Piştî ku qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê desteser kir, Serokê Rêveberiya Çandê hate girtin, li şûna wî girêdayî qeyûmê Yakûp Sarî anîn ser Rêveberiya Çandê. Meha Kanûnê Nîhat Hatîpoglu ê îlahîyatparêz hate Mêrdînê û konferansek li dar xist. Personelekî şaredariyê ku nexwest navê xwe bide, di ber semînarê de 60 hezar lîre da Hatîpoglu, Serokê Rêveberiya Çandê jî ji bûdçeyê weke ku 400 milyar lîre dabe Hatîpogku nîşan daye û pere li ser xwe zimet kiriye.
‘BI NAVÊ KONFERANSA DÎN LI SER XWE ZIMMET KIR’
Personelê şaredariyê got Nîhat Hatîpoglu 18’ê Kanûnê li salona konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn konferansek daye. Konferans ji hêla Seroktiya Rêveberiya Çandê ve hatibû organîzekirin. Personelê şaredariyê diyar dike ku di ber konferansê de 60 hezar lîre dane Hatîpoglu, ‘’lê Serokê Rêveberiya Çandê ji bûdçeyê, ku budçe 2 miyon û900 hezar lîre ye, weke ku 400 hezar lîre dabe Hatîpoglu nîşan daye û li ser xwe zimmet kiriye.’’
‘KÊLÎ BERIYA KÊLIYÊ EM BIŞELIHÎNIN’
Personel diyar kir, AKP’yî dizanin ku şaredariya qeyûmê heta hetayê wê di destê wan de nemîne dibêjin, ‘’em mûyekî jî ji beraz hilbikin kar e’’
Personel dibêje şaredarî ji hêla Seroktiya Bajêr a AKP’ê ve tê birêvebirin û got: ‘’Qeyûm ji çav re li vir e. Şaredarî di rastiyê de di kontrola AKP’ê de ye, kî bixwazin tînin ser wî karî, di hesaban de, di kirin û firtotinê de tişta ku dixwazin, dikin.’’