Bi hezaran li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan

Li Silêmaniyê bi hezaran kesî ji bo piştgirî bidin Efrînê meşiyan û Berxwedana Serdemê silav kirin.

Ji bo silavkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê û xwedîlêderketinê di çarçoveya Roja Efrînê ya Cîhanî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran kesî meşeke hate lidarxistin. Meş ji Rêya Sahuluka saet 16:00’an destpê kir heta Parka Baxê Gulan dom kir. Meşa ku gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakak sivîl, kestayetên dîndar, alim û nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser  a Başûrê Kurdistanê piştgirî kir, bi dirûşman berxwedana YPG/YPJ’ê û gel hate silav kirin.

Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, alim, dîndar, rêxistinên jin û ciwanan di axaftinên xwe de peyamên berxwedanê dan.