîşan rawestiyane.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan der barê desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î de ji ANF'ê re axivîn. Ocalan bi bîr xist ku ji 19'ê Tebaxê û vir ve li dijî qeyûman berxwedanek heye û got, "Gel li dijî yên dest danîne ser îradeya wan bi rengekî eşkere helwesta xwe nîşan dide. Êrîş li siyaseta Kurdan tê kirin û ev yek ne tenê desteserkirina îradeya gelê Kurd e. Qeyûm li demokrasiya Tirkiyeyê hatiye tayînkirin.

Ya ku ev darbeya siyasî kir hikumeta vê dewletê ye. Ev hikumet li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi helwesteke dijminane tevdigere. Ev her sê bajarên ku qeyûm lê hatine tayînkirin bajarên me yên mezin in, ji bo Kurdan xwedî cihekî girîng in. Di hilbijartinên bihurî de gel îradeya xwe li van bajaran nîşan da. Dewletê jî ji bo teslîmgirtina îradeya gelê Kurd qeyûm tayîn kiriye."

Ocalan bal kişand ser operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û got, "Li aliyê din em di demeke welê de ne ku operasyonên leşkerî tên kirin. Dema ku mirov bi rengekî berfireh binirxînin hingî dibînin ku aliyekî din ê vê operaysonê li dijî siyaseta Kurd tê kirin. Em vê yekê li herêma Rojava jî dibînin. Hin hewldanên dewletê jî hene. Ev hewldan ji bo wê yekê ne Kurd bên astengkirin û di sedsala 21'ê de nebin xwedî statu.

Dewlet di vê çarçoveyê de hem bi rengekî psîkolojîk hem jî bi siyasî û leşkerî şer dike. Em vê yekê di çapemeniya Tirkiyeyê de jî dibînin. Bi qasî ku me heta niha bihîstiye, di şerê dijî Rojava de heta niha 16 generalan xwestine îstifa bikin, ji wan 6 general bi temamî ji wezîfeya xwe dûr ketine. Ev hemû ji hev cuda nîne. Di nava dewletê de tîmeke mezin 5 sal in şerekî qirêj li her qadê dimeşîne."

KURD WÊ HÎN BI XURTÎ BI PÊŞ VE BIÇIN

Ocalan got, "Ya ku dikeve ser milê siyasetmedarên Kurdan ew e ku bi berxwedaneke demokratîk li dijî vê yekê rawestin" û diyar kir, "Em jî niha vê yekê dikin. Em li qadan bi gelê xwe re bi rengekî demokratîk berxwedana xwe didomînin. Bi vî rengî em mafên xwe diparêzin. Dewlet hewl bide hin tiştan krîmînalîze bike jî em ê li dijî vê yekê rawestin. Gel bi me re dimeşe. Kurdan beriya 40-50 salan berdêlên gelekî giran dan. Gund hatin şewitandin, bi zorê hatin koçberkirin. Zarokên wan hatin qetilkirin û li çar aliyên dinyayê belav bûn.

Beşek ji mirovên wê demê gundên wan hatin valakirin koçî navendên bajaran kiribûn. Koçî deverên mîna Cizîr, Nisêbîn, Geverê kiribû. Em şerê wê demê niha jî dibînin. Yên ku wê demê hatin kirin derbas bûn, lê belê îro teknolojî jî bi pêş ket. Êdî dinya bûyerên li Kurdistanê diqewimin di her kêliyê de dişopîne. Gelê Kurd niha li dijî van bûyerên diqewimin helwestê nîşan dide."

Ocalan diyar kir, li Rojhilata Navîn hewl tê dayin ku dîzayneke nû bê kirin û got, "Xuya ye niha li Tirkiye, li Bakurê Kurdistanê niyet kirine ku bi qeyûman wê dîzaynê bikin. Bi rengekî eşkere li dijî gelê Kurd şer ragihandine. Kurd bi rengekî cidî tên qirkirin. Xwe li Kurdîtiyê ranagirin. Hikumeta Tirk ji bo Kurd di sedsala 21'ê de nebin xwedî statu her rê û rêbazê ji bo xwe rewa dibîne. Lê belê wê nikaribin bi ser bikevin. Li dijî van hemûyan Kurd her tim li ser piyane. Ji ber vê yekê wê hîn bi xurtî bi pêş ve biçin, wê hîn bêhtir bibin xwedî statu."