Berxwedêrê zindanê Akin: Wê encam bi heybet be!

Sedat Akin ê di zindanê de li dijî tecrîdê ketî greva birçîbûnê, peyamek şande pîrozbahiya Newroza Êlihê.

Li Êlihê Newroz bi coş tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Yek ji berxwdêrê greva birçîbûnê Sedat Akin ji pîrozbahiyê re peyam şand û cejn pîroz kir. Endamê meclîsa navendî yê HDP’ê Nûrettîn Tûrgût beriya peyama Akin bixwîne got, “Em tecrîdê qebûl nakin. Em bi berxwedêrên greva birçîbûnê re ne.”

'LI DIJÎ BÊRÛMETIYÊ BERXWEDAN...'

Akin di peyama xwe de girîngî û wateya Newrozê destnîşan kir û got, “Newroz giyana berxwedan û serîrakirina li dijî zilm û zordariyê ye. Newrozê di dîroka têkoşîna me de Kawayên Hesinkar ên nûjen afirandine. Newroz, Mezlûm ê di zindana Amedê de meşaleya azadiyiê pê xistî, Zekiyeya li ser bircên wê govend gerandî, Rehşan û Ronahî ku li penaberiyê xwe ji xweliya xwe afirandî ye. Hevrê Sema ku li dijî xiyanet û radestiyê serî netewandî û bedena xwe dayî ber agir e. Newroz li dijî tariyê ronahî, li dijî zilmê serhildan û dijî bêrûmetiyê berxwedan e.

Gelê Êlihê yê hêja,

Îro, dîsa Dehaqê demê dixwazin jiyan û pêşerojê li gelê Kurd tarî bikin û vîna wî ya azadiyê bişkînin. Li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin ku dewletek ewqas bi hovane êrîşî nirxên civakekî bike.

Em li hemberî vê bi bedena xwe ya her roj piçeke din jî dihele bi bawerî, biryardariya serkeftinê li ber xwe didin. Me bi berxwedana xwe ya bi pêşengiya hevrê Leylayê bihar anî;

Demsal, niha Newroz e, demsal niha berxwedan e û demsal niha nêzî serkeftina teqez e…

Demsal, niha Zulkuf Gezen ê bûyî Mazlumê demê ye, demsal niya berxwedêra serdemê Leyla Guven e…

Demsal, niha baweriya bi hezaran hevrêyên me yên di zindanê de li ber xwe didin...

Demsal, niha demsala lehengên ku digotin ‘Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be’ ye…

Bi giyana vê demsalê we silav dikim û Newroza we ji dil û can pîroz dikim û dibêjim ku em ê teqez bi ser bikevin.”