Bi muzîkê êşkenceyê li girtiyan dikin

Li Girtîgeha Patnosê, rêveberiya girtîgehê nîvê şevê bi dengekî bilind ji hoparloran muzîkê bi girtiyan dide guhdarîkirin û nahêle rakevin. Girtiyên li ber vê yekê radibin jî êşkence li wan tê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa M a li navçeya Patnos a Agiriyê, rêveberiya girtîgehê nîvê şevê bi dengekî bilind ji hoparloran muzîkê bi girtiyan dide guhdarîkirin û nahêle rakevin. Girtiyên li ber vê yekê radibin jî êşkence li wan tê kirin.

Li heman girtîgehê, girtiyekî di dema lîstika gogê de lingê xwe êşand û bi rojane dernaxînin revîrê, her wiha dermên jî nadin wî. Wekî din, rêveberiya girtîgehê ku di binpêkirina mafên mirovan de sînoran nas nake, nahêle girtî rojnameyan bikirin û bi rojane rojname li nava qewîşan nayên belavkirin.

Girtiyê bi navê Omer Akbey bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala zext û zordariya li wan tê kirin, kir.

Akbey diyar kir ku hevalên wan ên nexweş nayên dermankirin, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, girtiyên ji girtîgehên din tên sirgûnkirin bi rengekî tazî li ser wan tê gerîn, kontrolkirin, cezayê hucreyê li wan tê birîn û got, "Jiyan li vê derê herimandine." Akbey bang li raya giştî kir ku êşkenceya tê kirin bibîne û li ber rabe.