Bi Halîl rêwîtiya ber bi Çiyayê Cîlo ve

Di mehên dawî yên sala 1995'an de ku hingî hatibû serê çiyayên Kurdistanê, bi pênûs, lênûsk, makîneya xwe ya wêne û dîmenan xwest bibe dengê gerîla. Yanî bû dengê çiyayan...

Halîl rojnamevanekî lêgerîne û sînemagerek bû, lê beriya her tiştî şoreşgerekî baş bû. Li ti zor û zehmetiyê nealiqî, li dijî zehmetiyan têkoşiya. Ji bo her wezîfeyê bi cih bîne, afirandin ji xwe timî kir esas. Ti wezîfe nîvco nehişt. Bi nivîs, wêne û fîlmên xwe bû pirek di navbera gel û gerîla de

Di mehên dawî yên sala 1995'an de ku hingî hatibû serê çiyayên Kurdistanê, bi pênûs, lênûsk, makîneya xwe ya wêne û dîmenan xwest bibe dengê gerîla. Yanî bû dengê çiyayan... Heta 1'ê Nîsana 2008'an dema li Bestayê şehîd bû, dest ji vê lêgerîna xwe berneda. Ma ji xwe şoreşgerî, gerîlatî jî ne ev bû?

Gelek caran li çiyayên Kurdistanê em li hev rast hatin. Di havîna 1998'an de ji Zapê heta Zagrosan di tûrekê de em bi hev re bûn. Bi saya vê yekê me yê çiyayên bilind ên Zagrosan, Cîlo û Çarçella bidîta, serdana yekîneyên gerîla bikira.

KEN JI RÛYÊ WÎ KÊM NEBÛ

Bi koma ji 4-5 kesan me berê xwe dan Zapê. Piştî rêwîtiya zor û zehmet a bi saetan, rawestgeha me ya destpêkê Çemço bû. Çemço weke sînorê Zap û Zagrosê dihate qebûlkirin. Rêya ji bo wesayitan ku ji Deralûk û Şêladizê tê û li Çemçoyê bi dawî dibe, sînor bû. Ev rêwîtî ji bo Halîl bi du qatî zehmet bû. Kamera û barê li ser milê wî mîna ku têrê neke, dîmenê me, gerîlayên ku pêşengî ji me re dikir, yên çiya, kulîlkan dikişand. Her wiha ji gerîlayên bi me re li çîroka deverên em lê diman, jê derbas dibûn dipirsî, not dinivîsand, bi kameraya xwe qeyd dikir. Em gelekî westiya bûn, lê kenê li rûyê wî qet kêm nedibû.

Piştî ku em bi şevê li Çemço man, berbanga sibehê em dîsa bi rê ketin. Piştî em ji rê derbas bûn, qada Zagrosê ji bo me dest pê kir. Yanî em ketin nava Geliyê Kînaynîşê ku gelekî dirêj e. Cihê me yê bêhnvedanê wê Tabûra Ereban bûya, lê belê di rê de em li cihekî bi navê Kunişka sekinînin ji bo nûçeyê çêbikin. Cihekî ji tehtan bû ku li qadeke berfireh bû. Li nava tehtekî ku mirov nikarîbû hilkişin, cihek mîna paceyekê hatibû çêkirin. Bêyî pêlikeke dirêj nepêkan bû ku mirov xwe bigihanda wê derê. Li gorî gotinên gundiyên li wê derê, Xiristiyan ji bo ji zexta Tirkan birevin û xwe veşêrin, li vî geliyê kûr ê Başûrê Kurdistanê cihên welê zehmet çêkirine. Vî cihî bala me kişand, me jî not wergirt, dîmenê wê kişand û piştre rêwîtiya xwe dewam kir.

EM LI ZAGROSAN BÛN

Piştî rêwîtiya bi saetan a ji çiyayên bilind û geliyan, em gihîştin qûntarê Çiyayê Cîlo, yanî gihîştin Zagrosan. Gundên li vê herêmê yên ku cerdevanî qebûl nekirin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin û valakirin. Em ketin nava hin ji van gundan. Halîl mîna her carê bi kameraya xwe digere, navên Kurdî û Tirkî yên gundan hîn dibe, yek bi yek diket nava malên hilweşandî. Malek li gorî yên din hinekî saxlem mabû û gelekî bala me kişandibû. Ji derve ve weke maleke ji rêzê dihate dîtin, lê belê dema ku em ketin hundir me fêhm kir ku ne bi vî rengî ye. Ev mal dêrek bû. Mîmariya hundir mîna dêrekê hatibû çêkirin. Ji ber ku ji êrişên dewleta Tirk digirsiyan jî derveyî dêrê mîna malekê çêkiribûn û bi vî rengî veşartibûn. Li hin aliyên dêrê kort çêbûbû, li derve jî heman kort hebûn. Gerîlayê rêberê me digot, piştî ku Xiristiyan ji herêmê reviyan, kesên ku ji bo zêr û pereyên wan bibîne ev cih kolandine, lewma kort in.

BER BI SERÊ ÇIYAYÊ CÎLO VE

Bi berbanga sibehê re em ê ber bi Çiyayê Cîlo ve hildişiyan, em ê biçûna nuqteyeke gerîla ya li nêzî lûtkeya çiyê ku berê xwe li Bakurê Kurdistanê ye. Li gel vê westandinê jî Halîl mîna her carê şarjên kamerayên xwe kontrol kir. Ji bilî gerîlayê nobedar her kes bi xew ve çû. Em serê sibehê hişyar bûn û bi rê ketin. Wê rêwîtiyek ji 4-5 saetan bûya. Beriya ku germahî zêde bibe diviyabû em bigihîşta nuqteya gerîla Zoma Cafer. Nîvro em gihîştin Zoma Cafer. Lûtkeya çiyê qadeke rast e. Gelekî nêzî qereqola Oremarê ye û ji jorê ve dibîne. Zozaneke, ava xwe mîna qeşayê cemidî ye. Di mehên Tîrmeh-Tebaxê de jî bêyî betaniyeyê mirov nikare razê. Nava rojê jî dema ku tu xwe dide ber tavê, canê mirovan dişewite. Dema tu diçe binê siyê hingî jî diqefire. Cihekî welê ye ku darek bi tenê jî lê nîne. Ji bo çayekê çêbike, gerîla bi saetan hewl didin, qirşik an jî gonî kom dikin. Dîsa jî yek ji cihên herî bedew ên cîhanê ye...

DEMA KU LÛNÛSKA LI SERÊ ÇIYÊ BIHÎST

Halîl yekser hat. Piştî silavdanê û sohbeteke kurt xwest ku qereqola Oremarê bibîne. Ji aliyekî ve wêne dikişand, li aliyê idn jî gerîlayên bi me re li ser qada Oremarê agahî didan me. Gerîlayan gotin ku li cihekî bi saetek du saetan dûrî serê çiyê lênûskek heye. Halîl jî yekser got 'em yekser biçin wir'. Ev der Cîlo ye mirov nizane ku sibehê û nîvro rewşa hewayê çawa be. Lewma piştî rojekê sibehê eger hewa vekirî be em ê karibin biçin. Ji bo Halîl roj êdî nediqediya. Ji coş û kelecanê nedisekinî. Me yê xwe bigihanda ser lûtkeya Cîlo, me yê gaveke yekemîn biavêta.

EM ÊDÎ LI LÛTKEYÊ NE

Bi berbanga sibehê re em bi rê ket. Piştî 40 deqeyan me xwe gihand ser serê çiyê. Rast bû, dema ku li aliyê başûr dinihêrî qadeke şênkahî xuya dikir. Li aliyê bakur jî li geliyan bi kombûna berfa berê ku jê re 'keviye pir' dihate gotin, qeşa çêbûbû. Gelî bi vê qeşayê tijî bûbû, dibe ku ev qeşa bi sedan sal in neheliya ye. Li aliyekî me serma û seqem li aliyê din jî germahiyek nedibû.

Li gorî gotinên rêberê me, nava berfê bi kurmikan tijî ye. Dema ku tu vê berfa bi kurmikan dixe nava ava kelandî, av yekser dicemide, kurmik jî winda dibin.

PIŞTÎ 15 SALAN SERLÊDÊRÊ DESTPÊKÊ YÊ LÊNÛSKÊ

Ya ku herî zêde bala me dikişand, lênûsk bû. Têkildarî lênûskê me gelek tişt bihîstibû... Li aliyekî lûtkeyê kevir danîbûn ser hev û bi vî rengî girikekî biçûk hatibû çêkirin. Ji bilî wê derê cihekî din tune bû ku lênûsk lê bê bicihkirin. Em çûn wir û me yekser li wir nihêrîn. Piştî ku çend kevir ji ser rakir, me lênûsk dît. Halîl lênûsk yekser derxist, dema ku me rûpela wê ya destpêkê qeliband me dît ku 11 çiyageran sala 1969'an lênûsk danîne vê derê. Ji van çiyageran 7 jê biyanî, çar jî Tirkiyeyî bûn. Piştre jî gelek kes hatin lûtkeyê û nivîs li lênûskê nivîsîn. Herî dawî di 14'ê Tebaxa 1984'an de nivîsa komek ji çiyageran heye. Rojek beriya Pêngava 15'ê Tebaxê. Ji hingî ve piştî 15 salan serlêdêrên destpêkê yên lênûskê em bûn. Wê kêliyê dengê helîkopterê hat. Em tirsiyan, ji ber ku cihekî ku em xwe lê veşêrin tune bû, ne kevirek, ne tehtek. Piştî ku helîkopter dûr ket, me jî bi navê MED TV mohra xwe danîn binê lênûskê û xistin şûna wê.

Lêgerîna Halîlê me yê li çiyê her tim ji bo dîtina yên nû bû. Ew eynika gerîla û çiyayên Kurdistanê bû ku berê xwe li gel bû...