Beşek ji girtiyên li Êlihê şandin girtîgehên cuda

Piştî îsyana girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, êriş li dijî girtiyan hate kirin. Li gorî agahiyan beşek ji girtiyan sewqî girtîgehên li bajarên derdorê hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, girtiyên ku tevlî guhertina qanûnî nehatin kirin, êvarê îsyan kirin û gelek koxûş şewitandin. Girtiyan piştî ku şewat derxistin dirûşmên 'îsyan' qîriyan û dirûşmên wan ji derdora girtîgehê jî hate bihîstin. Piştî ku îsyanê dest pê kir, gelek ambûlans û arkuj sewqî girtîgehê hatin kirin. Her wiha gelek polîsên tîmên taybet dor li girtîgehê girtin.

Piştî ku îsyan li navenda bajêr hate bihîstin, xizmên girtiyan berê xwe dan girtîgehê. Gel heta derengiya şevê li pêşiya girtîgehê sekinî û li benda daxuyaniya rayedaran ma. Ti daxuyanî ji bo xizmên girtiyan nehat dayin û nîvê şev ê careke din dû bi ser girtîgehê ket. Piştre gelek wesayitên girtîgehê ji bajarên derdorê hatin veguhastin. Li gorî agahiyên ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatin wergirtin, 650 girtî ji girtîgehê hatine veguhestin.

Hêzên çekdar ên dewletê şewata li koxûşan vemirandin û bi gaza îsotê êrişî girtiyan kirin. Piştî vemirandina şewatê hin girtî ji girtîgehên li bajarên derdorê hatin veguhastin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan bê kontrolkirin.

Bersiv ji serlêdanê re nehatiye dayin û girseya gel a li ber girtîgehê hate belavkirin.