Bi girseyî çûn şîna gerîlayê HPG’ê Emrûllah Tûncer

Gerîlayê HPG’ê Emrûllah Tûncer li Bestayê di şer de şehîd bûbû. Li Serêkaniyê gel bi girseyî çûn şîna wî.

Gor û malbata endamê HPG’ê Emrûllah Tuncer (Piling Qoser) ê di 30’ê îlona 2022’yan de di şerekî li qadên Girê Gêsin, Girê Sor, Omyanis û Mêrgûmarê yên Herêmên Besta ya Şirnexê de şehîd bûbû û duh li gundê Xidir Xelef ê navçeya Serêkaniya Rihayê hate veşartin, bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. 

Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Ser Axa Qedîm Windakirine re (KATDER), Hevserokên bajer û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de gelek kes, ewilî çûn serdana gora Tûncer a li goristana gund. Girse pişt re derbasî mala malbatê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.