BI DÎMEN

Bi dîmen û wêneyan QEREÇOX

Bi hezaran kesên ku çûne Qereçox a Rojava ku balafirên şer ên Tirk bombe kiribûn, dewleta Tirk şermezar kirin.

Gelê Rojava ku duh berê sibehê êrîş bi ser wan de hatibû, herikîn Qereçoxê ya nêzî Dêrikê.

Gel li  Qereçoxê dirûşma ‘’kujer Erdogan’ berz kirin û bang li nûnerên koalîsyona navnetewî û hêzên navnetewî kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Dayikeke Rojavayî bang li rayedarekî leşkerî yê DYE’yî kir û got, ‘’Zarokên me li Reqa şer dikin lê Erdogan ji paş ve li me dixe. Ji vê re bêdeng nemînin.’’

 

 

Gelê Rojava yê ku çûyî Qereçoxê cihê ku hatî bombekirin, mesaj dan ku êrîş wê nikaribin têkoşîna wan rawestînin.

Gelê Rojava ê ku hatî Qereçoxê ji kamerayên me re axivîn.

 

Gelê Rojava daxuyaniya çapemeniyê ya YPG/YPJ û rêveberiya Kantonê temaşe kirin û cihê ku hatî bombekirin ziyaret kirin.

Bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hate gotin ku çalakiyên girseyî wê bidomin.

20 şervanên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wêb i merasîmekê werin veşartin.