Beştaş: Mirinên li girtîgehan cinayet e

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya ji bo Aysel Tûglûk hat lidarxistin de axivî û got: "Mirinên li girtîgehan cinayet e.“

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê neberdana girtiya nexweş Aysel Tûglûk şermezar kir. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Posterê Aysel Tûglûk bi Delîklî Taş ve hat daliqandin û banga berdana girtiyên nexweş hat kirin.

Serokwekîla Koma HDP‘ê Meral Daniş Beştaşê di çalakiyê de axivî û bal kişand ser mirinên li girtîgehan diqewimin û got: “Em banga berdana girtiyên nexweş dubare dikin. Her roj agahiya mirinê ji girtîgehê tê. Êdî em naxwazin vê xeberê bibihîzin. Ev mirin cînayet in. Em nikarin li mirina bi sedan girtiyên nexweş temaşe bikin. Em her kesî vedixwînin ku deng bidin vê qêrîna li girtîgehan.”