Bêyî fêhmkirina Ocalan hiqûq ne pêkan e?

Parêzer Newroz Uysal behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mînakên tecrîdê yên di dîrokê de, behsa hincetên redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê û maneya, 'Yasayên Ocalan' kir.

Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Newroz Ûysal bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, rewşa Ocalan, şertên ku lê dimîne, avaniya girtîgeha ku lê ye, şertên girtin û tecrîdê bi rewşên hevşib ên cîhanê re tim tê rûberîhevkirin, Uysal mînak da ku Mandela, Gonzola û lîderên hwd. jî li girtîgehên giravan mane û diyar kir rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla dîrokî ve dişibe Girava Roben ,Guantanamo an jî ku hê paş ve biçin dişibe Nargîn, Sardunya û Maltayê, ku girtiyên siyasî lê dihatin girtin.

MESELEYA KURD Û IMRALÎ

Uysal got ev rûberîhevkirin ji bo fêhmkirina şertên Rêberê Gelê Kurd her çendî hinekî rast jî bin got, ''Ev hinekî rast bin jî rewşeke cihê heye. Di dîrokê de her carê zext û zordarî li wan lîderan hatiye kirin ku têkoşîna netewî dane. Lê li gel vê, li gel berxwedana şexsî ku lîder dikin, her wiha têkoşîna wan derdoran jî heye ku ji bo mafê xwe têdikoşin. Li gel vê li wan xakên ku problem heye û li cîhanê pêvajoyek heye. Heke em di şexsê Rêzdar Ocalan de bibêjin, pirsa Kurd ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn hê jî giran e. Ji hêla cîhanê ve ji bo çareseriya pirsa Kurd ji alî siyaset û polîtîkayê ve hêzeke ber bi çareseriya siyasî ya demokratîk ve nîne. Berevajî, pêvajoyek tê ferzkirin ku pirsê ji hêla demokratîk ve entegreyî modernîteya demokratîk bikin. Dema ku mirov ji vî alî ve dinere weke ku di mînakên din de me dayî pêvajoya ku probleme were ser zemîna çareseriya bi aştî û ew jî azad bibe mixabin niha ji bo Rêzdar Ocalan em nikarin bibêjin. Îhtîmaleke vê ya pêkan her çendî di pêvajoya 2013-2015'an de em jiyabin jî ji hêla siyasî ve, çi qas hazir, encamgir e, an jî ji hêla hiqûqî ve çi qasî encamgir e mirov dikare nîqaş bike.''

'AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊKAN E'

Uysal got girtîbûna Rêberê Gelê Kurd aliyê xwe yê hiqûqî jî heye lê zehmet e ku beramberiya vê ya hiqûqî weke mînakên din ên cîhanê encamekê bîne û got, ''Ji ber ku ev 22 sal in em dibêjin şertên girtîbûnê yên Rêzdar Ocalan bi avaniyeke siyasî ye, hiqûqê jî dikin amûra vê. Ji ber vê, her çendî şertên ku Rêzdar Ocalan tê de hatiye asta ku ji hêla hiqûqî ve azad bibe jî, mixabin ji ber ku hiqûqa sazkar bersiva siyasetekê ye, divê ev pêvajoya hevlayenî hev rê ve biçe. Di mînakên cîhanê de ev tim wiha bûye. An bi rêya şoreşê an jî bi darbe û têkoşînê ji hêla hiqûqî ve guhertin çêbûne. Mixabin li Tirkiyê jî wiha bûye; di rewşeke wiha de ku Rêzdar Ocalan cezayê îdamê xwaribû, hiqûq hate guhartin û cezayê îdamê kirine cezayê miebetê yê girankirî. Her wiha piştî 2014'an, ji ber biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) diviya Tirkiye têkilî cezayê miebetê ya girankirî hin guhartin bikira. Bi guharîna yasayekê, cezayê miebetê yê girankirî yê li ser Rêzdar Ocalan bi mekanîzmayeke her demê dikare azad bibe. Lê mixabin aniha zehmet e ku mirov bhesa hêzeke siyasî ya wiha bike ku dikare vê zemînê çêbike.''

'YASAYÊN OCALAN' ÇI NE?

Uysal diyar kir şertên tecrîdê yên li ser Ocalan, helwesta şexsî ya li bara Ocala ku ji wexta hatiye girtin û heta anîne Tirkiyê tê nîşandan weke ''yasayên Ocalan' dinirxînin û wiha pêde çû, ''Ev, dema ku Rêzdar Ocalan pêşî hate girtin, pêvajoya ku hiqûq tine hate hesibandin dest pê kir. Pêvajoya darizandinê, girtina wî ya li girtîgeha giravê, bêstatûbûna girtîgeha navborî û her wiha pêkhatine gelek gavên dijî hiqûqê, parçeyek ji wê pêvajoyê ne ku em jê re 'yasayên Ocalan' dibêjin. Ev pêvajo bi demê re bi guherîna mewzûatê çêbûn. Ev guherîn di asta dawî de bû kullîyet. Me ji vê kullîyatê re 'yasayên Ocalan', got.

Mînak hin hikmên mewzûtê yên ku tenê li Imraliyê bi cih tên, kir ku em pênaseyeke wiha li kullîyatê bikin. Bi qutebirî yasayên resenî Rêzdar Ocalan divê weke 'yasayên Ocalan' werin pênasekirin. Qedexeya giştî ya li ser parêzeran a 2005'an yek ji mînaka vê ye. Heta hewldana darbeyê ya 2016'an ev prosedûra qedexeya parêzeran ji bilî Rêzdar Ocalan li ser tu kesî bi cih nehatiye. Guhdarkirina li hevdîtinên parêzer û miwekîlan cara pêşî li Imraliyê pêk hatiye. Îro, hemû binpêkirinên li girtîgehan, yên mafên girtî-cezaxwariyan, cara pêşî piştî ku li Imraliyê pêk hat, li hemû girtîgehan berbelav bû. Yasayên Ocalan ew cure yasa ne ku weke ku li ser her kesî bi cih tên lê enê li ser Rêzdar Ocalan bi cih tên.''

13 MEHAN BERSIV NEDANA SERLÊDANAN

Parêzer Uysal li ser pirsa bê ka çima serlêdanên parêzeran ku piştî Girêva Birçîbûnê ya 2019'an û Berxwedana Rojiya Mirinê û Girêva dest pê kirin û Tebaxa eynî salê hate birîn got, ''Dema pêvajoya girêva birçîbûnê ji 2016'an ve qedexe li ser parêzeran hate danîn. Lê piştî hevdîtina dawî ya 7'ê Tebaxa 2019'an derheqê qedexeya li ser parêzeran di biryar nehate standin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta bi Îlona 2020'an hemû serlêdanên me hatin redkirin. Ev jî li Imraliyê tiştekî nû bû. 13 mehan bersiv nedane me. Piştî Îlonê qedexeyeke dî li ser parêzeran danîn. Hinceta vê jî cezayên disîplînê ne ku 2009'an dane Rêzdar Ocalan. Her wiha bi eynî hincetê hevdîtina bi malbatê re jî hate astengkirin.''