Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê hate kirin

Li Kanîreşê bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê hate kirin. Êrîşkar Tanjû Bîngol hate destgîrkirin.

Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kanîreş a Çewlikê êrişeke çekdarî hat kirin. Êriş, bi şev saet derdora 02.00’an de pêk hat û di êrişê de du gule li avahiya partiyê hatin reşandin. Hat zanîn ku di encama êrişê de her du gule jî li hundirê avahiya partiyê ketine. 

Li ser vê yekê HDP’î di danê sibehê de hatin ber avahiya partiyê û hêj li wir in. Hat ragihandin ku êrişkar Tanju Bîngol hatiye destgîrkirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê HDP’a Kanîreşê Yilmaz Bulbul got: “Nîvê şevê li dijî avahiya partiya me êrişeke çekdarî hat kirin û 2 gule li hundir ketin. Em vê êrişê şermezar dikin. Em ê têkildarî êrişê gilî bikin.”