Besê Erzîncan: Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bang li her kesî kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan peyamek weşand û bang li her kesî kir, bi taybetî jî bang li jinan kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de yên li Tirkiyeyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de şehîdên têkoşîna şoreşê û tevgera azadiyê ya Kurd bi bîr anî û ji bo şehîdên meha Gulanê got, "Em di nava meha Gulanê de ne. Meha Gulanê ji bo me meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê, di serî de hevrê Hakî Karer di şexsê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, her wiha Ferhat Kûrtay de Çaran, hunermenda mezin Ozan Mizgîn, di şexsê van hevalan hemûyan de şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyî û Kurdistanî hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.

ŞEHÎDÊN ME YÊN JIN RÊYA ME RONÎ KIRIN

Her wiha hevalên Şîrîn Elemhûlî û Leyla Qasim ku di dîroka jinê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng in, di meha Gulanê de ji aliyê dewleta Îranê û rejîma Saddam a Iraqê ve hatin darvekirin. Di şexsê van hevalan de jinên Kurdistanî yên berxwedêr, jinan hemûyan bi hezkirin û bi rêzdarî bi bîr tînim. Van jinan, jinên Kurd bi rastî jî di asta herî bilind de temsîliyeta welatparêzî û azadiyê kirin. Rêya me ya têkoşînê ronî kirin. Me bi rastî jî bi pêşengiya jinên bi vî rengî li ber xwe didin û ji bo azadiyê dixebitin ev tevger her tim dewam kir, helwesteke bi heman rengî nîşan dan. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku hevala Şîrîn Elemhûlî li ber sêdarê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li ser dîwêr nivîsî bû. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bêguman dirûşmeke ku Rêberê me ji bo me pêşniyar kir û bi rastî jî bi kedeke mezin, berdêlên giran û têkoşîneke mezin hate qebûlkirin. Îro li Îranê serhildan hemû bi pêşengiya dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi rê ve diçin. Li ser vê bingehê dixwazim jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn, berxwedana jinan careke din silav bikim."

DI ŞEXSÊ RÊBERÊ ME DE GELÊ ME TECRÎDKIRÎ YE

Erzîncan di dewama peyama xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxand:

"Li gel vê yekê 24 sal in Rêbertî tecrîdkirî ye, ku tecrîd ketiye sala 25'an. Rêberê me bûye 25 sal ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Bi vê wesîleyê sekna berxwedan û azadiyê ya Rêberê me ku 25 sal in dewam dike bi rêzdarî silav dikim.

Rêberê me ji ailyê dîroka Tirkiyeyê ve bi roleke gelekî girîng, dîrokî û krîtîk rabû. Di demokratîkbûna civaka Tirkiyeyê de, di hişmendiya azadiyê ya civaka Tirkiyeyê de, di bilindkirina têkoşîna azadiyê de Rêberê me bi rol û mîsyoneke gelekî dîrokî rabû.

Bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de li dora Rêbertî hin nîqaş têne kirin. Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi tecrîda giran a li ser Rêberê me di şexsê Rêbertî de gelê me, gelên me tecrîd dike û polîtîkayeke faşîst dimeşîne. Ev yek eşkere ye. Li gel vê yekê em dibînin ku hin hêzên ku xwe weke demokratîk û azadîparêz pênase dikin, bawerin ku ji bo vê yekê têdikoşin, ew jî di vê pêvajoya hilbijartinê de li pey ranteke cidî ne. Polîtîkayeke gelekî cidî, qirêj û bêwijdan dimeşînin. Yanî ji bo Rêberê me tecrîdkirî bimînin hin polîtîkayan dimeşînin.

Tecrîdkirina Rêberê me wê ti carî bi kêrî gelên Tirkiyeyê neyê. Divê ev yek bê zanîn. Hêzên demokratîk û azadiyê ji ku derê tê fêhmkirin bê bi rastî jî hêzeke demokratîk û azadiyê ne yan na? Ji helwesta xwe ya têkildarî tecrîdê tê fêhmkirin. Fikrê xwe çi dibe bila bibe tecrîdkirina mirovekî, parastina vê tecrîdê û hewldanên ji bo kûrkirina tecrîdê, helwesteke herî mezin a antî demokratîk e. Rêberê me hem di pêvajoya diyalogê de hem jî di tevahiya jiyana xwe de ji bo demokratîk û azadiya Tirkiyeyê, ji bo jiyaneke li ser bingeha wekhev û azad a gelên Tirkiyeyê, jiyana xwe feda kir. Li pêşberî vê yekê helwesteke ku 'Eger tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe wê atmosfera demokratîk ji holê rabe' neheqiyeke herî mezin, bêedaletî, bêexlaqî û bêwijdaniyeke mezin a li hemberî Rêberê me ye. Bi vê wesîleyê bang li hin hêzên ku xwe demokratîk û azadîparêz nîşan didin dikim ku vê helwesta xwe ya têkildarî Rêbertî di ber çavan re derbas bikin, sererast bikin. Yên ku di vê helwestê de israr dikin bi tundî şermezar dikim."

PARTIYA ÇEPÊN KESK BI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN TÊKILDARÎ JINÊ, BI ROLA PÊŞENGIYÊ RADIBE

"Weke ku min di destpêkê de jî got, em di nava pêvajoyeke gelekî cidî de ne. Di vê pêvajoyê de wê diyar bibe ku Tirkiye ber bi ku ve biçe. Tirkiye di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê de bi rastî jî kete nava tarîtiyeke mezin, kete nava krîzên mezin, kete nava bêhêvîtî û nearamiyeke mezin. Herî dawî bi felaketa erdhejê re ev yek gihîşt asta herî bilind. Polîtîkayên faşîst ên AKP û MHP'ê bi kêrî civakê, gel û jinan nehat, timî dan windakirin. Pêvajo û serdemeke bi vî rengî rû da. Niha jî bi pêvajoya hilbijartinê re derfetên guhertina vê yekê hatine afirandin. Bêguman têkildarî serokkomariyê daxuyaniyên Partiya Çepên Kesk hebûn. Ji bo têkbirina Erdogan bi rastî jî helwesta Partiya Çepên Kesk girîng bû û helwesteke rast bû. Lê belê di hilbijartinên parlamentê de bêguman divê deng ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin. Divê rêya yekane û mutleq weke Partiya Çepên Kesk bê dîtin. Çima? Ji ber ku Partiya Çepên Kesk bi paradîgma, fikir, bernameya xwe ew partî ye ku Tirkiyeya sedsala 21'ê ava bike, Tirkiyeya demokratîk ava bike. Ew partî ye ku demokrasiya rasteqîn, demokrasiya radîkal û azadiyê bîne Tirkiyeyê. Mînak, Partiya Çepên Kesk bi polîtîkaya xwe ya herî rast a têkildarî jinê, bi polîtîkaya herî têrker a têkildarî jinê rastiya xwe raxistiye pêş çavan. Ti partiyê di vê astê de cih nedaye jinê, di rêza destpêkê de jin bi cih nekiriye. Lewma di mijara temsîliyeta azad û wekhev a jinê, mafên jinê, Peymana Stenbolê û gelek mijarên bi vî rengî de radîkal e, wekhev e. Dema ku mirov bala xwe didin ser partiyên din vê yekê nabînin. Mîtîngên ku Partiya Çepên Kesk îro dike, li devereke din nayê dîtin. Piraniya namzetên jin li gelek deveran nayên dîtin. Li gelek deveran buroyên jinê nayên vekirin. Lewma Partiya Çepên Kesk bi polîtîkayên xwe yên têkildarî jinê bi rastî jî ji bo avakirina sîstemeke wekhev a li Tirkiyeyê bi roleke pêşeng a cidî radibe. Ne tenê bi polîtîkayên têkildarî jinê, her wiha bi feraseta xwe ya demokrasiyê, bi feraseta ekolojiyê, bi nêzîkatiya li ciwanan, nêzîkatiya li mirovan, feraseta xwe ya xwerêveberiyê, bi feraseta ku çavkanî ji bo gel bêne bikaranîn, her wiha bi nêzîkatiya li Elewiyan, nêzîkatiya li baweriyan, nêzîkatiya li gelan, bi komkirina gelan a li hev û temsîliyetê de bi roleke gelekî dîrokî radibe.

BILA HER KES DENGÊ XWE BIDE PARTIYA ÇEPÊN KESK

Di dîroka Tirkiyeyê de eger Partiya Çepên Kesk hejmareke gelekî cidî ya wekîlan di vê hilbijartinê de bi dest bixe, wê bi roleke cidî rabe. Di pêşketin, guhertin, demokratîkkirina Tirkiyeyê de, di çareserkirina gelek krîzên Tirkiyeyê de, di çareserkirina pirsgirêka demokrasî û azadiyê, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên aboriyê yên Tirkiyeyê de wê tevkariyeke gelekî girîng bike. Lewma bang li gelê me, jinan, hêzên demokrasî û azadiyê dikim ku teqez dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Li Tirkiye û Kurdistanê yên herî zêde têne binpêkirin ciwan in, jin ên ciwan in. Jin ên ciwan di nava civakê de gelekî bêqîmet hatine kirin, hatine bêîradekirin. Bi polîtîkayên cihêreng hebûna wan a li nava jiyanê hatine têkbirin. Bi Partiya Çepên Kesk re eşkere ye ku ciwan, jin ên ciwan wê hîn bi xurtî tevlî jiyanê, siyasetê û avakirina komara demokratîk bibin.

Her wiha helwest, nêzîkatî û tevlîbûna gelê me yê Elewî li vê pêvajoyê gelekî girîng e. Bi rastî jî di nîşandana Elewîtiyê de, di temsîlkirina li nava hin saziyan de di temsîliyeta li nava Partiya Çepên Kesk de gavên cidî hatine avêtin. Daxwazên gelê Elewî jî di nava bernameya Partiya Çepên Kesk de ne. Nêzîkatî li ser vê bingehê ye. Bawerî, gel hemû di nava Partiya Çepên Kesk de têne temsîlkirin. Lewma Partiya Çepên Kesk ku li Tirkiyeyê xeta sêyemîn temsîl dike, divê teqez piştgirî jê re bê dayin. Divê deng tenê ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin. Deng ji Tifaqa Ked û Azadiyê re bê dayin.

Ez bang li gelê me hemûyan bi taybetî jî gelê me yê li Ewropayê dikim -niha li Ewropayê gelê me dengan bi kar tîne- bang li hêzên demokrasî û azadîxwaz ên li Tirkiyeyê dikim, bang li her kesên jiyaneke baş û rast dixwazin dikim, bang li jinan dikim ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Bi Partiya Çepên Kesk re wê Tirkiye bikeve nava rojên hîn bedew û ronahî."