Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

'Bêyî Kurdan encam ji Astanayê dernakeve'

Çavdêrên siyasî û rojnamevan dibêjin, bêyî Kurdan ti encam ji civîna li Astanayê dernakeve û destnîşan dikin, ku ev civîn tenê manewrayeke siyasî ye.

Hiqûqnas û siyasetmedar Abdurrrahman Xelîfe ji ANF'ê re axivî û diyar kir, bi tevlîbûna civîna Astanayê re tenê armanceke Tirkan heye; ew jî pêşîgirtina li tevlîbûna Kurdan e. Xelîfe got, "Civînên beriya niha yên li Cenevreyê û civîna îro ya li Astanayê xwedî armancên siyasî ne. Lê belê divê were zanîn, tevlînekirina Kurdan ku hêza herî bi bandor a li Rojava ye, nîşan dide ku daxwaza çareserkirina pirsgirêkê nîne."

'ASTA PLANEK LI DIJÎ KURDAN E'

Xelîfe da xuyakirin, her kes qebûl dike ku şerê herî mezin ê li dijî DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve tê meşandin, lê belê tevî vê yekê jî tevlînevkirina Kurdan li civînên bi vî rengî nîşan dide, ku ev yek planek li dijî Kurdan e.

Xelîfe got, "Ne tenê ez vê dibêjim, her kes vê dibêje. Her kes dixwaze hêza herî bi bandor a li Rojava, ku herêmeke berfireh ji DAIŞ'ê rizgar kiriye tevlî civînên bi vî rengî bibe. Ji ber ku rola vê hêzê li pêş çavan e û nabe bê înkarkirin. Ji ber vê yekê, tevlînekirina Kurdan li van civînan, ne ji bo çareseriyê ye, ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî ye.

Erdogan û dewleta Tirk li her devera cîhanê dijminatiyê li Kurdan dikin û hevkariyê bi DAIŞ'ê re dikin. Lewma ti xêr ji Erdogan û dewleta Tirk nayê. Divê Kurdên ku niha hevkariyê bi Erdogan re dikin, vê yekê bibînin. Ji ber ku Erdogan tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî wan bi kar tîne."

'KURD NEBIN, JI DESTPÊKÊ VE WÊ WINDA BIKIN'

Rojnamevan Kemal Çomanî jî diyar kir, ji bo encamek ji Astana derkeve lazim e Kurd û DYA di civînê de amade bûna û got, "Lê belê ev her du hêz di van civînan de nîne. Lewma nepêkane ku encamek jê derkeve. Bêyî Kurdan civîna li Astana bi ser nakeve."

Nivîskar û çavdêrê siyasî Rêkeft Îsmaîl jî destnîşan kir, ku bêyî Kurdan ti encam ji lêgerîna çareseriyê dernakeve û anî ziman, ji ber vê rastiyê jî civîna Astanayê ya têkçûnê ye.

Îsmaîl got, "Ev civîn ji bo qedandina şerê navxweyî yê Sûriyeyê tê lidarxistin. Di heman demê de weke dewama civînên Cenevreyê ye. Lê belê wê ti encam jê dernekeve. Ji ber ku li nirxandina şer û peydakirina çareseriyê wêdetir, weke taktîka siyasî xuya dike. Ji ber ku hêzên QSD, PYD ku hêza herî bi bandor e, li wir nîne. Lewma ev civîn manewrayeke siyasî ya navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ye. Çareseriya li Sûriyeyê bêyî TEV-DEM, QSD û PYD'ê nepêkan e. Tevîbûna komên ku hêza wan nîne, gel temsîl nakin û ti projeyeke wan a ji bo çareseriyê nîne, ti encamê bi xwe re nîne. Lewma li Astanayê wê tiştên bi vî rengî neyên nîqaşkirin."