'Bi hezaran gerîla li ser şopa Simko Serhildan dimeşin'

Ji bo 8’emîn salvegera şehîdbûna Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Simko Serhildan gerîlayên YRK’ê axivîn. Gerîlayan diyarkirin ku ew ê bi tevlîbûna xwe hê zêdetir xwedî li têkoşîna şehîd Simko Serhildan derbikevin.

Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di 8’emîn salvegera şehîdbûna Fermandarê YRK’ê Simko Serhildan de ew bibîr anîn û soza şopandina rêya wî dan.

Gerîlayên YRK’ê ji ANF’ê re ve gotin:

‘MÎNA FERMANDAR EQÎD, SIMKO JÎ PÊNGAVEK MEZIN DA DESTPÊKIRIN’

Roda Amed: Şehîd Simko Egîdê Rojhilatê Kurdistanê bû û di wê rêyê de tekoşînek bêhempa da meşandin. Em gerîlayên YRK’ê xwedî li tekoşîna Şehîd Simko derbikevin. Em soz û peymana di rêya Şehîd Simko de didin careke din tekoşînê mezintir bikin. Şehîd Simko wek neviyê Qazî Mihemed di rêya şoreşgeriyê de pêngavek mezin avêt. Di berpirsiyariya şoreşgerî de, di çeperên herî pêş de cih digirt. Hevrêyên ku di bin fermandariya wî debûn jî dixwestin layiqê jiyana wî derbikevin. Di Pêngava 15’ê Tebaxê de çawa ku Fermandarê Efsûnewî Fermandar Egîd li dijî dagirkeriyê pêngavek bi bandor avêt, Şehîd Simko jî di şerê Qendîlê yê 2011’de, li dijî dagirkeriya rejîma Îranê pêngavek mezin avêt. Bi hestên welatparêzî, şoreşgerî ve tevgeriyan. Bang li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî ciwanên herêma Mûkriyan dikim ku di rêya Şehîd Simko Serhildan de bimeşin û ji bo ku tekoşînê mezin bikin tevlî nava refên gerîlla bibin.

BI HEZARAN ŞERVAN LI SER RÊYA WÎ DIMEŞIN

Dilpak Firat: Em gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê xwedî li mirateya Şehîd Simko Serhildan derdikevin. Bi hezaran şervan di şopa Şehîd Simko de meşiyan û ew jî yek ji wan e.

LI SER RÊYA ŞEHÎD SIMKO BIMEŞIN'

Cîlo Dalaho: Sala 2011 rejîma Îranê a dagirker li ser gerîlayê Kurdistanê êrîşek pêk anî. Ya rastî ev êrîş li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê bû. Yê ku li dijî dagirkeriyê di vî şerî de pêşengtî kir Şehîd Simko Serhildan bû. Bangawaziya min ji bo tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ew e ku bila li dijî dagirkeriyê hêza xwe bikin yêk û di rêya Şehîd Simkoyan de bimeşin.

ŞEHÎD SIMKO JI BO ME BÛ XETA TÊKOŞÎNÊ

Avînar Mîrkan: Şehîd Simko li Rojhilatê Kurdistanê xeta fermandariyê pêşxist. Şehîd Simko Serhildan di şerê Qendîlê de bi hevaltî û fermandariya xwe ve di rêya rast de xetek pêş xist. Dewleta Îranê wê demê digot; ‘deh roj şûnde em ê Qendîlê tune bikin’ Lê nezanîn ku di pêşengtiya fermandarên weke Şehîd Simko Serhildanan de şerê ku meşiyayî nahêle ku bihostek axa me bikeve destê dijmin. Bi ruhê Apoyî ve ev şer hat meşandin. Hemû hevalên li derdora Heval Simko, bi fedakarî û qehremaniyek mezin ve şer kirin û serket in. Heval Simko ji bo me bû xeta tekoşînê.

XWEDÎ LI SEKIN Û KESAYETA ŞEHÎD SIMKO DERBIKEVIN

Cûdî Sine: Şehîd Simko ji bo Rojhilatê Kurdistanê wek xetekê bû û em jî weke gerîlayên azadiya Kurdistanê di wê xetê de dimeşin. Şehîd Simko bi berxwedayîn û tevlîbûyîna xwe ya bêhempa li dijî rejîma dagirker a Îranê bû mînakeke mezin a berxwedayînê. Bi taybet bang li ciwanên Baneyê dikim ku xwedî li sekn û kesayeta Şehîd Simko derbikevin.