Bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk li Mexmûrê hate protestokirin

Jin, ciwan, zarok û kal ên Mexmûrê ku daketin qadan bi meşeke girseyî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdan û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Di serî de jin, ciwan, zarok û hemû welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ên li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, bi meşeke girseyî ya heta ber derê avahiya Neteweyên Yekbûyî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ku dîsa demê dawî ya zêdetir li Başûrê Kurdisanê ku dibe sedema qetilkirin û şehîdkirina welatiyên sivîl protesto kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdênê Şêladizê, dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK, KCK, YJA Star û HPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî HPG, bijî YJA Star’ û ‘Şehîd namirin’ hatin qîrkirin.

Li pêşiya avahiya NY’yê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî xwend.

Îşlek bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a tinekirina Kurdan dike hedef û bibîr xist ku armanca esasî ya dewleta Tirk ew e ku Kurdistanê bi temamî dagir bike û qira Kurdan bîne.

Îşlek anî ziman ku dewleta Tirk bi zanabûn ciwanên bûne sembola Raperîna Şêladizê kirine hedef û qetilkirine. Îşlek diyar kir ku ev ciwan pêşengên Raperîna Şêladizêbûn û got: “Erdogan bi hevkariya navxweyî êrîşî destkeftî û Kurdan dike. Eger ku hevkarî û noker alîkarî nedin Tirkiye, dagirker wê nikarin yek rojê jî li ser vê axa pîroz hebûna xwe bidomîne.”

Di dewama daxuyaniyê de Îşlek li ser navê Mexmûrê bang li hemû Kurdan û hêzên siyasî ên xwe nûnerên Kurdan didin nîşandan kir ku bila li ser bingehê siyaseta hevpar û berjewendiyên gelê Kurd bên ba hev û li dijî dagirkeriyê têkoşîneke hevpar bikin.

Îşlek êrîşên PDK’ê û hêzên YNK’ê ya li ser xwepêşandanên rûmetê ya Şêladizê û Silêmaniyê şermezar kir û serhildan û çalakiyên welatiyên Silêmanî û Şêladizê pîroz kir. Îşlek bi domdarî got: “Pêwîste hemû Başûrê Kurdistanê xwedî li raperîna rûmetê derkevin û li dijî noker û êrîşan dakevin qadan.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî berxwedan li dijî dagirkeriyê’, ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ û ‘Bimre dagikerî’ bi dawî bû.