Bi 14’ê Tîrmehê re diyalektîka jiyan û mirinê ji nû ve hate danîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir Şehîdên 14’ê Tîrmehê mirin danîne ber çavên xwe, diyalektîka jiyan û mirinê ya mêtingeriya Tirk kuştine û got, têgihiştina ‘mirin’ê guhertine û diyalektîkeke nû danîne.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk got mêtingeriya Tirk heta 14’ê Tîrmehê mirin şanî daye, bi êşkenceyê xwestiye ku radest bigire û got: "Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ji faşîstên êşkencekar ên mêtinger çeka ‘mirinê’ standine û bi ser de li dijî wê weke çekekê bi kar anîne."

Şerîk di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de ji ANF’ê re axivî.

Li Zindana Amedê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bi têkoşîneke çawa rabû?

Beriya her tiştî ez Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilaz û Alî Çîçek bi hurmet û minet bi bîr tînim. Em dikevine salvegera 35’an a 14’ê Tîrmehê. 35 salên ku derbas bûne dev ji jibîrkirina şehîdan biqere, serdemeke wiha vedibêe ku em wan di têkoşîna xwe de didin jiyîn û bi vî rengî jî bûne xwemalî dîrokê. Heta ku têkoşîna mirovahiyê domdar be  şehîdên 14’ê Tîrmehê wê bi vê wateyê bijîn.

Mezinbûna berxwedanê ji gelek hêlan ve dikare were nirxandin. Ji hêla şoreşgerên ku berxwedan bi rê ve dibirin, şertên ku tê de pêk hatin, mîrateya ku hiştin û têkoşîna ku dewr kirin ve dikare were nirxandin.

We divê em ji şertên ku tê de pêk hatin dest pê bikin, çi bûn şert?

Serdemeke wiha bû ku zilma dîktatoriya faşîst a 12’ê îlonê pir zêde bûbû. Di nav van şertan de hêzên şoreşger û demokrasiyê di pêvajoya vekişînê de bûn. Li ser gel zexteke zêde hebû, ew zext di civakê de bû sedema vekişandinê. Pêvajoyeke wiha bû ku şoreşgerî di kîjan şertan de, divê çawa were kirin ku bi rengekî pratîk nîşan da. Şertên wiha bûn ku faşîzma 12’ê îlonê xwe têkneçûyî qebûl dikir û digot, ‘me şoreşger radest girtin ji niha û pê de em ê fatîhayê li ser wan bixwînin.’’ Di şertên wiha de ku serdema rojên şoreşgeriya rehet hatibû girtin û di wan şerten dijwar de ku diviya bihata nîşandan bê ka şoreşgerî divê çawa were kirin Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêk hat.

Di van şertan de kê pêşengî ji berxwedanê re dikir?

Mirov nikare çalakî/berxwedanên ku mohra xwe li dîrokê xistine tenê ji hêla şert, vegotina dîrokî û mîrateyê ve sînordar bike, hin kes hene ew şert bi kar anîne,li ber xwe dane û mîrate hiştine. Divê mirov ne xwedî nêzîkatiyeke wiha be ku mirov wê mîrateyê li derveyî rastiya berxwedanê bihêle, rola wê red bike. Mirov vê realîteyê dikare di şexsê wan hevalên me de jî bibîne ku di Berxwedana 14’ê Tîrmehê de şehîd bûne. Hevrêyên Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmuş, Akîf Yilaz û Alî Çîçek şehîd bûn. Li van wan, hin hevalên me di nav berxwedanê de bûn, şopên wiha bi wan re çêbûn ku heta ku sax bin wê wan şopa hilgirin. Hem bi hevrêyên ku di wê berxwedanê de şehîd bûne û hem jî  bi rastiya wan hevalên ku di wê berxwedanê de cih girtin û niha jî têkoşînê didomînin divê mirov wê hîsê fêhm bike.

Şahîn Donmez, Yildirim Merkat, Alî Gunduz û yên weke wan radest bûn. Lîderên rêxistinan hene, lîdertiya wan rola xwe bi cih neanî. Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, di wan şertan de, peywir û berpirsyariyeke wiha mezin hilgirtin û berxwedaneke bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsîn.

Di dema kurt de, çi mîrate hişt û rastiya têkoşîna ku dewr kirî çi bû?

Berxwedana ku di şertên giran ên faşîzmê de dest pê kirî çok li faşîzma 12’ê Îlonê şikand. Ev destpêka pêvajoyeke têkoşînê bû. Nîşan da ku faşîzma 12’ê Îlonê dikare were şikandin. Bandora wê hem li ser Kurdistanê û hem li ser Tirkiyê zêde bû. 14’ê Tîrmehê xwedî rasteqîniyeke wiha ye ku rehekên xwe bi kûrahiya pêvajo û dîrokê ve berda û bû mîratî xwe dewr kir. Rê nîşan daye. Bi rêxistiniyê, bi berxwedan û biryardariyê û xwedayinê mirov têdikoşe. Mîrateya ku hiştin ev bûn. Ev mîras ji wê demê ve hate jiyîn. Li dijî faşîzma 12’ê Îlonê ev berxwedanên pêşî ku civakê di nav meşrûiyeta xwe da danî, li ber deriyê zindanan ji hêla xizmên girtiyan ve hate destpêkirin. Pêşî xwedî wê taybetmendiyê bû li dijî êşkenceya li zindanan bû û xwedî li berxwedêran derket.

Piştre ev veguherî çi?

Li dijî êşkencekar û rejîm û sîstema wan bû têkoşîn. Bi demê re li dor wê berxwedanê xelek berfireh bû, bû têkoşîna mafê mirovan a giştî, têkoşîna bi dest ve anîna mafê demokratîk. Bû sedem ku muxalefetiya civakî bibe weke çiyayekî. Mîrateyeke wiha ya 14’ê Tîrmehê heye. Li dor wê gav bi gav hate honan. Piştre 15’ê Tebaxa 1984’an bi pêngava gerîla rajortir bû. Piştî Kongreya 3. bû artêşbûna gerîla. Niha jî li hemû Kurdistanê bi rengekî zindî û berfireh têkoşîna avakirina neteweya demokratîk didome.

Hûn dikarin behsa wî giyanî bikin ku 14’ê Tîrmehê jê dixwar û bi xwe re mezin kirî?

Divê mirov tevgera Apoyî tenê weke têkoşînê an jî kar, bicihanîna peywir û berpirsyariyan nebîne. Tevgera Apoyî bi serê xwe giyanek e. Jiyan, zindîbûn; kirina karekî ya bi coşî û azweriyê ye. Bi evîneke mezin ketine pey armancekê ye. Mirov hin hêlên wê dikare wiha bibêje:

*Divê ev were gotin; wê demê li Kurdistanê mîrateyeke xurt a ku dewr hatî girtin nebû. Ti nemabû ku gelê Kurdistanê ji dîrokê rakin. Kurd hatibûne rewşeke wiha ku zarî Tirkbûnê dikirin, bi Tirkbûnê dixwestin jiyana xwe bidomînin. Ne xwedîderketina li  nirxên xwe, li şibîna bi hine dî û xwe di çavê hine dî re kirin bûbû armanc. Bi vê re kesayatiyeke wiha ye dehbeyî çêbûbû ku Kurd qebûl nedikir, tim pê re şer dikir, diberiziyê. Ne wiha hêsan e mirov tîplojiyeke wiha têk bibe. Ji bo têkbirina vê hişmendî û baweriyeke xurt hewce bû. Giyanê tevgera Apoyî ev e. Helbet ev hêleke wê ye.

*Wan deman gelek dijwarî û astengî hebûn. Dema ku te got ez Kurd im wê demê divê tu mirinê bîne ber çavan, dibistanê biterikîne, hesab girtinê, êşkenceyê bikî. Giyanê Apoyî wêrekiya qebûlkirina van hemû tiştan e. Heke bikaribî  wê wêrekiyê nîşan bidî wê demê giyanê Apoyî veguherîne çalakiyê. Hêleke giyanê Apoyî ev e.

*Hêleke wê ya dî jî ew e ku mirov van hemûyan bi kêf û şahî bike. Heke li wir evîn, hezkirin, azwerî, çoşiyeke mezin nebe tu nikarî heq ji wan dijwariyan derkevî. Ji bo ku heq ji van dijwariyan derkevî û dijwariyan pêk bînî divê sedemên te yên xurt hebin ku bikaribî van bijî. Ev hî hişmendiyeke xurt tîne. Ew bawerî, bi coşiyeke mezin li dijî dijwariyan dike ku mirov têbikoşe.

Giyanê ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwe dispêriyê ev hemû hêl in; bawerî, dilsozî, wêrekî, çalakî, azwerî, biryardarî, coşî.

Bi vê berxwedanê re tê gotin li Kurdistanê diyalektîka mirin-jiyanê ji xwe re pênaseyeke din werdigire. Divê ji vî tiştî çi were fêmkirin?

Divê em lê binihêrin, dema qala mirinê dibe, çi tê fêmkirin. Di civakên gerdîşî de li gorî şîroveyên cihê yên olî ma mirin tê fêmkirin? Di olan de jî dema tê şîrovekirin mirin nayê qebûlkirin; tê wateya ku mirov ji nav cîhana biyolojîk derdikeve û dikeve nav jiyaneke din.

Li gorî modernîteya kapîtalîst jî jiyan ev dinya ye. Heta ji te tê bijî û mirov ji pergala xwe ya nirxan tê qutkirin. Ji ber ku li gorî zewqa xwe hundirê wê dadigire, dibêje ji bo ‘zewq’ê bijî. Mirin tê wateya mehrûmbûna vî tiştî. Têkiliya mirin û jiyanê ya pergalê ev e.

Em diyalektîka jiyan û mirinê li derveyî vî tiştî saz dikin. Dema hevrê Kemal Pîr di rojiya mirinê de ji çavê xwe dibe bijîşk tê ba wî dibêje ‘Kemal wê êdî çavên te nebîne, dev ji rojiya mirinê berde’. Kemal Pîr lê vedigerîne û dibêje ‘Bila çavê wî hebe, lê ew tune be, gelo çima bila Kemalekî wisa hebe!’ Nikarin heval Kemal ji berxwedanê qut bikin. Ji ber ku nirx û pîvanên wî hene. Tişta ku em jê re dibêjin diyalektîka jiyanê, hebûna tevî nirxan e.

Mêtingeriya Tirkan dixwaze bi mirinê tehdît bike û teslîm bigire û pê re jî kesên bê armanc ava bike. Dibêje heke tu dixwazî li vê dinyayê bijî, divê tu gotinên min qebûl bikî. Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê vê çeka di destê faşîstan de ji destê wan digire. Li dijî wan dike çekeke xurt. Heta 14’ê Tîrmehê dijmin dixwest mirinê nîşan bide û bi rêya îşkenceyê teslîm bigire.

Li hemberî vî tiştî hûn dibêjin heke mirin an jî jiyan hebe wê bi destê min be. Hûn qala vî tiştî dikin?

Erê, rast e. Helwesta li wê derê ev e ku, dibêje heke tu yê jiyana min bike amûra teslîmiyetê, ez jî jiyaneke teslîmbûyî qebûl nakim. Li wê derê mirin anîn ber çavên xwe. Dema mirov mirinê bîne ber çavên xwe, dijmin ji vê çeka tirsê ya di destê xwe de dibe. Vî tiştî wateya pratîk a ‘heke wê jiyan hebe, divê azad be!’ îfade kir. Ji pirsa ‘jiyan çi ye’ ya diyalektîka mirin-jiyanê ya modernîteya kapîtalîst bersiva ‘jiyana azad’ hate dayîn. Li vê derê nêrîna li mirinê guherî.

Nirxên ku temsîl dik e û jiyana xwe dide oxira wê, didome. Ev dibe têkoşînek.  Heta ku ew têkoşîn hebe, wan dijî. Va ye bû nîv sedsal lê şehîdên me yên pêşîn bi me re dijîn. Nifşê nû navê kalikê xwe nizane lê navê hevrê Hakî Karer dizane. Jiyana rasteqîn ev e.

Ji ber vê jî divê em bi çavê sazkirina diyalektîka mirin-jiyanê li 14’ê Tîrmehê binihêrin. Bextewariya herî mezin jî ev e ku mirov zanibe piştî ku mirov ji nav jiyana biyolojîk derket lê rastiya bi mirovên din re dijî bizanibe. Heke mirov vî tiştî bizanibe gihiştiye nemiriyê. Diyalektîka mirin-jiyanê ji destê dijmin tê girtin û li hemberî wê tê bikaranîn. Di heman demê de bi nirxên zindî yên din ava têkoşînê de bi awayê nemiriyê xwe îfade dike.

Gelo mirov dikare bibêje ku xeta berxwedanê ya têkoşîna we di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de xwe îfade kiriye?

Rastiya berxwedanê û destkeftinên îro, berhema Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Têkoşînê derfetên mezin afirand. Dema ku Kurd dikarin bibêjin Ez Kurd im jî destkeftina têkoşîna mezin e. Di qada navneteweyî de hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin. Her kesî dît ku heta ku bala wan ne li ser Kurdan be, nikarin li Rojhilata Navîn siyasetê bikin. Kurd bûn artêş. Bûn hêzeke siyasî. Neteweya demokratîk ava dikin.

Îro jî faşîzmeke wekî ya wê serdemê heye. Îro li hemberî faşîzmê divê têkoşîneke çawa were kirin?

Faşîzma 12’ê Îlonê nedihişt civak hilmê bistîne, digot her tişt a min e. Di şertên wisa de têkoşîn li zindanan bi dil û bedenan dihat kirin. Niha şert cihê ne. Dibe ku îro pêkutiya xwe giran kiribe lê ev nayê vê wateyê ku hêzên şoreşger wekî di serdema 12’ê Îlonê de bin. Faşîzma Erdogan îro pêkutiyên ji yên 12’ê Îlonê girantir pêk tîne. Êrîşên qirkirinê didomîne. Di berxwedanên xwerêveberiyê de jî hate dîtin. Berê dike, dûre zagona wê ava dike. Cesedan di meydanan de bi erdê re dikişîne.

Ligel van tiştan tiştek heye ku di serdema 12’ê Îlonê de tune bû; îroj rastiya PKK’ê ya ku bi gelê rêxistinkirinê re meşrûtiyeta xwe ya civakî bi her kesî re daye qebûlkirin û artêşa gerîlayan heye. Palpiştiya civakî û têkoşîn bûye yek. Hêza xwe ji vê derê distîne.

Di şexsê gerîlayên azadiyê de divê mirov li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî têbikoşe. Heke wê faşîzma Erdogan-Bahçelî têk biçe, bi vê têkoşînê wê têk biçe. Jê pê ve nabe. Şert û derfetên têkoşînê hene. Bila bi hezaran kes dakevin kolanan, faşîzma Erdogan-Bahçelî nikare gavekê biavêje. Saziyên ku dewletê temsîl dikin bila nikaribin bixebitin. Meclîs rojekê be jî nikare li dijî wê biryarê bide. Heke ev tişt neyê kirin, ew ê jî li gorî dilê xwe tevbigerin.