NÛ BÛ-Bi demografiya Kurdistanê dilîzin

Dewleta Tirk qirkirina xwe ya li ser Kurdistanê bi rengê guherandina demografiyê jî pêk tîne.

Dewleta Tirk qirkirina xwe ya li ser Kurdistanê bi guherandina demografiya Kurdistanê jî pêk tîne. Çawa ku piştî raperîna Şêx Seîd û qirkirina Zîlanê dewleta Tirk li gelek bajarên Kurdistanê Qirgiz û Tirkên Gagaus bi cih kirin, niha jî dewleta Tirk heman polîtîkayên xwe didomîne.

Di Destûra 1924’an de dewleta Tirk nasnameyên etnîk ên li bijî Tirkan jî nas dikirin, bi salên 1930’î de li şûna ziman, çand, û armanca hevpar berê xwe da polîtîkayên ‘’ziman, çand û Nîjad’ê û biryar li ser polîtîkayên tundrew ên pişaftinê ya li ser Kurdan dan.

Li herêma Zîlanê ya Erdîşê ya Wanê ku îro avaniya wê ya demografîk bi temamî hatiye guherandin û Tirkên Qirgiz lê hatine bicihkirin, sala 1930’î, Temûzê Kolordûya 9. a bi fermandariya Ferîk Salih Omurtak komkujiyeke mezin pêk anî. Li herêmê ku navê wê ji hêla dewleta Tirk ve weke ‘’Hatun Çukurovasi’ hate guherandin, li gorî rojnameya Cumhuriyetê ya bi dîroka 16’ê Temûza 1930’î 15.000 Kurd û li gorî nîvîskar Hesen Hişyar Serdî jî, li 18 gundan ku ji êlên Ademan, Sîpkan, Zîlan û Hesenan, piranî jê zarok û jin 47.000 kes ji hêla artêşa Tirk ve hatin qirkirin. Li gorî nûçeya Berlîner Tegablattê jî, a bi dîroka 3’yê Cotmeha 1930’an, Tirk li herêma Zîlan 220 gund kavil kirin û 4.500 jin û yixtiyar qir kirin. Akademiya Yekîtiya Zanistê ya Yekîtiya Sowyetan jî ev hovîtî wiha vegot: ‘’ Li yek ji geliyê Herêma Zîlanê 1.550 kes hatin gurandin, li Erdîşê 200 gund hatin şewitandin, li qada Patnosê yek gundê ku nehatî şewitandin û nehatî kavilkirin nema. Leşkerên Tirk ajalên Kurdan dizîn.’’

Hikûmeta wê demê di nav vê çarçoweyê de 1934’an qanûna Îskanê derxist. Bi qanûna îskanê dewleta Tirk bi darê zorê Kurd ji şûnwarê wan kirin û li şûna wan jî miletên din ên ku ji deverên cihê anîbûn bi cih kirin. Bi qanûna îskanê ya 1934’an û bi Qanûna 1935’an a Tunceliyê bi 100 hezaran Kurd ji şûnwarê wan hatin kirin.

Dewletê bi van qanûnan armanc kiribû ku Kurdan bipişêve lê tişta ku jê hêvî dikir piştî ku bi van qanûnan bi dest ve neanî û piştî geşbûna têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, berbelavbûna Sowyetan û polîtîkayên li ser Tirkên Bulgarîstanê naveroka Qanûna Îskanê hate guherandin. Li gorî guherandinê êdî yên ku hatin Tirkiyê kîjan bajar bixwestana dikarîbûn lê bimana û jixwe bi sedan Qirgiz li Erdîşê bi cih kirin û kirin qorîcî.

Dewleta Tirk jî êrîşkariya xwe ya qirker a li ser Kurdan bi guherandina demografiya Kurdistanê didomîne. Çend roj beriya niha penaberên ku ji Efganîstanê anîn li Wanê hatin bicihkirin û û li Bedlîsê danînê gundên konî dest pê kir û ev jî nîşaneyên polîtîkaya qirker a dewleta Tirk in.

BOTAN: ARMANC GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ YE

Wekîlê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan têkildarî mijarê got, armanc guherandina demografiya Kurdistanê ye. 

Botan diyar kir li Wanê Efgan û Qirgiz, li Bedlîsê jî Qirgiz Tirkên Gagausê hatine cihikirin, di nav wan penaberên Efganî de ku anîne Wanê yixtiyar, jin, zarok nîn in û wiha domand: ‘’Ên ku anîne temenê wan di navbera 20-30’î de ye. Ev jî vê pirsê tîne bîra mirov gelo ev kes li Sûriyê wê şer bikin an jî li Sûriyê şer dikirin. Wê di karên qirêj de van bi kar bînin em pê nizanin. Weke ku raya giştî pê dizane, Tirkiye li Sûriyê hê jî destekê dide rêxistinên Îslamiya radîkal. Hikûmet di vê mijarê de divê raya giştî agahdar bike.’’

FIRAZA ÎHH’Ê LEWITÎ YE’

Botan ji bo ku penaber û koçber bi rêya ÎHH’ê têne Tirkiyê helwest nîşan da û got: ‘’Firaza vê ÎHH’ê lewitî ye. ÎHH Komîsyona Penaberiyê ya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye an nobedarê sînor e, ku koçberan tîne li Wanê bi cih dike? Ez dixwazim bi taybetî bala raya giştî bikişînim ser vê. Ji bo yên ku niha wan tînin Gundên Konî têne danîn, ev prosedureke normal e yan wê li Kurdistanê îkameta wan çêbikin? Ne rasthatiniyeke ku ji bo van kesan Kurdistanê hildibijêrin. Armanc guherandina demografiyê ye û mixabin lîstîkeke pir taloke tê lîstin. Banga me li hikûmetê ew e ku dev ji van polîtîkayên xwe biqere.

KAÇAN: DIVÊ JI BO PENABERAN BI NY’YÊ RE BIXEBITIN

Parêzer Mahmût Kaçan ku demeke dirêj di Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de xebitî jî agahî dide bê ka divê polîtîkayên li ser koçber û penaberan çawa were pêkanîn û dibêje, Tirkiye  penaberên ku bi rêyên neqanûnî hatine neçar e ku wan bi paş ve vegerîne û yan jî bi rêya Komîsyona Bilind a Penaberan a NY’yê, penaber kûderê bixwazin divê wan bişîne wir. Kaçan diyar kir Qanûna Îskanê bi biryara Desteya Wezîran pêk hat, bal kişande ser qanûna parastina biyaniyan a bi nimroya 6428’an, diyar kir li ser penaberan dema ku li welatê xwe vegeriyan ku ewlehiya wan a jiyanê pêk hatibe divê wan bişîne.

ŞANLI: BÊ SÎGORTA, BI DESTMIZA KÊM TÊNE XEBITANDIN


Serokê Şûbeya Bedlîsê yê ÎHD’ê Osman Fatîh diyar kir, di van demên dawî de hin ji penaberên ku ji derve ew anîne li avahiyan bi rengekî bê sîgorta û bi mehmiza kêm têne xebitandin, têkildarî biyaniyên ku anîne Bedlîsê ti parastin nîn e û par penaberek ji avahiyekê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.