Bi dîwaran naxwazin ku çavê Kurdan li hev bikeve!

Bi Peymana Qesrî Şîrîn a 1639’an a di navbera Osmanî û Îraniyan de hatibû îmzekirin, sînorê di navbera Tirkiyeyê û Îranê de bi çarçoweya polîtîkaya hikûmeta serkar dikeve qonaxeke nû.

Bi Peymana Qesrî Şîrîn a 1639’an a di navbera Osmanî û Îraniyan de hatibû îmzekirin, sînorê di navbera Tirkiyeyê û Îranê de bi çarçoweya polîtîkaya hikûmeta serkar dikeve qonaxeke nû.

Bi dîwêr re têkiliya xizman a herdu aliyên sînor wê were birîn.

Di dîrokê de yekem cara bi peymana Qesra Şîrîn a 1639’an Kurdistan di navbera împaratoriyên Safewî û Osmanî de hatibû dabeşkirin. Rejîma AKP’ê niha hewl dide ku vê dabeşkirina Kurdistanê zexm bike û di navbera sînorên Bakur û Rojhilat de dîwaran lê bike. Her wiha wek ku tê zanîn rejîma AKP’ê di navbera Rojava-Bakur de jî dest bi avakirina dîwaran kiribû û hê jî avakirina dîwaran a di navbera Rojava-Bakur de didome.

CEYLANCI: ARMANC EW E KU KURDAN BI TEMAMÎ JI HEV QUT BIKIN

Têkildarî mijarê Recep Ceylanci ku li ser sînor dijî got, "Armanc ew e ku Kurdan bi temamî ji hev qut bikin."

Recep Ceylanci wiha dewam kir: "Her tişt li ber çavan e, tiştekî ku ser wê were veşartin nîn e. Ev rewş encama polîtîkaya hikûmeta serkar e. Bi vê polîtîkayê dibêjin, 'em êdî Kurdan qebûl nakin'. Armanc bi temamî dorpêç û xelekdanîn e. Her wiha dixwazin hemû qadên aborî jî berteng bikin. Bi mebesta bertengkirina mafên jiyanê ye. Piştî sînorên Roajva niha jî dixwazin têkiliyên me yên bi Rojhilat re bibirin."

OZGOKÇE: LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN Û AZADIYÊ YE

Wekîla HDP’ê Bedîa Ozgokçe li ser dîwarê ku li ser sînorê Rojhilat tê lêkirin diyar kir ku ew ê babetê di zûtirîn demê de bixin rojeva Meclîsê. Ozgokçe got bêyî ku qet guh bidin mafê mirovan û azadiyan dest bi avakirina dîwêr kirine, bi avakirina dîwêr re di serî de darvekirin, gelek kes ji ber binpêkirina mafê mirovan ku dixwazin ji Îranê derbasî Tirkiyê bibin 'mafê xwespartinê' tê astegkirin.

Ozgokçe diyar kir hikûmetê digot ew ji bo koçberan polîtîkaya 'deriyê vekirî' pêk bîne lê bi avakirina dîwaran re bi gotinên xwe re dikeve nakokiyê û got: "Dema ku mirov bifikire ku dirêjiya sînorê bejahiyê yê Tirkiyê 2949 km ye, li ser beşa 2177 km’yî ku hê dîwar lê nehatiye kirin, diyar e ku di polîtîkaya çaresriyê ya hikûmetê bi hinceta ‘ewlekariyê’ nîn e. Ji bo dîwarên ku wê werin lêkirin li ramanên rêxistinên derdorê jî nepirsîne. Ekosîstema herêmê wê ji dîwêr bi neyênî hîkar bibe."

ÇEV-DER: DÎWAR SIRÛŞTÊ QETIL DIKIN

Serokê Çev-Derê yê Wanê Alî Kaçik jî têkildarî mijarê got: 

"Dîwarê bi kîlometroyan dirêj ku wê di nav zeviyên çandiniyê de were lêkirin û çêkirine rê jî qirkirina derdorê ye. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji bo ku zindî bikaribin bijîğn û li xwe zêde bikin divê bi azadî tevbigerin. Sînorên jiyanê yên zindiyan têne sînordarkirin, ne tenê mirov lê her wiha zindî jî ji hev vediqetin."

Kaçik herî dawî bang li AKP’ê kir ku dev ji van polîtîkayên xwe biqere.