Bi dehan gund û gundik hatin paqijkirin, li Girê Spî ala YPG'ê li ba ye

Di çarçoveya pêngava paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ya di 6'ê Gulanê de destpê kir hêzen YPG/YPJ'ê Girê Spî duh êvarê azad kir û ala YPG'ê lê çikandin.

Di çarçoveya pêngava paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ya di 6'ê Gulanê de destpê kir hêzen YPG/YPJ'ê Girê Spî duh êvarê azad kir û ala YPG'ê lê çikandin.

Navê Fermandarê YPG'ê yê Eniya Rojava Rûbar Qamişlo ku birîndar bû û di 14'ê Gulana 2015'an de jiyana xwe ji dest da, li pêngavê hat kirin. Di çarçoveya pêngavê de Çiyayê Kizwanan ê ji aliyê manewî ve xwedî girîngiyeke mezin e, bi sedan gund û gundikên li herêmê hatin azadkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê, di çarçoveya pêngavê de roja 14'ê Gulanê li Çiyayê Kizwanan derketin operasyonê. Di navbera hêzên YPG/YPJ'ê yên ji du baskan ve ber bi çiyê ve bi pêş ketin û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn.

Di 15'ê Gulanê de gelek gundên li qiraxa Çemê Xabûrê yên di navbera Til Temir û Hesekê de ji çeteyan hatin paqijkirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin meşandin.

YPG'ê di 20'ê Gulanê de da xuyakirin ku Çiyayê Kizwanan ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê, rojek berê, piştî ku gundê Xerra yê li quntara çiyê ji çeteyan paqij kirin, ber bi lutkeya çiyê ve bi pêş çûn. Piştî şerê li vir hêzên YPG/YPJ'ê girên Radyo û Radar ji çeteyan paqij kirin.

Piştî rojekê li aliyê bakur ê Çiyayê Kizwanan û qiraxa Çemê Xabûrê xebatên lêgerînê hatin meşandin. Her wiha gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di 23'ê Gulanê de jî gundên di navbera Çiyayê Kizwanan, Til Temir û Hesekê de, ku ji çeteyan hatin paqijkirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin meşandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di 26'ê Gulanê de diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê piştî gundê Aliya û Çiyayê Kizwanan, yek ji kelayên stratejîk ên çeteyan xistine.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê da zanîn ku şervanên wan nîvê şevê saet di 23:30 de bajarokê Mebrûka bi temamî ji çeteyan paqij kirine û xistine bin kontrola xwe.

Di şerê dijwar ê sê rojan ê li herêmê de bi dehan çete hatin kuştin. Di 23'ê Gulanê de gundên Ebû Şexat û Ebû Cellûd ê 37 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ne, di 25'ê Gulanê de Girê Eb Şexat û gundên Şara û Til Qlea yên 35 kîlomtre li başûrrojavayê Serêkaniyê ne ji çeteyan hatin paqijkirin û bi vî rengî hemû rêyên Mebrûka hatin girtin û bajarok hat dorpêçkirin.

Di 27'ê Gulanê de hat ragihandin ku gundên Asûriyan ên li derdora Çiyayê Kizwanan, sêgoşeya Alya û qiraxa Çemê Xabûrê yên hatibûn dagirkirin, hatin azadkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê ji du baskan ve ber bi abjarokê Mebrûka ve bi pêş çûn. Piştî pevçûnên heta nîvê şevê dewam kirin, hêzên YPG/YPJ'ê bajarok azad kirin.

Piştî rojekê jî hêzên YPG/YPJ'ê, li hemberî çeteyên li gundên li vê herêmê bicih bûne derketin operasyonê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di 7'ê Hezîranê de ragihand ku pêşveçûna ber bi bajarokê Silûkê ve dewam dike.

Di 11'ê Hezîranê de jî li derdora bajarokê Silûkê derbên girîng li çeteyan hatin xistin, 8 gund û 16 gundik hatin azadkirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê di 13'ê Hezîranê de ragihand ku wan bajarokê Silûkê azad kirine û di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de dor li çeteyên li Girê Spî û derdorê bicih bûne, girtine. Di encama vê operasyonê de bi dehan gund û gundik hatin azadkirin.

Piştî ku hêzên YPG/YPJ'ê yên Kantonên Cizîr û Kobanê xwe gihandin hev, li Girê Spî li hemberî çeteyan tevgereke xurt destpê kir û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama van pevçûnan de jî ji duh êvarê û vir ve ala YPG'ê li Girê Spî li ba ye. Di tevgera Girê Spî de hêzên Bûrkan El Firat û Lîwa Tehrîr jî amade bûn.